Yaqûb (as)
PÊXEMBER (ASS) Û QEWMÊN WAN ÊN BORÎNEAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Bibêje: “Me bi Allah û bi ya ku li ser me nazil bûne û bi tiştê ji Îbrahîm û Îsmaîl û Îshaq û Yaqûb û zarokên wî re nazil bûye û bi tiştê ji Mûsa û Îsâ û pêxemberên din re ji alî Rabbê wan ve (wehîya) hatîye dayîn, îmân anîye. Em qet cudakarîyê naxin navbera yekî ji wan. Û em teslîmî Allah bûne.
Bêguman çawa me ji Nûh û pêxemberên di pey wî (hatine) re wehîy kiriye me ji te re jî wehîy kiriye. Me ji Îbrahîm re û ji Îsmaîl re û ji Îshaq re û ji Yaqûb re û ji nevîyên wî re û ji Îsâ re û ji Eyyûb re û ji Yûnus re û ji Hârûn re û ji Suleyman re jî wehîy kiribû. Û me Zebûr jî dabû Dawûd.
Me Îshaq û Yaqûb wek diyarî da Îbrahîm. Me hemûyan hîdayet kir. Berê jî me Nûh û ji zurîyeta wî Suleyman û Eyyûb û Yûsuf û Mûsa û Hârûn jî hîdayet kiribû. Ha em xelatên muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin wiha didin (wan).
Jina wî li pîya bû û kenîya. Me mizgînîya Îshaq û di piştî Îshaq de jî mizgînîya (weladeta) Yaqûb da wî.
“Min da pey dînê bavên xwe Îbrahîm û Îshaq û Yaqûb. Ji me re nabe ku em bi tiştekî ji Allah re şirîkan çêbikin. Ev hem ji me re hem jî ji însanan re lutf û îhsana Allah e. Lê pirên însanan şikur nakin.”
Dema ku (Îbrahîm) wan û ew ên ji xeynî Allah dûayê wan dikirin terikand û ji wan veqetîya, me jî Îshaq û Yaqûb danê. Me hemûyan kir pêxember.
Me Îshaq û Yaqûb da wî. Û me nubûwet û Kitêb da zurîyeta wî. Me mikafata wî li dinyayê dayê. Bêşik ew li axîretê jî ji salihan e.
Îbrahîm û Îshaq û Yaqûb jî bi bîr bîne ku ew; ji evdên me yên bi hêz û bi besîret bûn.