Bakara
Ayet: 105Rûpel: 15
Ew kafirên ji Ehlê Kitêb û ew ên mûşrîk qet naxwazin ku ji Rabbê we xêrek nazilî ser we bibe. Lê Allah rahmeta xwe, ji kî re bixwaze dide wî. Allah, xwedî îhsaneke mezin e.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 105Rûpel: 15
Ew kafirên ji Ehlê Kitêb û ew ên mûşrîk qet naxwazin ku ji Rabbê we xêrek nazilî ser we bibe. Lê Allah rahmeta xwe, ji kî re bixwaze dide wî. Allah, xwedî îhsaneke mezin e.
Ayet: 109Rûpel: 16
Gelek kesên ji Ehlê Kitêb, piştî ku heq ji wan re eşkere bûye jî ji ber çavnebarîya xwe dixwazin piştî bawerîya we, hûn dîsa vegerînin bal bi kufrê ve. Hetanî Allah hûkmê xwe bide hûn li wan (ji karên wan) biborin/wan efû bikin û wan di halê xwe de bihêlin. Bêguman Allah li ser her tiştî qadir e.
Ayet: 64Rûpel: 57
Bibêje: “Gelî Ehlê Kitêb! Werin bal bi vê kelîmeya ku di navbera me û we de hevpar e/muşterek e: Em ê ji xeynî Allah ji tu kesî re îbadetê nekin û ji wî re qet tu tiştekî nekin şirîk û em ê (dev ji Allah bernedin û) hin kesên ji xwe ji hinekên din re nekin Rab. Eger rû vegerînin hûn jî (ji wan re) bibêjin: “Şahid bin ku em ji muslîman/ji evdên şirkê terk dikin û berê xwe bi tewhîdê didin Allah in.”
Ayet: 65Rûpel: 57
Gelî Ehlê Kitêb! Digel ku Tewrat û Încîl di pey wî de nazil bûne ma hûn der heqê Îbrahîm de (li ser mijara “Gelo ew Cihû bû an Fille bû?”) çima dikevin nîqaşê? Ma hûn fêm nakin?
Ayet: 66Rûpel: 57
Nîqaşa we ya li ser mijarên ku hûn der heqê wê de xwedî agahî ne fêm dibe. Lê tiştên ku zanîna we pê tuneye çima der heqê wê de hûn nîqaşê dikin. Allah dizane, hûn nizanin.
Ayet: 69Rûpel: 57
Komek ji Ehlê Kitêb dixwestin ku we ji rê derêxin. Lê ew ji xwe pê ve tu kesî naxerifînin/ji rê dernaxin. Haya wan ji vê nîn e.
Ayet: 70Rûpel: 57
Gelî Ehlê Kitêb! Digel hûn dibin şahid ku ev (Qur’ana ji Allah) heq e, hûn ayetên Allah çima înkar dikin.
Ayet: 71Rûpel: 58
Gelî Ehlê Kitêb! Digel bi zanebûna xwe hûn çima heq û batil tevlîhev dikin û hûn çima heqîyê vedişêrin?
Ayet: 72Rûpel: 58
Komek ji Ehlê Kitêb wiha gotin: “Ew tiştên ku ji mumînan ranazil bûye hûn serê sibê pê îmân bînin û ber êvarê jî înkar bikin. Dibe ku (li we binêrin û) ew jî ji dînê xwe vegerin.”
Ayet: 75Rûpel: 58
Ji Ehlê Kitêb hin kes jî hene, eger tu qintarek/barek (zêr) emanetê wan bikî wê şûnde bidin te. Yên wisan jî hene ku, tu yek dînarekî bispêrî wan, heta tu li ser serê wan nesekinî şûnde nadin te. (Sebebê vê) ji ber vê gotina wan e: “Li dij ummîyan (di kirinên me de) ji me re qet tu webal nîne. Digel ku dizanin jî ew li dij Allah derewan dikin.
Ayet: 98Rûpel: 61
Bibêje: “Gelî Ehlê Kitêb! Digel Allah li ser tiştên ku hûn dikin şahid e, herwiha çima hûn ayetên Allah înkar dikin?”
Ayet: 99Rûpel: 61
Bibêje: “Gelî Ehlê Kitêb! Digel hûn şahid in jî çima hûn dixwazin ku mumînan ji rêya Allah vegerînin û hûn dikin ku rêya wî (Allah) çewt/xelet nîşan bidin. Allah ji tiştên ku hûn dikin ne xafil e.”
