Heval
JIYANA DINYAYÊ - ÎMTÎHANAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ji Allah re îbadetê bikin û qet tiştekî ji wî re nekin şirîk. Li dê û bav û eqrebayan û li sêwî û belengazan û li cîranên xwe yên nêz û dûr û li hevalên cem xwe û li rêwîyên di rê de mane û li ew ên li ber destê we ne (kole û carîye) re qencîyê bikin. Bêguman Allah ji wan kesên mezinayî û quretîyê dikin hez nake.
Ew in ku; malên xwe bi durûtî/bi rîyakarî didin û bi Allah û bi roja axîretê îmân naynin. Hevalê kî jî şeytan be, ew çi hevalekî xerab e!
Her kî îtaetî Allah û Rasûl bike ew, dibin hevalên pêxemberan û siddîqan û şehîdan û salihan ku Allah nîmet li wan kiriye. Ew çi hevalên xweşik in!
Bibêje: “Piştî ku Allah em bi (tewhîdê) hîdayet kiriye, ma em ê ji xeynî Allah ji wan (pût û tirbe û zîyaret) ên ku ne dikarin feyde bidin û ne jî dikarin zerarê bidin re îbadet bikin? Wekî wî kesî ku şeytanan ew xerifandîye û di çolê de berdaye û hevalê wî jî ew gazî rêya rast dikin û dibêjin: ‘Were hîdayetê!’, ma em ê jî wekî wî mirovê şaş li ser panîya xwe (bi bal kufrê ve) berepaş bên vegerandin?” Bibêje: “Bêguman hîdayeta heqîqî, hîdayeta Allah e. Û ferman li me hatîye kirin ku em teslîmî Rabbê aleman bibin.”
Ma ew qet nafikirin? Ku di hevalê wan (ew Nebîyê ji wan re hatîye şandin) de qet tu dînîtî tune. Ew, her hişyarkerekî eşkere ye.
Hûn alîkarîya wî (Rasûlî) nekin, bêguman Allah alîkarîya wî kiriye. Wê dema kafiran ew (ji Mekkeyê) derxistin ku ew ji du heban yek bû. Wê dema her du di şikeftê de bûn ji hevalê xwe (Ebû Bekir) re gotibû: “Xemgîn nebe, bêguman Allah bi me re ye.” Allah sekînet (ewlehî û aramîya ku qelbê wî hedand/kemijand) bi ser de daxist û piştgirêya wî kir û peyva kafiran (banga wan a şirkê) herî çepel/binpê kir. Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Gelî hevalên min ê zîndanê! (Hûn qet difikirin?) Ma Rabbên ji hev cihê bi xêr in an jî ew Allah ê (ku di zat û fiêl û sifetên xwe de yekane) Wahid û (ew ê her tişt jê re sitûxwar û di bin hukmê wî de ne) Qahhar (bixêrtir) e?”
Gelî hevalên min ên zîndanê! (Em bên tabîra xewna we.) Wê ji we yek şerabê bide xwedîyê xwe/efendîyê xwe (wê azad bibe); yê din jî bê dardakirin û çivîk/teyr wê ji serê wî bixwin. Mijara ku we dixwest agahî jê wergirin qedîya ye.”
Wekî din malên wî (dahatên pêvek) jî hebû. Dema bi hevalê xwe re axivî got: “Ez bi malê xwe ji te dewlemendtir im û bi hejmara mirovan jî ez ji te xurttir im.”
Dema hevalê wî pê re dipeyivî wiha got: “Nexwe tu wî (Allah) ê ku te berê de ji axê û paşê ji dilopek tovav/menî xuliqandîye û piştre jî te kiriye zilamekî tekûz înkar dikî?”
(Mûsa) got: “Eger piştî vê carê ez tiştekî din ji te bipirsim êdî bi min re hevaltî neke. (Dema tu rêya xwe veqetînî jî) êdî tu li cem min mazur î.”
Bibêje: “Ez li we şîretekî tenê dikim: “Ji bo Allah (li ser navê dîtina heqîyê) dudo bi dudo û yek bi yek bilebitin û paşê bifikirin. (Hûn ê bibînin ku) di wî hevalê we (yê pêxember de) qet tu dînîtî tune. Ew, di berîya ezabekî dijwar de ji hişyarkerekî (ku we hişyar dike) pê ve ne kesekî din e.”
Gazî hevalên xwe kirin. Wî jî rahişt (kêr) ê û (deve) serjêkir.