Bi Dilkêşî Xûyakirina Karên Xirab

EXLAQ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

9ayet hatin dîtin
Bi Dilkêşî Xûyakirina Karên Xirab
1

Bakara

Ayet: 212Rûpel: 32

Here Ayetê

Heyata dinyayê ji bo kafiran hatîye xemilandin û ew tinazên xwe bi mumînan dikin. Lê ew ên mutteqî, roja qiyametê wê serdestî wan bin. Allah ji kî re bixwaze rizqeke bêhed/bêhisab didê.

2

En'âm

Ayet: 122Rûpel: 142

Here Ayetê

Ma rewşa wî kesê ku (ji ber kufra xwe) mirî bû û me ew (bi hîdayetê) vejinand/sax kir û ji bo ku di nava însanan de bimeşe me nûr da wî û ew kesê ku di nava tarîtîyên (kufrê) de mabe û nikaribe derkeve qet dibe weke hevdu? Amelên ku dikin ji kafiran re wiha hatîye xemilandin.

3

Tevbe

Ayet: 37Rûpel: 192

Here Ayetê

(Li gorî dilê xwe) paşxistin (a mehên heram) di kufrê de zêdepêdeçûn e. Bi wê yên bûne kafir tên xerifandin. Ji bo ku hejmara tiştên Allah heram kirine lihev bînin (mehên heram) salekî helal dikin û salekî jî heram dikin. Herwiha tiştên (mehên) Allah heram kirine helal dikin. Amelên wan ên xerab ji wan re hate xemilandin. Allah koma kafiran hîdayet nake.

4

Yûnus

Ayet: 12Rûpel: 208

Here Ayetê

Çi dema tengezarîyek/zerarek bigihîje însan; li ser kêleka xwe an runiştî an jî li pîyan (herûdaîm) ji me re dûa dike. Dema ku em wê tengezarîya wî ji ser wî radikin jî her wekî ji bo wê tengezarîya ku pê bûye qet ji me re dûa nekiribe, vedigere diçe. Ha wiha, ji bo ew ên ji hedê xwe diborin re karê wan xemilandî hatîye xûyan.

5

Ra'd

Ayet: 33Rûpel: 252

Here Ayetê

Ma ji wî (Allah) ê ku li ser kesba her nefsî çavdêr e (re şirîk çêdikin)? Lê wan ji Allah re şirîkan tayîn kirin. Bibêje: “De (wan şirîkan) binavînin (em binêrin).” (Allah, ne raye daye van heyînan û ne jî evana wek şirîk girtîye.) Nexwe, qey hûn agahîyên tiştên ku Allah pê nizane didin wî? An jî ev (navên hanê) peyvên gotinî yên pûç û vala ne? (Nexêr, ne wisan e!) Bilekîs kemînên wan kafiran ji wan re xemilandî hate xûya kirin û ji rêya (rasterast) hatin menkirin. Allah, her kî bixerifîne êdî kesê ku wî bigihîne hîdayetê tune.

6

Fâtır

Ayet: 8Rûpel: 434

Here Ayetê

Ma ew kesê ku amelê wî yê xerab jê re xemilandî xuya bibe û ew jî xweşik dibîne (qet dibe wekî wî kesê ku Allah ew hîdayet kiriye)? Bêşik Allah, kî bixwaze dixerifîne û kî jî bixwaze hîdayet dike. (Nexwe ji ber ku îman naynin) tu ji bo wan xwe xemgîn neke. Bêguman Allah bi karûkirinên wan dizane.

7

Mu'min (Ğafir)

Ayet: 37Rûpel: 470

Here Ayetê

“Ez ê (bigihîjim) rêyên esmanan da ku bi ser îlâhê Mûsa ve bibim! Bi rastî ez zen dikim ku ew derewkar e.” Bi vî awayî amelê wî yê xerab pê xemilandî hate xuyakirin û ji rê (ya rasterast) hate girtin. Hîleya Firewn mehkûmê tunebûnê û xusranê ye.

8

Muhammed

Ayet: 14Rûpel: 507

Here Ayetê

Ew kesê ku li ser delîlek ji Rabbê xwe be, qet dibe wekî wî kesî ku amelê wî yê xerab jê re hatîye xemilandin û didin pey hewayên/hewesên xwe?

9

Fetih

Ayet: 12Rûpel: 511

Here Ayetê

(Nexêr!) Bi rastî we guman dikir ku pêxember û mûmînan, wê tu carî bi bal ehlê xwe ve nevegerin. Ev (raman), di qelbên we de hat xemilandin û we bi zena xerab zen kir û axir hûn bûne qewmekî mehkûmê tunebûnê û helak bûyî.