Heqê Sêwîyan û Alîkarîya Wan
EXLAQAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
(Bi bîr bînin!) Me ji Benî Îsraîl soz sitendibû û me gotibû: “Hûn ji Allah pê ve ji kesî re îbadet nekin û li dê û bavê xwe û merivên xwe û sêwîyan û miskînên/xîzanên hewcedar re qencîyê bikin. Ji însanan re gotinên xweş bibêjin. Nimêja xwe rasterast bikin û zekâta xwe bidin.” Piştre ji xeynî pir hindik kesan (pirên we) ji ehda xwe zivirîn û hê jî rû vedigerînin.
Qencî ne ew e ku hûn berê xwe bidin bi hêla rojhilat ve an jî bi hêla rojava ve. (Di heqîqetê de) qencî; bikaranîna kesên mumîn in ku bi Allah û bi roja axîretê û bi melaîketan û bi Kitêban û bi pêxemberan îmân tînin û digel jê hez dikin jî ji malên xwe didin eqrebayên xwe û sêwîyan û xîzanan û rêwîyên di rê de mane û parsekan û koleyan; û nimêj dikin û zekâtê didin û girêdayîyê soza/ehda xwe ne û di dema tengezarîyê û di nexweşîyê de û di şerê de sebir dikin. Ha evana yên sadiq in. Ew ên mutteqî jî ew bixwe ne.
Ji te dipirsin ka (di rêya Allah de) bila çi înfaq bikin? Ji wan re bibêje: “Xêra ku hûn didin; ew ji bo dê û bav û eqrebeyan û sêwî û xîzan û rêwîyên di rê de mane re (bidin). Hûn çi xêrê bikin bêguman Allah pê dizane.”
(Allah, ji bo ku hûn bifikirin) hukmên xwe yên der heqê dinya û axîretê de ji we re rave dike. Der heqê wan sêwîyan (ew ên welîtîya wan li ser we ye û bi we re dijîn û hûn malê wan bikartînin) de ji te dipirsin. Bibêje: “Islahkirina (parastin û zêdekirina malê) wan ji bo wan bixêrtir e. Eger hûn malê wan tevlî malê xwe bikin), ew birayên we ne. (Di vê de mehzûrek tune.) Allah (ji we) kesên mufsîd û yên muslîh ji hevdu vediqetîne. Eger Allah daxwaz bikira (bi gotina ‘destê xwe nedin malê wan, ger hûn destê xwe bidin malê wan ji tiştên zayî bûyî hûn ê mesûl bibin’) dikaribû we têxe zorê. Muheqeq Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Malên sêwîyan bidin wan û (bi awayê ku hûn ji malên wan yên baş ji xwe re veqetînin û yên xerab jî ji wan re bihêlin) tiştên murdar bi tiştên paqij neguherînin. Malên wan (sêwîyan) li nav malên xwe nekin û nexwin. Bêguman ev, gunehekî mezin e.
Eger der heqê sêwîyan de hûn bitirsin ku hûn ê nikaribin edaletê pêk bînin, wê gavê ji jinên ku (ne yetîm in û) ji we re helal in du heb an sê heb an çar heb (jin) li xwe mehr bikin. Lê hûn bitirsin ku hûn ê nikaribin (di nav wan de) edaletê pêk bînin; qîma xwe bi yekê tenê an jî bi carîyeyên xwe bînin. Ev, ji bo ku hûn neheqîyê nekin ya herî munasîb e.
Heta dema berzewacê sêwîyan biceribînin. Eger hûn (li ser zewacê) gihiştîbûna wan/kemilîbûna wan bibînin êdî malên wan bidin wan. (Bi tirsa) wê mezin bibin (û malên xwe bistînin) bi lezgînî û bi îsrafê malên wan nexwin. Ew ên dewlemend e (bila ji malên wan nexwe û) bi îffet tevbigere. Ew ê xîzan jî bila li gorî urfê bixwe. Dema hûn (bibînin ku kemilîne û) malên wan bidin wan ji xwe re şahid bigirin. Ji hisab dîtine re Allah bes e.
