Qesîsî
EXLAQAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ew ên ku Allah ji lutf û îhsana xwe (nîmetan) daye wan û qesîsîyê dikin hene, bila zen nekin ku (ev qesîsî) ji bo wan xêr e. (Nexêr, ne wisan e.) Berevajî ev ji wan re şer e. Wê roja qiyametê, tiştê ku pê temahî dikirin wê di sitûyê wan de bê pêçandin. Mîrasa/Pêmayîya erd û esmanan aîdê Allah e. Allah, ji tiştên ku hûn dikin agahdar e.
Ew in ku; qesîsîyê dikin û emrê temahîyê li însanan dikin. Ew (nîmet) ên ku Allah ji lutf û îhsana xwe daye wan vedişêrin. Me ji bo kafiran ezabekî riswaker hazir kiriye.
Gelî ew ên îmân anîne! Bêguman ji ehbar (haham) û ruhbanan (keşeyan) pirên wan malên însanan bi neheqî dixwin û pêşî li rêya Allah digirin. Ew ên zêr û zîvan kom dikin û di rêya Allah de înfaq nakin hene, mizgîna ezabekî biêş û jan bide wan.
Wê rojê ew (zêr û zîvên ku zekâta wan ne didan) di agirê cehennemê de têne sorkirin û enîya wan û kêlekên wan û pişta wan bi wan têne daxkirin (û ji wan re wiha tê gotin:) “Ha ew ên we ji bo xwe komkirine ev in. Êdî ezabê van tiştên we kom kirine tam bikin!”
Çi dema Allah ji lutf û îhsana xwe da wan tamahî kirin û bi rewşeke bê eleqe de (ji soza xwe) rû vegerandin.
Ji tirsa xîzanîyê/feqîrtîyê zarokên xwe nekujin. Rizqê wan jî û rizqê we jî em didin. Bêşik kuştina wan, gunehekî zehf mezin e (cirmekî pir giran e).
Bibêje: “Eger hûn bibûna xwedîyê xezîneyên rahmeta Rabbê min jî ji tirsa qedînê/xelasbûnê dê we çavtengî/qesîsî bikira. Jixwe însan pir tima/destgirtî ye.”
(Di demên ku ew kêm caran tên jî) li dij we xwedbîn/bexîl in. Tu dibînî ku dema tirs bi wan digire, weke (rênîna) wî yê ku ji xofa mirinê bi bêhişî ketîye li te dinerin. Lê çaxê tirs dibore jî wekî ku ji xêrê re pir zebun in bi zimanê xwe yê tuj bi we re diaxivin (we rexne dikin û we diêşînin). Evana îman neanîne, Allah jî amelên wan pûç/betal kiriye. Ev, ji bo Allah pir hêsan e.
Ha, rewşa we ev e: Hûn hatine gazîkirin ku malên xwe fîsebîlîllah înfaq bikin, lê ji nav we hinek qesîsîyê dikin. Her kî qesîsîyê bike, ew bitenê di aleyha xwe de qesîsî dike. Allah, (ew ê her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xenîy e. Yên hewcedar hûn in. Eger hûn rû vegerînin wê (di şûna we de) qewmekî din bîne û (paşê) ew nabin wekî we jî. (Îtaetî Allah dikin.)
Ew in ku; qesîsî dikin û qesîsîyê li însanan jî emir dikin. Kî jî (ji îtaeta Allah) rû vegerîne Allah, (ew ê her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xenîy û (yê ku herî zêde hemd û pesinandinê heq dike û ji alîyê heyînan ve tê pesinandin) Hamîd e.
Bi qasî hêz û quweta xwe/bi qasî hûn dikarin ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Bibihîzin û îtaet bikin. Wek xêr ji bo xwe înfaq bikin. Kî jî xwe ji qesîsîya nefsa xwe biparêze ha ew ên gihîştine xelasîyê ew bixwe ne.