Kesên Xwedî Aqil

ÎLIM, BÎR BIRIN/AQILMENDÎ, TEFEKKÛR, ÎBRET

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

17ayet hatin dîtin
Kesên Xwedî Aqil
1

Bakara

Ayet: 164Rûpel: 24

Here Ayetê

Bêguman, di xuliqandina erd û esmanan de û di guherîna şev û rojê de û di keştîyên/gemîyên ji bo menfaeta însanan di behrê de dikişin/diherikin de û di ava ku Allah ji asîmanan dadixîne û bi wê avê ew erda mirî sax dike de û di her cureya candaran ku li wê derê belav kiriye de û di beralîkirina bayê de û di wan ewrên ku di navbera erd û esmanan de digerin de (ji bo li ser bê fikirîn ku yê evana xuliqandîye îlâhek tenê ye û hewcetîya evdîtîya wî îlâhê wahîdu’l qahhar re) ji bo kesên aqilmend re delîl hene.

2

Bakara

Ayet: 170Rûpel: 25

Here Ayetê

Dema ji wan re tê gotin: “Tabîê wan tiştên ku Allah nazil kiriye bibin” wiha dibêjin: “(Nexêr!) Berevajî, em ê bidin pey tiştên ku me ji bav û kalên xwe dîtine (me ji xwe re kiriye adet û em hîn bûne).” Erê ma bav û kalên wan bi tiştekî fêm nekiribin û rêya rast nedîtibin jî (wê bidin pey wan)?”

3

Bakara

Ayet: 197Rûpel: 30

Here Ayetê

Hecc, di mehên malûm de ye. Kî di wan mehan de (bikeve îhramê û) hecc li ser xwe ferz bike; (bila bizanibe ku) di heccê de nêzîkbûna jinan û fisq û nîqaş tune/divê tune be. Hûn çi xêrê bikin Allah pê dizane. Qût/Zewade bi dest bixin! Qûtê herî bixêr, teqwa ye. Hew ji min bitirsin û xwe biparêzin, gelî aqilmendan!

4

Bakara

Ayet: 269Rûpel: 44

Here Ayetê

Ji kî re bixwaze hikmetê (kamilbûn û bûyîna li ser peyv û helwesta rast) dide wî. Ji kî re jî hikmet hatibe dayîn, muheqeq pirzêde xêr lê hatîye dayîn. Enceq ew ên aqilmend difikirin û şîretan digirin.

5

Âl-i İmrân

Ayet: 7Rûpel: 49

Here Ayetê

Ew e yê ku Kitêb ji te re nazil kiriye. Ji wê (Kitêbê) hinek ayet (bi awayê ku qet tu kes nikare texrîf bike zexm û eşkere û) muhkem in. Ev (ayet) ên hanê (piranîya Kitêb in û perasîya/marîpişta Kitêbê ji van ayetan) pêk tê ku ew ummu’l Kitêb/bingeha Kitêb in. Yên din jî (ji bo ku evdên xwe îmtîhan bike) ayetên (ne eşkere) muteşabih in. Ew ên di dilê wan de merez/nexweşî hene; ji bo ku fitne derxînin û (ayetan li gorî hewa û hewesên xwe) tewîl/şîrove bikin, didin pey ayetên muteşabih. Tewîla/maneya wê ya heqîqî (ya wan ayetan) ji Allah pê ve tu kes nizane. Ew ên di ilim de pêş de çûne dibêjin: “Me pê îman anîye. Hemû ji cem Rabbê me (hati) ne.” Enceq ew ên aqilmend difikirin û şîret digirin.

6

Âl-i İmrân

Ayet: 190Rûpel: 74

Here Ayetê

Bêguman di xuliqandina erd û esmanan de û di guherandina şev û rojê de, ji kesên aqilmend re ayet hene (ku ji xwe re encaman derxin; li ser bifikirin, yê ku van çêkiriye yek îlâhek bitenê ye û evdîtî jî enceq jê re bê kirin).

7

Mâide

Ayet: 100Rûpel: 123

Here Ayetê

Bibêje: "Tu li piranîya/zehfbûna tiştê mirdar ecêbmayî bimînî û (ew tiştê hanê) li xweşa te here jî mirdar û paqij nabin wekehev. Gelî aqilmendan, ji Allah bitirsin da ku hûn bigihîjin felahê/xelasîyê.”

8

Yûsuf

Ayet: 111Rûpel: 247

Here Ayetê

Sond be di qiseyên wan de ji bo aqilmendan îbret hene. (Ev Qur'an) ne peyvek ku li hev bê anîn e. Lê (Kitêb) ên berîya xwe tesdîq dike û hemû tiştan bi kitekit beyan dike û ji bo koma mumînan jî hîdayet û rahmet e.

9

Ra'd

Ayet: 19Rûpel: 251

Here Ayetê

Erê ma ew ê ku dizane tiştê ji alîyê Rabbê te nazil bûye heq e, qet dibe wekî wî yê kor? Bi tenê ew ên aqilmend şîret digirin.

10

İbrâhîm

Ayet: 52Rûpel: 260

Here Ayetê

Ev (Qur'an) ji bo pê bêne hişyarkirin û bizanibin ku (Allah) yek îlâhek tenê ye û ew ên aqilmend şîretan bigirin ji însanan re hinareyek e/peyamek e.

11

Nahl

Ayet: 12Rûpel: 267

Here Ayetê

Şev û roj û tav û hîv ji bo (xizmeta) we amade kiriye. Stêrk jî bi emrê wî (ji însanan re) stuxwar in. Bêguman di vê de ji bo qewmekî aqilmend re ayet hene.

12

Sâd

Ayet: 29Rûpel: 454

Here Ayetê

Ev (Qur'an) Kitêbeke pîroz e, me ji te re daxistîye da ku li ser ayetên wê bifikirin û yên aqilmend jê şîret bigirin.

13

Zumer

Ayet: 9Rûpel: 458

Here Ayetê

(Ma ev,) an jî ew kesê ku şevên xwe di qiyam û secdê de diborîne û xwe ji (ezabê) axîretê diparêze û bi hêvîya rahmeta Allah ji dil û bênavber (îbadetê Allah dike, bixêrtir e)? Ma ew ê zana û yên nezan qet dibin wekhev? Enceq ew ên aqilmend şîret digirin.

14

Zumer

Ayet: 18Rûpel: 459

Here Ayetê

Ew li gotinê guhdarî dikin û tabiê ya herî xweşik dibin. Evana, kesên ku Allah hîdayet daye wan in. Evana, kesên aqilmend bixwe ne.

15

Zumer

Ayet: 21Rûpel: 459

Here Ayetê

Ma qey te nedît ku Allah ji esmanan avê dadixîne û li ser rûyê erdê bi avzênan (û kanîyan) ve diherikîne? Paşê bi wê jî çandinîyên rengîn derdixîne û piştre ew zûwa dibe û tu wê zerbûyî dibînî. Paşê dike qirş û qalên hişk û hilweşîyayî. Bêguman di vê de (li ser bihorbarîya jiyana dinyayê de) ji bo aqilmendan şîretek heye.

16

Mu'min (Ğafir)

Ayet: 54Rûpel: 472

Here Ayetê

(Ew,) ji bo aqilmendan hîdayet û şîret e.

17

Talak

Ayet: 10Rûpel: 558

Here Ayetê

Allah ji bo wan ezabekî dijwar amade kiriye. (Di wê rewşê de) gelî aqilmendan, ji Allah bitirsin û xwe biparêzin! Muheqeq Allah, ji we re zikir/Qur'an daxistîye.