Harûn (as)
PÊXEMBER (ASS) Û QEWMÊN WAN ÊN BORÎNEAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Pêxemberê wan ji wan re got: “Nîşana rêvebertîya wî ew tabuta ku dê ji we re bê hatin e. Di nava wê (tabûtê) de ji we re ji bal Rabbê we sekînetek (ku tirs û xema însanan diborîne û wan rihet dike) û ji (eşyayên) malbata Mûsa û Harûn bermayî heye. Melaîket wê (tabûtê) hildigirin. Eger hûn mumîn bin, di vê de ji bo we ayetên (îbret girtinê) hene.”
Bêguman çawa me ji Nûh û pêxemberên di pey wî (hatine) re wehîy kiriye me ji te re jî wehîy kiriye. Me ji Îbrahîm re û ji Îsmaîl re û ji Îshaq re û ji Yaqûb re û ji nevîyên wî re û ji Îsâ re û ji Eyyûb re û ji Yûnus re û ji Hârûn re û ji Suleyman re jî wehîy kiribû. Û me Zebûr jî dabû Dawûd.
Me Îshaq û Yaqûb wek diyarî da Îbrahîm. Me hemûyan hîdayet kir. Berê jî me Nûh û ji zurîyeta wî Suleyman û Eyyûb û Yûsuf û Mûsa û Hârûn jî hîdayet kiribû. Ha em xelatên muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin wiha didin (wan).
Paşê me piştî wan Mûsa û Hârûn bi ayetên xwe ji Firewn û giregirên wî re şandin. Lê ewana (li dij ayet û pêxemberên me) quretî kirin. Ew, qewmekî mucrîm û gunehkar bûn.
Me ji rahmeta xwe birayê wî Hârûn jî bi pêxembertî ew xelat kir.
“Ji malbata min wezîrekî/alîkarekî bide min.”
Sond be, ji bo ku ji Mutteqîyan re bibe ronahî û şîret me Furqan (Tewrat) da Mûsa û Hârûn.
Sond be, me Kitêb da Mûsa û birayê wî Hârûn jî jê re kiribû alîkar.