Nankorî/Înkara Nîmet
EXLAQAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Çi dema tengezarîyek/zerarek bigihîje însan; li ser kêleka xwe an runiştî an jî li pîyan (herûdaîm) ji me re dûa dike. Dema ku em wê tengezarîya wî ji ser wî radikin jî her wekî ji bo wê tengezarîya ku pê bûye qet ji me re dûa nekiribe, vedigere diçe. Ha wiha, ji bo ew ên ji hedê xwe diborin re karê wan xemilandî hatîye xûyan.
Ew ê ku we di ber û behrê de digerîne ew e. Heta dema ku hûn di keştîyê de bin, bayekî xweş (wan ên di keştîyê de ne) bikişîne û çaxê ew jî ji vê rewşê kêfxweş bibûn; ji nîşka ve bayekî gur/dijwar bi keştîyê digire û ji her alî de pêl bêne ser wan û êdî guman kirine ku bi pêlan hawîrdor dorpêç bûne. (Ha wê gavê) êdî bi nîyeteke xalis ji Allah re dûa dikin. (Û dibêjin:) “Sond be eger tu me ji vê (tengezarîyê) xelas bikî, bêguman em ê bibin ji şikurdaran.”
(Lê) dema Allah wan xelas dike (soza xwe nagirin û) li ser rûyê erdê bi neheqî dest bi aşirîtîyê/pîrolîtîyê dikin. Gelî însanan! Pîroletîya/aşirîtîya we di aleyha we de ye. Ev xweşîyek heyata dinyayê ye (hûn demeke kurt jê feyde digirin), paşê vegera we bi bal me ve ye. Em ê we ji karên we agahdar bikin.
Eger em ji alîyê xwe ve rahmetekê bi însanan bidin tamkirin û paşê vêya ji wan bikşînin û bistînin, ew hema (vedigere û) dibe nankorekî bêhêvî.
Piştî tengezarîyekî eger em nîmetekê bi wî bitamînin wê bibêje: “Tengezarî/xerabî ji min borî/derbas bûn.” Bêguman ew xwedî (exlaqê) rûdîtîyê û quretîyê ye.
Her çi nîmetê heye û digihîje we ji Allah e. Paşê dema tengezarîyek bi ser we de bê, hûn (di heman demê de) lavahîyê lê dikin.
Piştre dema ku wê tengezarîyê ji ser we radike, (tu dibînî ku) komek ji nav we ji Rabbê xwe re şirîkatîyê dikin.
Ji bo ku ji (nîmet) ên me daye wan re nankorîyê bikin (wiha dikin). Kêfa xwe bikin! Hûn ê di pir nêz de (heqîqetê) bizanibin/fêmbikin.
Dema di behrê de tengezarîyek bê serê we, ji xeynî wî (Allah) ew ên ku we ji wan re dûa dikirin winda dibin diçin, hûn bitenê jê re lavahî dikin. Lê çaxê ew, we derdixîne bejahîyê ve û we xelas dike hûn rû vedigerînin. Jixwe însan pir nankor e.
Dema em nîmetekî didin însan (ji şikurdarîyê) berê xwe vedigerîne (heqê wan nîmetan xweş nake) û ji me dûr dibe. Çi dema tengezarîyek digihîje wî ew bêhêvî dimîne.
Dema ku ew li keştîyê siwar dibin, dîn ji Allah re xalis dikin (bê şirîk çêkirin) bi dilekî safî ji Allah re dûa dikin. Dema ku wan xelas dike û bi silametî derdixîne bejîyê, (tu dibînî ku) di heman demê de şirîkan çêdikin.
Dema ku tengezarîyek digihîje însanan, ber bi Rabbê xwe ve difetilin û dûa/lavahî jê dikin. Paşê dema ku (tengezarîya wan diborîne û) ji alî xwe ve rahmetekê bi wan dide tamkirin, (tu dibînî ku) komek ji nav wan hema ji Rabbê xwe re dest bi şirîk çêkirinê kirine jî.
(Bi şirîk çêkirinê) nankorîyê (ji nîmetên) ku me dane wan re dikin. Xweş bijîn! Pir di nêz de hûn ê bizanibin/fêm bikin.
Sond be, eger em bayê bişînin û wê (dexlê) zerikîn/zerbûyî bibînin paşê wê dîsa nankorîyê bikin.
Dema wek ewrên reş pêl (ên mezin) wan dorpêç dike ew berê xwe didin wî û dînê xwe bitenê ji Allah re xalis dikin û (bitenê) ji wî re dûa dikin. Çaxê ku wan (xelas dike û) dertîne bejê hin ji wan rêyeke navîn digirin. Ji xeynî wan kesên ku ehda xwe bi piranî xera dikin û îxanetê dikin (yên xettar) û ji ew ên nankor pê ve tu kes ayetên me înkar nake.
Dema tengezarîyek digihîje însan, berê xwe dide Rabbê xwe û dûa dike. Paşê (di şûna wê tengasîyê de) dema ji cem xwe nîmetekî didê, ew wê lavahîya ku berê de dikir ji bîr dike û ji bo ku mirovan ji rêya wî bixerifîne ji Allah re şirîkan çêdike. Bibêje: “Bi kufra xwe hinekî din xweş bijî. Lewre tu ji ehlê agir î.”
Çi dema zerarek bigihîje însan ji me re dûa dike. Paşê ku em ji alî xwe ve nîmetek didin wî, dibêje: “Ev, ji ber zanîna li cem min ji min re hatîye dayîn (an jî Allah dizane ku ez layiqê wê me ev da min).” (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî ew, fitneyek/îmtîhanek e. Lê pirên wan nezan in.
(Wê peyvê) ew ên berîya wan de jî gotibûn. Ew (xerabî) yên kiribûn qet tu feyde neda wan.
Axir (ew ezaba berdêla) xerabîyên wan ên kirine hat serê wan. Ji nav wan jî ên zalim, di muqabilê xerabîyên kirine de wê ezab bê serê wan. Û ew nikarin (Allah) aciz/neçar bihêlin.