Sînora Rayeya Pêxember (ass)
PÊXEMBER (ASS)Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Bibêje: “Ez ji we re nabêjim ku xezîneyên Allah li cem min in û ez bi xeybê jî nizanim û ji we re nabêjim ez melâiketim jî. Ez ji tiştê ji min re wehîy bûye pê ve nadim pey tiştekî din.” Bibêje: “Erê ma kor û bînende dibin wekhev? Ma qey hûn nafikirin?”
Ew (Qur'an), digel ku heq bû jî qewmê te ew derewandin. Bibêje: “Ez li ser we ne (ew ê ku îş/kar ên we hewaleyê wî dibin an jî li ser xweşkirina heqê we) wekîl im.”
Bêguman ji cem Rabbê we ji we re dûrendîşên/basîretên (ku feraset û kûrebîn bi dest we dixe) hatîye. Êdî kî (bi vêya heqîyê) bibîne feyda wê ji wî re ye. Kî jî (çavê xwe li heqîyê bigire û) nexwaze bibîne zerara wê jî ji wî re ye. Ez li ser we ne parêzvan/çavnêr im.
Tu bibe tabiê ya ku Rabbê te ji te re wehîy kiriye! Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tunin. Berê xwe ji muşrîkan vegerîne.
Eger Allah bixwesta wan şirîk çênedikirin. Me tu li ser wan nekiriye (yekî) çavnêr û parêzvan. Û tu li ser wan ne wekîlî jî.
Bibêje: “Daxwaza Allah ne tê de, ez ne xwedî hêz im ku zerarekê ji an jî feydeyekî bidim xwe. Ji her ummetê re ecelek heye. Dema ecelê wan bê, ne seatekî/lehzeyekî paş de dimînin û ne jî seatekî pêş ve diçin.”
Bibêje: “Gelî însanan! Muheqeq ji we re ji Rabbê we heq hatîye. Her kî hîdayet bibîne (bide pey heqîyê) ji bo xwe hîdayet dîtîye. Her kî jî (bi rû vegerandina heqîyê) bixerife di aleyha xwe de xerifîyê. Ez li ser we ne wekîl im (ku we bi zorahî ji rêşaşîtîyê biparêzim û berê we bidim bal bi heqîyê ve).
Ji ber ku gotine: “De bila xezîneyek jê re bihata daxistin an jî melâîket pê re bihatana” ma qey wê singa te teng bibe û tu yê dev (ji vegotina) qismek ji wan tiştên ku ji te re wehîy bûne berdî? Tu, enceq hişyarkerek î. Allah, wekîlê li ser her tiştî ye.
Ew ên şirîk çêdikirin gotin: “Eger Allah daxwaz bikira me û kalanên xwe ji wî pê ve ji tiştekî din re îbadet nedikir û me ji xeynî emrê wî tiştek heram nedikir.” Ew ên berî wan jî wiha kiribûn. Wezîfa pêxemberan, qey ji teblîxa eşkere pê ve tiştekî din e?
Eger ew rû vegerînin êdî tiştê li te dikeve tenê teblîxeke eşkere ye.
Me tu wek mizgînvan û hişyarker şandîye.
Gotin: “Ma ne hewce bû ku ji Rabbê wî ayetek/mucîzeyek jê re bihatibana?” Bibêje: “Ayet, enceq li îndallah/li cem Allah in. Û ez bitenê hişyarkerekî eşkere me.”
Eger rû vegerînin, me tu li ser wan nekiriye çavdêr (ku amelên wan qeyd bikî). Wezîfeya te bitenê teblîx e. Bêguman em, dema ku ji alî xwe ve rahmetekê bi însan ditamînin ji ber vê yekê kêfxweş dibe û rû digire. Lê dema ji ber (amelên keda) destê wî xerabîyek tê serê wî, bi rastî însan dibe ji nankoran.
Bibêje: “Ez ne ewilê/pêşîvanên pêxemberan im. Û ez nizanim wê çi ji min ji û ji we bê kirin. Ez bitenê didim pey wehîya ku ji min re hatîye. Ez enceq hişyarkerekî vikîvekirî me.”