Sedeqe
ÎBÂDET - AMELÊN BIXÊRAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Qencî ne ew e ku hûn berê xwe bidin bi hêla rojhilat ve an jî bi hêla rojava ve. (Di heqîqetê de) qencî; bikaranîna kesên mumîn in ku bi Allah û bi roja axîretê û bi melaîketan û bi Kitêban û bi pêxemberan îmân tînin û digel jê hez dikin jî ji malên xwe didin eqrebayên xwe û sêwîyan û xîzanan û rêwîyên di rê de mane û parsekan û koleyan; û nimêj dikin û zekâtê didin û girêdayîyê soza/ehda xwe ne û di dema tengezarîyê û di nexweşîyê de û di şerê de sebir dikin. Ha evana yên sadiq in. Ew ên mutteqî jî ew bixwe ne.
Mîsala wan kesên ku malên xwe di rêya Allah de înfaq dikin, wekî rewşa libek tovê heft sinbilan hêşîn dike ku di her sinbilekî de jî sed lib hene. Allah ji kî re daxwaz bike (berdêla amelê wî) qat bi qat zêde didê. Allah (ew ê bi lutf û îhsana xwe hemû heyînan dorpêç dike) Wasî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ew in ku; malên xwe di rêya Allah de înfaq dikin û piştî (ku înfaq dikin jî) ji bo vê înfaqa ku kirine minnet û ezîyetê nakin. Li cem Rabbê wan ji bo wan xelat hene. Ji wan re tirs tune û ew xemgîn jî nabin.
Gotineke xweş û lêborîn/efûkirin, ji sedeqeya ku li dûv wê ezîyet hebe hê bixêrtir e. Allah, (ew ê her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xenîy û (ew cezayên ku heq dikin jî ji ser evdên xwe bi paş ve davêje/texîr dike) Halîm e.
Gelî ew ên îmân anîne! Sedeqeyên xwe bi minnet û bi serhev de kirinê û (ji însanan re) bi ezîyetê pûç/betal nekin. Wekî wî (kes) ê ku malê xwe bi rîyakarî dide, lê bi rastî îmân bi Allah û bi roja axîretê neanîye... Halê wî kesî dişibe rewşa zinarekî/tehtekî ku li ser wî hinek ax hebe, dema baran lê dide (axa li ser dişo û) wê rût û hilû dihêle. Qet tu (mikafata) amelên wan (li îndallah/li cem Allah tune û ji karên xwe) sûdmend nabin. Allah, koma kafiran hîdayet nake.
Mîsala wan kesên ku malê xwe ji bo rizaya Allah bi dest bixin û (pêbawer in ku ev emrê Allah e û xêra wê ji Allah hêvî dikin) bi bawerîyeke xurt înfaq dikin jî weke mîsala wî bexçeyê xweşik e ku li serê girekî be û baraneke gur lê bibare û berên xwe/fêkîyên xwe du qat daye. (Ji ber ku cihê wî bilind e) baran lê ne de jî (sivik sivik) dixunive. Allah, tiştên ku hûn dikin dibîne.
Ma kî ji we dixwaze (di rewşeke wisan de be ku) bexçeyekî wî yê xurmeyan û mêwan hebe û di binî de çem biherikin û di nav de ji her çeşîdê fêkîyan hebin. Ew jî ixtîyar bibe û di wê demê de zarokên wî yên zeîf/biçûk hebin. (Dixwest ku bexçeyekî wisa ji zarokên xwe re bihêle) lê ji nîşka ve bahozekî bişewat bi ser de were û ew bexçe bişewite. (Çawa ku hûn vêya naxwazin, di wê dema hûn herî zêde hewcedarê amelan in bi rîya û bi minnetê û bi ezîyetê amelên xwe berhawa nekin û destevala nemînin.) Ji bo ku hûn bifikirin Allah, ayetên xwe ji bo we beyan dike.
Gelî ew ên îmân anîne! Ji tiştên paqij ku we bi dest xistine û ya ku me ji bo we ji erdê derxistine înfaq bikin. Ew malê bêqîmet/jirêzê ku hetanî hûn ji xwe re çavgirtî nestînin, (wek sedeqe) nedin. Allah, (ew ê her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xenîy û (yê ku herî zêde hemd û pesinandinê heq dike û ji alîyê heyînan ve tê pesinandin) Hamîd e.
Şeytan (ji bo ku hûn malê xwe yên birûmet û layiqê înfaqa fîsebîlîllah nedin) we bi feqîrtîyê/bi xizanîyê ditirsîne û emrê fuhşîyatê/xerabîyê li we dike. Allah jî ji cem xwe mexfîret û lutfê wead dike. Allah (ew ê bi lutf û îhsana xwe hemû heyînan dorpêç dike) Wasî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
(Mutteqîyên ku cennetê heq kirine) ew ên sebirvan û sadiq/dilrast û ji dilûcan (ji Allah re) îtaetê dikin û înfaq dikin û berbangê de/serê sibehê de îstîxfarê dikin in.
Ji Allah re îbadetê bikin û qet tiştekî ji wî re nekin şirîk. Li dê û bav û eqrebayan û li sêwî û belengazan û li cîranên xwe yên nêz û dûr û li hevalên cem xwe û li rêwîyên di rê de mane û li ew ên li ber destê we ne (kole û carîye) re qencîyê bikin. Bêguman Allah ji wan kesên mezinayî û quretîyê dikin hez nake.
Ew ên teşwîqa sedeqeyê an qencîyê an jî lihevanîna di navbera însanan dikin ne tê de, di pirên pistepistên wan ên bi dizî de xêr tune. Kî jî vêya, (karê teşwîqa qencîyê) ji bo razîbûna Allah bike, em ê ecirekî mezin bidin wî.
Di malên wan de pareke diyarkirî heye.
Ji bo (xîzan) ên xwazok û mehrûm.
“Me kesên miskîn/xîzanên hewcedar têr nedikir.”
Qet/Tu car! (Dewlemendî û feqîrtî bitenê îmtîhanek e. Ew ên bê rûmet/riswaker ew kes ên xwedîyê van taybetîyên ha ne:) Hûn li sêwîyan îkramê/qencîyê nakin.
Hûn hevdu ji bo têrkirina feqîran teşwîq jî nakin.
Hûn mîrasa (jin û sêwîyan) qet dîqat nakin û dixwin.
Hûn hezkirineke pirzêde hez mal jî dikin.
Tu yê ji ku derê bizanibî ka pala asê/aqebe çi ye?
Ew, azadkirina koleyan e.
An jî di roja birçîbûnê de têrkirin e.
Sêwîyekî nêz (eqrebe),
An jî miskînekî/feqîrekî hewcedar (destteng) ê li erdêmayî.
Paşê jî bibe ji wan ên ku îman anîne û qewîtîya sebr û merhametê li hevdu dikin.
Ew ên (ji Allah) ditirsin û xwe diparêzin (xwedî teqwa) jê dûr tên girtin.
Ew e ku; xwe bi dayîna malê xwe paqij dike.
Li cem wî nîmetê/deynê qet tu kesî tune ku berdêla wî bê dayîn hebe.
(Berevajî) ji bo razîbûna Rabbê berz/bilind bi dest bixe (dike).
Qet tu guman tune, di pêş de (bi ew xelata ku Allah daye) wê razî bibe.