Ayet: 110Rûpel: 63
Hûn ûmmeta herî bixêrtir in ku ji bo însanan hatine derxistin. (Lewre) hûn marûfê/qencîyê emir dikin û ji xerabîyê nehiy dikin û îmân bi Allah tînin. Eger Ehlê Kitêb jî îmân bianîna helbet ev ê ji bo wan bixêrtir bibûna. Ligel ku di nav wan de mumîn hene jî pirên wan fasiq in.
Ayet: 111Rûpel: 63
Ew ji ezîyetekî (bihûrbar) pê ve nikarin tu zerarê bidin we. Eger bi we re şer bikin jî pişta xwe didin we û paş ve direvin. Piştre wê (alîyê Allah ve) alîkarî jî li wan neyê kirin.
Ayet: 112Rûpel: 63
Ew ên xwe sipartine ehda Allah û ji însanan eman sitendine ne tê de, ew li ku derê dibin (bila bibin, mohra) kindê/zîletê li wan ketîye. Ew li ber xezeba Allah ketin û mohra xîzantîyê li wan ketîye. Ev (ceza), ji ber vê ye ku ew li dij ayetên Allah bibûn kafir û bi neheqî pêxemberên xwe kuştibûn. Ev (ceza), ji ber vê ye ku wan îsyan kiribûn û ji heddê xwe borîbûn.
Ayet: 113Rûpel: 63
(Hemû Ehlê Kitêb) ne wekhev in. Ji Ehlê Kitêb komek heye ku; di şevan de di qiyamê de ayetên Allah dixwînin û di secdê de ne.
Ayet: 199Rûpel: 75
Ji Ehlê Kitêb hin kes hene ku; bi Allah û bi tiştên ji we re nazil bûye îmân tînin. Ji Allah ditirsin. Ayetên Allah bi bihayeke kêm nafiroşin. Mikafata wan li cem Rabbê wan e. Bêguman Allah hisaban pir zû dibîne.
Ayet: 123Rûpel: 97
(Kî wê biçe cennetê an jî cehennemê) ne bi hêvîyên/bi xwezîyên we û ne jî bi yên Ehlê Kitêb çêdibe. Kî xerabîyekî bike bi wî tê cezakirin. Û ew ji bo xwe ji Allah pê ve ne dosteki û ne jî alîkarekî dibîne.
Ayet: 153Rûpel: 101
(Ew ên) Ehlê Kitêb ji te dixwazin ku tu ji asîmanan Kitêbekê bi ser wan ve daxînî. (Ji ber vê daxwaza wan heyirî nemîne!) Bêguman ji Mûsa jî ya ji vêya mezintir xwestibûn. Gotin: “Allah bi eşkerehî (bi awayê ku em bi çavê tazî bibînin) nîşanî me bide.” Bi vî awayî ji ber zilimkarîya wan, birûsk li wan ketibû. Axir piştî ku delîlên eşkere ji wan re hatin, golik ji xwe re (wek îlâh) girtin. Me dîsa ew (gunehên wan jî) mexfîret kir. Û me delîleke eşkere da Mûsa.
Ayet: 159Rûpel: 102
Hemû kesên Ehlê Kitêb, berîya mirina xwe muheqeq wê bi wî îmân bînin. (Îsa jî) wê roja qiyametê di aleyha wan de şahidîyê bike.
Ayet: 171Rûpel: 104
Gelî Ehlê Kitêb! Di dînê xwe de pîroletî/aşirîtî nekin û ji gotina rast pê ve der heqê Allah de tiştekî nebêjin. Bêguman Îsâ Mesîhê kurê Meryem pêxemberê Allah û (ji bo ku ew bê sebeba bav biwelide bi gotina “Bibe!”) kelîmeya li Meryem îlqa kiriye û rûhekî jê ye. Bi Allah û bi pêxemberên wî îmân bînin. Nebêjin: “(Îlâh) sisê ne.” Dev jê (ji vê batilê) berdin. (Ev) ji bo we bi xêrtir e. Allah yek Îlâhek bi tenê ye. Ew ji zarokgirtinê munezzeh e. Li erd û esmanan çi hebe aîdê Allah in. Ji wekîlîyê re Allah bes e.
Ayet: 15Rûpel: 109
Gelî Ehlê Kitêb! Pêxemberê me ji we re hatîye ku; gelek tişt (hukim) ên ku hûn ji Kitêbê vedişêrin ji we re beyan dike û ji beşeke pirzêde jî dibore/li ser wan nasekine. Bêguman ji we re ji Allah nûrek û Kitêbeke mûbîn (eşkere) hatîye.
