Bakara
Ayet: 48Rûpel: 6
Xwe ji wê rojê biparêzin ku; (ew roj) qet tu kes nakeve şûna kesekî din û şefaet ji tu kesî nayê qebûlkirin û ji tu kesî fidye nayê sitendin û alîkarî jî li wan nayê kirin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 48Rûpel: 6
Xwe ji wê rojê biparêzin ku; (ew roj) qet tu kes nakeve şûna kesekî din û şefaet ji tu kesî nayê qebûlkirin û ji tu kesî fidye nayê sitendin û alîkarî jî li wan nayê kirin.
Ayet: 123Rûpel: 18
Xwe ji rojeke wisan biparêzin ku (ew roj) qet tu nefis nakeve şûna nefsekê din (kes di ber kesekî de nayê cezakirin) û ji tu kesî fidye nayê qebûlkirin û şefaet bi kêrî kesî nayê û alîkarî jî li wan nayê kirin.
Ayet: 254Rûpel: 41
Gelî ew ên îmân anîne! Berîya ku ew roja ku tê de ne tîcaret û ne dostanî û ne jî şefaet heye bi ser we de bê, ji rizqên ku me daye we (di rêya Allah de) înfaq bikin. Ew ên kafir, zalim bixwe ne.
Ayet: 255Rûpel: 41
Allah... Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh nîn e. Ew (xwedî heyat û yê ku heyatê dide hemû mexluqatan) Hayy û (ji bo hebûnê qet ne muhtacê tu tiştî ye lê hebûna her tiştî girêdayîyê wî) Qayyûm e. Ne dihênije û ne jî xew pê digire. Li erdê û li esmanan her çi hebe yê wî ne. Ma heta îzna wî nebe kî dikare li balê şefaetê bike? Ew bi tiştên ku mirov dikin û (tiştên ku) kirine pê dizane. Ew ji xeynî tiştên wî xwestî- ye, ji îlmê wî tiştekî fêm nakin. Kursîya wî erd û asîmân di xwe de vehewandîye/zeft kiriye. Parastina wan (erd û asîmanan) ji wî re giran nayê. Ew, (bi zat û sifetên xwe pir bilind) Alîy û (bi zat û sifetên xwe pir mezin) Azîm e.
Ayet: 51Rûpel: 132
Tu ew (mumîn) ên ditirsin ku wê di hizûra Rabbê xwe de bêne civandin bi wê (Qur'anê) wan hişyar bike. Ji wî (ji Allah) pê ve ji bo wan ne dost û ne jî şefaetvan heye. (Wan bi Qur'anê hişyar bike ku) hêvî heye bitirsin û xwe biparêzin.
Ayet: 94Rûpel: 138
Sond be, wekî ku me cara pêşîn hûn bi tenê xuliqandibûn, vaye dîsa hûn tenê bi serê xwe hatin cem me. Tiştên me wek nîmet dabûn jî we li pey xwe hiştin. Ew şirîkên hûn pê bawer bûn ku wê şefaetê li we bikin jî me li cem we nedîtin. Sond be, pêwendîyên di navbera we de qut bû û ew ên we guman dikir (ku wê feyde bidin we) winda bûn, çûn.
Ayet: 53Rûpel: 156
Ma ew, ji tewîla/ji pêk hatina wê (heqîqeta ku agahîya wê daye) pê ve li hêvîya tiştekî din in? Roja ku tewîla/pêk hatina wê tiştê (ku pê agahdar bûn) were, ew kesên berê ku ew ji bîr kiribûn wê bibêjin: “Bêguman Rasûlên Rabbê me ji me re ya heq anîbûn. Gelo aniha şefaetvanên ku li me şefaetê bikin (ji bo em ji ezabê Allah xelas bibin) heye? An jî em ê şûnde (li dinyayê) bihatana vegerandin û ji ên ku me berê kiribûn cuda amelên din (amelên ku Allah ji wan razî ye) bikirana?” Muheqeq ewana xwe bixwe xisirandine û ji ber xwe ve bêbextî (û xurafe) yên lihev anîbûn (û li Allah kiribûn) winda bûn çûn.
Ayet: 3Rûpel: 207
Bêguman Rabbê we, ew Allah e ku; erd û esman di şeş rojan de xuliqandîye û paşê îstîwayî erşê kiriye û hemû karan îdare dike. Heta ew destûrê nede tu şefaetwan nikare şefaetê bike. Ha, Rabbê we Allah ev e. (Nexwe) ji wî re îbadet bikin. Hûn şîret nagirin?
Ayet: 18Rûpel: 209
Ew dev ji Allah berdidin û ji wan tiştên ku feyde û zerar nagihîje wan re îbadet dikin û (wiha) dibêjin: “Evana li îndallah/li cem Allah ji bo me şefaetvan in.” Bibêje: “(Allah, îbadeta ji van heyînan re teqez meşrû nekiriye û rayeya şefaetê nedaye wan. Digel vê bi van îdîayan) hûn agahîya tiştê li erd û esmanan ku Allah bi wan ne xeberdar e didin?” Ew (Allah), ji wan tiştên ku jê re şirîk çêdikin munezzeh û herî bilind e.
Ayet: 109Rûpel: 318
Wê rojê ji xeynî ew ê Rahmân destûr daye wan û ji gotina wan qayîl bûye pê ve şefaeta tu kesî wê feyde nede.
Ayet: 28Rûpel: 323
Bi tiştên pêşîya wan jî û li dû wan jî dizane. Ji wan kesên ku ew (Allah) ji wan qayîl e/razî ye pê ve şefaetê li tu kesî nakin. Û qelbê wan ji ber xofa/ji ber tirsa wî direcifin/dilerizin.
Ayet: 23Rûpel: 430
Li cem wî, ji xeynî kesê ku destûr daye wan pê ve şefaeta qet tu kesî feyde nade. Dema ku ji qelbên wan (melaîketan) tirs diçe wiha dibêjin: “Rabbê we çi ferman kir?” (Wek cewab hemû bi hev re) dibêjin: “Tiştê heq got. Ew, (bi zat û sifetên xwe herî bilind) Alîy û (yê herî mezin) Kebîr e.”
Ayet: 18Rûpel: 468
Tu wan bi Yewmu’l Azife/bi roja ku nêzîk dibe hişyar bike. Wê demê dil tên ber devan û (ji tirs û fikarê) dadiqurtînin. Ji bo zaliman ne dostekî nêz û ne jî şefaetvanekî ku şefaeta wî tê pêkanîn heye.
Ayet: 86Rûpel: 494
Ji xeynî wî ew ên dûa ji wan re dikin, ne xwedîyê rayeya şefaetê ye. Enceq ew ên bizanebûn li ser heqîyê şahidî didin, ne tê de.