Îsa (as) û Wesfên Wî
PÊXEMBER (ASS) Û QEWMÊN WAN ÊN BORÎNEAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Sond be me Kitêb dabû Mûsa û me di pey wî re pêxemberan li pey hevdu şand. Me mûcîze dan Îsayê kurê Meryem û me bi Rûhu’l Qudûs (Cibrîl) jî piştgirîya wî kir. Êdî pêxember çi dema bi tiştên ku qîma we pê nayê ji we re hatibe; hûn ê li hemberî wî quretîyê bikin û hûn ê qismek ji wan (pêxemberan) biderewînin û hinekan jî bikûjin?
(Bi bîr bînin!) Wê demê melâîketan gotin: “Ya Meryem! Allah, mizgîna kelîmeyekî ji xwe dide te. Navê wî Îsâ Mesîhê kurê Meryem e. Li dinya û li axîretê bi rûmet e û ew, ji wan ên nêz (î Allah) in.
Çi dema Îsâ hizir kir ku wê bikevin kufrê, got: “(Di vê rêya ku digihîje) Allah de, wê kî ji min re bibe alîkar?” Hewarîyan gotin: “Em alîkarê Allah in. Me îman bi Allah anî û tu jî bibe şahid ku em ji muslîm/ji wan evdên ku berê xwe dane Allah in.”
(Bi bîr bînin!) Dema Allah gotibû: “Ya Îsâ! Ez ê te bidim wefatkirin û rakim/hilînim cem xwe û te ji kafiran (ji dek û hîleyên wan) paqij bikim. Ez ê wan ên didin pey te heta roja qiyametê di ser kafiran re bigirim. Paşê wê vegera we tenê bi bal min ve be. Di mijarên ku hûn tê de îxtîlafê dikin de ez ê hukim bikim.”
Bêguman li îndallah/li cem Allah rewşa Îsâ, weke rewşa Âdem e. (Allah) ew ji axê xuliqand. Paşê jê re got: “Çêbe!” Ew jî hema çêbibû.
Bibêje: “Me bi Allah û bi ya ku li ser me nazil bûne û bi tiştê ji Îbrahîm û Îsmaîl û Îshaq û Yaqûb û zarokên wî re nazil bûye û bi tiştê ji Mûsa û Îsâ û pêxemberên din re ji alî Rabbê wan ve (wehîya) hatîye dayîn, îmân anîye. Em qet cudakarîyê naxin navbera yekî ji wan. Û em teslîmî Allah bûne.
Bêguman çawa me ji Nûh û pêxemberên di pey wî (hatine) re wehîy kiriye me ji te re jî wehîy kiriye. Me ji Îbrahîm re û ji Îsmaîl re û ji Îshaq re û ji Yaqûb re û ji nevîyên wî re û ji Îsâ re û ji Eyyûb re û ji Yûnus re û ji Hârûn re û ji Suleyman re jî wehîy kiribû. Û me Zebûr jî dabû Dawûd.
Sond be ew ên dibêjin “Allah, Mesîhê kurê Meryem bixwe ye” bûne kafir. (Hal ev e ku) Mesîh gotibû: “Gelî Benî Îsraîl! Ji Allah re evdîtî bikin ku ew hem Rabbê min û hem Rabbê we ye.” Bêguman kî ji Allah re şirîk çêke, Allah cennet jê re heram dike. Sitargeha wî agir e. Ji bo zilimkaran tu alîkar jî tune.
Mesîhê kurê Meryem bitenê pêxemberek e! Berî wî jî gelek pêxember hatine û çûne. Dayîka wî jî jineke siddîqê/ripîrast bû. (Îlâhtîya wî û dêya wî ne mimkûn e, lewre) her duyan jî xwarin dixwarin. (Kesê xwarin dixwe tê wateya ku ew hewcedar e, ew ê hewcedar jî teqez nabe îlâh.) Binêre em ayetan ji wan re çawa beyan dikin? Paşê (dîsa) binêre çawa (ji heqîyê) têne vegerandin.
Bi bîr bîne, Allah wiha gotibû: “Ey Îsâyê kurê Meryem! Ma te ji însanan re gotibû: “Ji xeynî Allah min û dêya min wek îlâh bigirin?” Got: “Ez ji hemû kêmasîyan te tenzîh dikim. Ji bo min (ne rast e) ez tiştekî ku ne heqê min e bibêjim. Eger min ew gotibe helbet te pê dizanîbû. (Lewre) tu ya di nefsa min de dizanî lê ez ya di nefsa te de ye nizanim. Bêguman tu, zanayê xeybê yî.”
Zekerîya û Yahyâ û Îsâ Îlyâs jî (hîdayet kir). Hemû ji salihan bûn.
Cihûyan gotin: “Ûzeyîr, kurê Allah e.” Filleyan jî gotin: “Mesîh, kurê Allah e.” Ev gotinên devê wan in û peyvên kafirên berîya xwe dibêjin. Allah wan qehir bike/bikuje, çawa tên vegerandin?
Wan dev ji Allah berdane û hahamê xwe û keşeyên xwe û Mesîhê kurê Meryem ji xwe re kirin Rab. (Lê belê) ew bi îbadeta yek îlâhekî bitenê re hatibûn emirkirin. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. Ew (Allah) ji tiştên ku pê şirîkatîyê dikin berî ye/munezzeh e.
Ji bo ku hûn dîn (bi tewhîdê) li ser pîyan bigirin û hûn tê de nekevin îxtîlafê tiştê ji Nûh re emir kiriye û ya ku me li te wehîy kiriye û ya ku me li Îbrahîm û li Mûsa û li Îsa emir kiriye me ji bo we kir şerîet. Lê ew (tewhîd) a tu wan gazî dikî ji muşrîkan re giran hat. Allah kîjan evdê xwe bixwaze (ji bo tewhîdê û dîneke yekpare) hildibijêre û wan ên ku berê xwe didine wî, digihîjîne hîdayetê.
Dema ku me mîsala (Îsa yê) kurê Meryem da, qewmê te hema dest bi qarewarê kirin.