Ayet: 16Rûpel: 109
Allah, kesê ku pê (bi Kitêb û pêxember re), tabiê rizaya wî dibe digihîjîne rêya herî rast û bi îzna xwe wan ji tarîtîyan derdixîne ronahîyê û li ser rêya rast hîdayet dike.
Ayet: 17Rûpel: 109
Sond be, ew ên gotin: “Mesîhê kurê Meryem, Allah bixwe ye” bûne kafir. Bibêje: “Eger ew (Allah) bixwaze, Mesîhê kurê Meryem û dêya wî û hemû heyînên ku li ser rûyê erdê dijîn helak bike, kî dikare li dij Allah wan biparêze?” Milkê erd û esmanan û yên di navbera her duyan de jî aîdê Allah in. Ew çi bixwaze dixuliqîne, Allah li ser her tiştî Qadir e.
Ayet: 18Rûpel: 110
Fille û Cihû dibêjin: “Em zarokên Allah û hezkirîyên wî ne.” Bibêje: “(Madem wisan e) çima Allah ji ber gunehên we ezab li we dike?” (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, hûn jî beşer in ku wî hûn xuliqandîye. Ew kîjanê bixwaze mexfîret dike û kîjanê bixwaze jî ezab lê dike. Milkê erd û esmanan û yên navbera her duyan jî aîdê Allah in. Veger jê re ye.
Ayet: 19Rûpel: 110
Gelî Ehlê Kitêb! Dema di navberekê de şandina pêxemberan ji hev qût bibû (û rawest/fasila kete navbera wan de) ji bo ku hûn nebêjin: “Ji me re mizgînvan û hişyarker nehatîye,” Rasûlê me yê raveker hat. Bêguman ji we re mizgînvan jî û hişyarker jî hatîye. Allah li ser her tiştî qadir e.
Ayet: 59Rûpel: 117
Bibêje: "Gelî Ehlê Kitêb! Ma hûn ji ber ku em bi Allah û bi ya ku ji we re nazil bûye û bi ya ku berê de nazil bûne îmân tînin û ji ber fasiqbûna pirên ji we hûn ji me kift û nefretê dikin?”
Ayet: 65Rûpel: 118
Eger Ehlê Kitêb îmân bianîya û ji (Allah) bitirsîyana û xwe biparastana me yê qisûrên wan binuxamta û ew bixistana cennetên Naîm.
Ayet: 66Rûpel: 118
Eger wan Tewrat û Încîl û ew Kitêba ji alîyê Rabbê wan ve nazil bûye (bi amelkirina pê) qaîm bikirana wê ji nîmetên ser xwe (ya ku bi baranê tê) û ji yên binê xwe (ya ku ji erdê heşîn dibin) bixwarana. Komek ji wan mutedîl in/rêyeke naverast digirin. (Lê) tiştên ku pirên wan dikin çiqas xerab e.
Ayet: 67Rûpel: 118
Ya Rasûl! Tiştê ku Rabbê te ji te re nazil kiriye (ji însanan re) teblîx bike. Eger tu vêya nekî êdî te wezîfeya (hinarîya) rîsalet (a Allah) teblîx nekiriye/pêk neanîye. Allah, wê te ji însanan biparêze. Bêguman Allah, hîdayet li qewmekî kafir nake.
Ayet: 68Rûpel: 118
Bibêje: "Gelî Ehlê Kitêb! Heta hûn Tewrat û Încîl û ya ku ji Rabbê we ji we re nazil bûye (bi hukmên di navê de amel nekin û) qayîm nekin hûn qet ne li ser tiştekî ne.” Sond be ya ku ji Rabbê te ji te re nazil bûye (ev Qur'an) wê kufr û harîtîya pirên wan zêdetir bike. Tu ji bo qewmê kafir xemgîn nebe!
Ayet: 69Rûpel: 118
Bêguman ji ew ên îmân anîne û ji Cihûyan û ji Filleyan û ji Sabiîyan kî bi Allah û bi roja axîretê îmân bîne û amelên salih bike, ji wan re tirs tune û ew xemgîn jî nabin.
Ayet: 70Rûpel: 118
Sond be, me ji Benî Îsraîl soz sitend û me ji wan re gelek pêxember şandin. Her çi dema pêxemberekî ku bi tiştên ne li gorî hewayên/hewesên wan re hatibe, qismekî ji wan derewandin û qismekî jî kuştin.
Ayet: 71Rûpel: 119
(Piştî ku pêxemberan derewandin û kuştin) zen kirin ku (bi mûsîbetên dînî û dinyewî) wê fitne neyê serê wan. Ker û kor bûn. Paşê Allah (pêxemberekî nû şand û îmkana tobeyê da wan û) tobeya wan (tobedaran) qebûl kir. Dûv re ji wan pir kes (dîsa) kor û ker bûn. Allah li ser tiştên ku ew dikin (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.