Di parvekirina (mîras) de eger eqreba û sêwî û belengaz/hewcedar li wê derê amade bin, ji wî (mîrasê) wan sûdmend bikin û gotinên xweş ji wan re bibêjin.
Ew ên ku wê di pey xwe de zarokên biçûk bihêlin û der heqê wan de bi endîşe bin, bila (der barê sêwîyên ku di bin welayeta wan de ne ji Allah) bitirsin. (Ew, ji bo zarokên xwe yên li pey xwe dihêlin muameleyeke çawa ji bo wan hêvî dikin, bila bi wê awayê bi sêwîyan re muamele bikin.) Bila ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û gotina rasterast bibêjin.
Bêguman ew ên bi neheqî malên sêwîyan dixwin; wan zikê xwe enceq bi agir dagirtine. Û wê bikevin agirekî ku alavên bi erjeng direşîne.
Ji Allah re îbadetê bikin û qet tiştekî ji wî re nekin şirîk. Li dê û bav û eqrebayan û li sêwî û belengazan û li cîranên xwe yên nêz û dûr û li hevalên cem xwe û li rêwîyên di rê de mane û li ew ên li ber destê we ne (kole û carîye) re qencîyê bikin. Bêguman Allah ji wan kesên mezinayî û quretîyê dikin hez nake.
Ew, der heqê jinan de ji te fitûyê dixwazin. Bibêje: “Allah ji we re der heqê wan de fitûyê dide.” Der heqê tiştên ji wan keçên sêwî re (di Kitêbê de) hatine nivîsandin ku we nedaye wan û (ligel vê) hûn dixwazin bi wan re bizewicin û der heqê zarokên aciz û sêwî de, ji bo ku edaletê li wan bikin, di Kitêba ku ji we re tê xwendin (di ayetan) de hene (ma ji we re ne bes in?) Hûn çi xêrê bikin Allah muheqeq pê dizane.
“Heta ku bîrewer/kâmil/balix dibin, ji xeynî rewşa qencîyê nêzî malên sêwîyan nebin. Wezin û pîvanê li ser edaletê pêk bînin. Em li tu kesî ji xeynî taqata/quweta wî pê ve teklîf/bar lê nakin. Dema hûn peyîvîn, eqrebayên we bin jî dadwer/adil bin û girêdayîyê sozên xwe yên (ku we daye) Allah (an jî ya ku wî ji we sitendîye) bimînin.” Ji bo ku hûn bifikirin û şîretan bigirin (Allah) ev li we emir kir.
Hetanî azeb bibin/bigîjin kemalê, bi awayekî xweşik pê ve nêzîkî malê sêwîyan nebin. Wefakarê ehdê xwe bin. Lewre her ehd, berpirsîyarî ye/mesûlîyet e.
Heçî dîwar, yê du sêwîyan bû ku di wî bajarî de (dijîn). Di binê wê de xezîneyeke wan hebû. Bavê wan jî mirovekî salih bû. Rabbê te daxwaz kir ku hetanî ew bîr bibin/bigîhin ruşdê û xezîneya xwe ew bixwe derxînin. (Ev) rahmetek ji Rabbê te ye. Min (ev) ne ji ber xwe kirin. Ha ev e heqîqeta ew tiştên ku te nikaribû li hember wan xwe ragirta/sebir bikira.
Qet/Tu car! (Dewlemendî û feqîrtî bitenê îmtîhanek e. Ew ên bê rûmet/riswaker ew kes ên xwedîyê van taybetîyên ha ne:) Hûn li sêwîyan îkramê/qencîyê nakin.
Sêwîyekî nêz (eqrebe),
Di wê rewşê de, tu kesê sêwî neqehirîne/kêm nebîne!