Sebir û Tebat

EXLAQ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

10ayet hatin dîtin
Sebir û Tebat
1

Bakara

Ayet: 45Rûpel: 6

Here Ayetê

Bi sebr û nimêjê (ji Allah) alîkarî bixwazin. Bêguman ev (alîkarîya bi sebr û nimêjê) ji ehlê xuşûyê pê ve li ser wan kesên din barekî mezin/giran e.

2

Bakara

Ayet: 153Rûpel: 22

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Bi sebr û bi nimêjê (ji Allah) alîkarîyê bixwazin. Bêşik Allah bi sebirvanan re ye.

3

Bakara

Ayet: 250Rûpel: 40

Here Ayetê

Çi dema li qada şer derketin pêşberî Calût û leşkerên wî, gotibûn: “Rabbê me! Tu sebrê bi ser me re bibarîne û lingên me/pîyên me zexm/sabît bike û li hember qewmên kafir tu alîkarîya me bike.”

4

Âl-i İmrân

Ayet: 200Rûpel: 75

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Sebir bikin û di sebrê de pêşbazîyê bikin/ji hevdu re şîreta sebrê bikin û di ribatê de bin/nobet bigirin. Ji Allah bitirsin da ku hûn bigihîjin xelasîyê/rizgarîyê.

5

En'âm

Ayet: 34Rûpel: 130

Here Ayetê

Qesem be berî te jî gelek pêxember hatin derewandin. Li dij derewandina xwe sebir kirin. Heta alîkarîya me gihîşte wan li ezîyetên wan jî sebir kirin. Kesekî ku kelîmeyên (ehda alîkarîya) Allah biguherîne tune. Sond be, ji agahîyên pêxemberan hinek ji te re hatine.

6

Nahl

Ayet: 127Rûpel: 280

Here Ayetê

Sebir bike! Sebra te enceq bi alîkarîya Allah e. Li ber wan nekeve û ji ber kemînên ku danîne jî dilteng nebe.

7

Tâhâ

Ayet: 130Rûpel: 320

Here Ayetê

(Herwiha) tu ji ber gotina wan ve sebir bike! Berî derketina rojê û berî roj biçe ava û hinek ji wextê şevê û di serê (di destpêka) û di binê (di dawîya) rojê de Rabbê xwe tesbîh bike da ku (Rabbê te ji te û tu jî ji Rabbê xwe) qayîl/razî bibî.

8

Lokmân

Ayet: 17Rûpel: 411

Here Ayetê

“Kurê min! Tu nimêja xwe rasterast bike û emrê qencîyê bike û ji xerabîyê re bibe asteng û li ser tiştê u tê serê te sebir bike. Bêguman ev ên hane ji wan karanin ku jê re ezîm/wêre/cehd lazim e.”

9

Ahkâf

Ayet: 35Rûpel: 505

Here Ayetê

Tu jî wekî wan pêxemberên Ulu’l-Azm sebir bike! Ji bo (ku ji wan re ezab were) nelezîne. Roja ew (ezab) a ku pê hatibûn tehdîtkirin dibînin, ji wan weye ku ew tenê bi qasî seatekî rojê (li dinyayê) mane. (Ev,) teblîxek e/dazanînek e. Erê ma ji qewmekî fasiq pê ve kes tê helakkirin?

10

Asr

Ayet: 3Rûpel: 601

Here Ayetê

Lê ew ên îman anîne û amelên salih dikin û ji hevdu re şîreta heqîyê û şîreta sebrê dikin ne tê de.