Ayet: 72Rûpel: 119
Sond be ew ên dibêjin “Allah, Mesîhê kurê Meryem bixwe ye” bûne kafir. (Hal ev e ku) Mesîh gotibû: “Gelî Benî Îsraîl! Ji Allah re evdîtî bikin ku ew hem Rabbê min û hem Rabbê we ye.” Bêguman kî ji Allah re şirîk çêke, Allah cennet jê re heram dike. Sitargeha wî agir e. Ji bo zilimkaran tu alîkar jî tune.
Ayet: 73Rûpel: 119
Sond be, ew ên gotin: “Allah sêyema sisêyan e” bûne kafir. Ji Allah pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Eger dev ji vê gotina xwe bernedin helbet, wê ezabekî biêş û jan bigihîje wan ên ku înkar kirine.
Ayet: 74Rûpel: 119
Ma qey ew hê jî ji Allah tobe nakin û mexfîretê naxwazin? Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 75Rûpel: 119
Mesîhê kurê Meryem bitenê pêxemberek e! Berî wî jî gelek pêxember hatine û çûne. Dayîka wî jî jineke siddîqê/ripîrast bû. (Îlâhtîya wî û dêya wî ne mimkûn e, lewre) her duyan jî xwarin dixwarin. (Kesê xwarin dixwe tê wateya ku ew hewcedar e, ew ê hewcedar jî teqez nabe îlâh.) Binêre em ayetan ji wan re çawa beyan dikin? Paşê (dîsa) binêre çawa (ji heqîyê) têne vegerandin.
Ayet: 76Rûpel: 119
Bibêje: "Ma hûn ji Allah pê ve ji heyînên ku feyde û zerara wan nagihîje we re îbadet dikin? Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.”
Ayet: 77Rûpel: 120
Bibêje: "Gelî Ehlê Kitêb! Hûn bi neheqî di dînê xwe de piroletî/aşirîtî nekin. Nedin pey hewayê wan ên ku berî vê xerifîne û gelek kes jî bixwe re xerifandine û ji rêya rasterast jî dûr ketine.”
Ayet: 46Rûpel: 401
Ji nav wan ew ên zalim ne tê de, bi Ehlê Kitêb re bi awayekî herî xweşik nîqaş bikin. Bibêjin: “Em bi ya ku ji me nazil bûye û ji we re nazil bûye re îman tînin. Îlâhê me û îlâhê we yek e û em kesên teslîmbûyîyê wî ne.”
Ayet: 26Rûpel: 420
Ew Ehlê Kitêb ên alîkarîyê (bi muşrîkan) dikirin, ji kelha wan ên parastî daxist û tirs avêt nava qelbê wan. We komek ji wan dikuştin û komek jî bi dîlîtî/bi êsîrtî digirtin.
Ayet: 29Rûpel: 540
Heta yên Ehlê Kitêb bizanibin ku (bi pêşnîyazên ziwa) lutf û îhsana Allah nikarin bi dest bixin, lutuf di destê Allah de ye û ew ji kî re bixwaze dide wî. Allah, xwedî lutf û îhsana mezin e.
Ayet: 2Rûpel: 544
Ew e, yê ku kafirên ji ehlêkitêb di nefîya ewil de ew ji warên wan derxistibû. We ne difikirî ku wê ew derkevin. Wan jî zen dikirin ku wê kelhên wan dê ew ji Allah biparêzin. Lê belê Allah, ji cihekî ku wan qet bîra wê nedibir ve hate wan û tirsekî bişîdet xiste qelbên wan. Xanîyên xwe bi destên xwe û bi destên mûmînan xerab dikirin. Gelî ew ên xwedî besîret, îbretê bigirin!
Ayet: 11Rûpel: 546
Ma qey te wan ên munafiqtîyê dikin nedît? Ji birayên xwe yên kafir ên ehlê kitêb re wiha dibêjin: “Eger hûn ji warên xwe bên derxistin, em ê jî bi we re derkevin. (Di hukmekî aleyha we de) em qet ji tu kesî re îtaet nakin. Eger bi we re bê şerkirin muheqeq em ê alîkarîya we bikin.” Allah, şahidî dike ku ew derewkar in.
Ayet: 1Rûpel: 598
Kafirên ji Ehlê Kitêb û yên ji muşrîkan, hetanî ku delîlên eşkere ji wan re newin (ji kufr û şirkê) ne yên veqetînê bûn.