Rûvegerandina Ji Kesên Înkar Dikin

MÛMÎN, MUSLÎM, KAFIR, MUŞRÎK, MUNAFIQ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

20ayet hatin dîtin
Rûvegerandina Ji Kesên Înkar Dikin
1

En'âm

Ayet: 70Rûpel: 135

Here Ayetê

Tu wan ên ku dînê xwe kirine lîstik û şahî û bi jiyana dinyayê hatine xapandin (di halê xwe de) bihêle. Tu (bi Qur'anê) li wan şîretan bike ku bila tu kes ji ber gunehên ku kirine helak nebe. Ji xeynî Allah ji wî (nefsî) re ne dost û ne şefaetvan hene. Ew hemû hebûna xwe bike fidye jî ew in ku (fidye) ji wan nayê qebûlkirin. Ha ew in ku ji ber kar û kirinên xwe ên ketine helakê. Ji ber kufra wan ji wan re vexwarineke kelîyayî û ezabekî biêş û jan heye.

2

Secde

Ayet: 30Rûpel: 416

Here Ayetê

Tu rû ji wan vegerîne û li hêvîyê be/çav li rê be. Bêguman ew jî li hêvîyê ne/disekinin.

3

Saffât

Ayet: 174Rûpel: 451

Here Ayetê

Heta demekê tu berê xwe ji wan vegerîne.

4

Saffât

Ayet: 175Rûpel: 451

Here Ayetê

Çavnêrîya wan bike! Wê di nêz de (ew ê jî) bibînin.

5

Saffât

Ayet: 176Rûpel: 451

Here Ayetê

Erê ma ew (ji bo hatina) ezaba me dilezînin?

6

Saffât

Ayet: 177Rûpel: 451

Here Ayetê

Dema ku (ezab) dadikeve qada jiyana wan, sibeha wan ên ku hatine hişyarkirin, çiqas xerab dibe.

7

Saffât

Ayet: 178Rûpel: 451

Here Ayetê

Heta demekê tu berê xwe ji wan vegerîne.

8

Saffât

Ayet: 179Rûpel: 451

Here Ayetê

Çavnêrîya wan bike! Wê di nêz de (ew ê jî) bibînin.

9

Zâriyât

Ayet: 54Rûpel: 522

Here Ayetê

Ji wan rû vegerîne. Êdî lome ji te nayê kirin.

10

Tûr

Ayet: 45Rûpel: 524

Here Ayetê

(Madem ew îman naynin, nexwe) tu heta wê roja ku li ezab diqelibin wan di halê xwe de bihêle.

11

Necm

Ayet: 27Rûpel: 526

Here Ayetê

Bêguman ew ên îman bi axîretê naynin melaîketan bi navên mê dinavînin.

12

Necm

Ayet: 28Rûpel: 526

Here Ayetê

Di vê mijarê de qet tu zanîna wan tune. Bitenê didin pey zen ê. Bi rastî zen (wekî heq ne sipartîya agahîya qethî/wehîyê ye. Ji ber vê jî) nakeve şûna heqê/(diltêrîya/îtmînana) ku heq pêk tîne di zenê de tune.

13

Necm

Ayet: 29Rûpel: 526

Here Ayetê

Tu ji wî kesê rû vegerîne ku wî pişta xwe daye zikra/Kitêba me û ew bitenê jiyana dinyayê dixwaze.

14

Necm

Ayet: 30Rûpel: 526

Here Ayetê

Ev, asta/mertebeya ku di ilmê de gihîştinê ya dawî ye. Bêguman Rabbê te bi wan ên ku xerifîne jî û yên li ser hîdayetê ne jî herî çêtir dizane.

15

Kamer

Ayet: 4Rûpel: 527

Here Ayetê

Sond be ji wan re, agahîyên (qewmên berê ku wan ji derewandin û tabîbûna hewesên wan) bigire hat.

16

Kamer

Ayet: 5Rûpel: 527

Here Ayetê

(Ew agahî,) di asteke ku şêwaza wê pir bandorker û bi hikmet e. Lê belê hişyarî (ji ew ên qîma xwe naynin re) feyde nade.

17

Kamer

Ayet: 6Rûpel: 527

Here Ayetê

Herwiha, tu ji wan rû vegerîne. Ew roja ku wê bangvan gazî tiştekî erjeng/nenas bike,

18

Meâric

Ayet: 40Rûpel: 569

Here Ayetê

Bi Rabbê rojhilatan û rojavayan sond dixwim ku, bêguman em kara ne/muqtedîr in.

19

Meâric

Ayet: 41Rûpel: 569

Here Ayetê

Em dikarin ku hinekan ji wan bixêrtir bînin şûna wan û biguherînin… Kes wê nikaribe bikeve pêşîya me (ji ya ku em bikin re bibin manî).

20

Meâric

Ayet: 42Rûpel: 569

Here Ayetê

Hetanî rastî wê roja ku pê hatibûn tehdîtkirin dev ji wan berde bila noqî (batilê) bibin bileyzin (û pêmijul bibin).