Xaşyet û Hûrmeta Ji Allah (ac) Re

ALLAH (AC) Û SIFETÊN WÎ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

11ayet hatin dîtin
Xaşyet û Hûrmeta Ji Allah (ac) Re
1

Bakara

Ayet: 45Rûpel: 6

Here Ayetê

Bi sebr û nimêjê (ji Allah) alîkarî bixwazin. Bêguman ev (alîkarîya bi sebr û nimêjê) ji ehlê xuşûyê pê ve li ser wan kesên din barekî mezin/giran e.

2

Bakara

Ayet: 46Rûpel: 6

Here Ayetê

Ew in (ehlê xuşûyê) ku; bi agahîyekî qethî dizanin wê leqayî Rabbê xwe bên û ew ê lê vegerin.

3

Âl-i İmrân

Ayet: 199Rûpel: 75

Here Ayetê

Ji Ehlê Kitêb hin kes hene ku; bi Allah û bi tiştên ji we re nazil bûye îmân tînin. Ji Allah ditirsin. Ayetên Allah bi bihayeke kêm nafiroşin. Mikafata wan li cem Rabbê wan e. Bêguman Allah hisaban pir zû dibîne.

4

İsrâ

Ayet: 107Rûpel: 292

Here Ayetê

Bibêje: “Dixwazin pê îmân bînin û dixwazin (pê îman) neynin! Dema ew ji yên berî we re ku ilim ji wan re hatîye dayîn dihat xwendin li ser çenên xwe (deverû) diçûn secdê.”

5

İsrâ

Ayet: 108Rûpel: 292

Here Ayetê

Û wiha digotin: “Em Rabbê xwe tenzîh dikin! Bêguman weada Rabbê me pêk hatîye.”

6

İsrâ

Ayet: 109Rûpel: 292

Here Ayetê

Ew serdevkî diçin secdê û digirin û ev (rewş) xuşuya wan zêdetir dike.

7

Enbiyâ

Ayet: 90Rûpel: 328

Here Ayetê

Me îcabetî dûayê wî kir û Yahya da wî û jina wî jî (ji nezayoktîyê) ediland/serast kir. Ew di xêran de pêşbazî dikirin û bi daxwazî û bi xof ji me re dûa dikirin û li dij me ehlê hurmetê û sertewandî bûn.

8

Mu'minûn

Ayet: 2Rûpel: 341

Here Ayetê

Ew in ku; di nimêjên xwe de di xuşûyê de ne.

9

Ahzâb

Ayet: 35Rûpel: 421

Here Ayetê

Ew ên muslîm û yên muslîmê û ên mumîn û yên mumîne û zilamên ji dilûcan bê navber evdîtîya Allah dikin û jinên ji dilûcan bê navber evdîtîya Allah dikin û zilamên dilrast/sadiq û jinên dilrast/sadiqe û zilamên sebirvan û jinên sebirvan û zilamên ku (ji Allah) bi rêzdarî ditirsin û jinên ku (ji Allah) bi rêzdarî ditirsin û zilamên sedeqe didin û jinên sedeqe didin û zilamên rojîgir û jinên rojîgir û zilamên îffeta xwe diparêzin û jinên îffeta xwe diparêzin û zilamên ku Allah pirzêde zikir dikin û jinên ku (Allah) pirzêde zikir dikin; bêguman Allah ji bo wan bexişandin û mikafatekî mezin amade kiriye.

10

Hadîd

Ayet: 16Rûpel: 538

Here Ayetê

Erê ma ji ew ên îman anîne re hê jî wext nehatîye ku qelbên wan bi zikra Allah û bi heqîya (ji ayetên Qur'anê) daxistî ye nerm bibe? Bila ew nebin wekî wan ên berê ku kitêb ji wan re hatibû û di ser wan de demeke dirêj borî bû û qelbên wan hişk bibû û pirên wan bibûn ji fasiqan.

11

Haşr

Ayet: 21Rûpel: 547

Here Ayetê

Eger me ev Qur'an, li ser çiyayekî daxistiba tu yê bidîta ku (ew çiya) ji tirsa Allah qurmiçîye û bûye peremperçe. Ji bo ku bifikirin em van mîsalan didin însanan.