Bakara
Ayet: 40Rûpel: 6
Gelî Benî Îsraîl! Ew nîmetên ku min dane we bi bîr bînin. Hûn girêdayîya wê ehda ku we dabû min bimînin da ku ez jî ehda ku min daye we bi cih bînim. Û bitenê ji min bitirsin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 40Rûpel: 6
Gelî Benî Îsraîl! Ew nîmetên ku min dane we bi bîr bînin. Hûn girêdayîya wê ehda ku we dabû min bimînin da ku ez jî ehda ku min daye we bi cih bînim. Û bitenê ji min bitirsin.
Ayet: 83Rûpel: 11
(Bi bîr bînin!) Me ji Benî Îsraîl soz sitendibû û me gotibû: “Hûn ji Allah pê ve ji kesî re îbadet nekin û li dê û bavê xwe û merivên xwe û sêwîyan û miskînên/xîzanên hewcedar re qencîyê bikin. Ji însanan re gotinên xweş bibêjin. Nimêja xwe rasterast bikin û zekâta xwe bidin.” Piştre ji xeynî pir hindik kesan (pirên we) ji ehda xwe zivirîn û hê jî rû vedigerînin.
Ayet: 84Rûpel: 12
(Bi bîr bînin!) Dema me ji we wiha soz sitendibû: “Hûn ê xwîna hev nerjînin û hûn ê hevdu ji warê hev dernexin.” Paşê we (ew soza dabû) qebûl/îqrar kir û hûn hê jî (li ser soza xwe) şahidîyê dikin.
Ayet: 85Rûpel: 12
Piştî vê (digel soza we dabû, dîsa) hûn hevdu dikujin û hin ji we yên din ji warên wan derdixin û hûn li hemberî wan di gunehkarî û di dijminahîyê de alîkarîya hev dikin. Dema (hemdîn ên/hemol ên we) bi êsîrî/bi dîlî werin cem we û digel ku derxistina ji warên wan li ser we hatîye heramkirin jî hûn (di muqabilê azadîya wan de) fidye ji wan distînin. Nexwe hûn bi qismekî Kitêbê îmân tînin û qismekî jî înkar dikin? Ji we her kî wisan bike cezayê wî di heyata dinyayê de rezîlî û riswatî ye û roja qiyametê jî wê bi bal ezabê herî dijwar ve bên vegerandin. Allah, ji amelên we ne xafil e.
Ayet: 86Rûpel: 12
Ewana kesên wisan in ku axîreta xwe di muqabilê heyata dinyayê de firotine. Ezab li ser wan sivik nabe û alîkarî jî li wan nayê kirin.
Ayet: 87Rûpel: 12
Sond be me Kitêb dabû Mûsa û me di pey wî re pêxemberan li pey hevdu şand. Me mûcîze dan Îsayê kurê Meryem û me bi Rûhu’l Qudûs (Cibrîl) jî piştgirîya wî kir. Êdî pêxember çi dema bi tiştên ku qîma we pê nayê ji we re hatibe; hûn ê li hemberî wî quretîyê bikin û hûn ê qismek ji wan (pêxemberan) biderewînin û hinekan jî bikûjin?
Ayet: 88Rûpel: 12
Gotin: “Qelbên me (li dijî vegotinên te) nuxamtî/perdekirî ye.” (Na, ne wisan e!) Berevajî, ji ber kufra wan, Allah lanet li wan kiriye. (Ji ber vê yekê) pir kêm îman tînin.
Ayet: 89Rûpel: 13
Çi dema ji wan re, ji îndallah Kitêbeke ya li cem wan (Tewrat) tesdîq dike tê -Hal ev e ku wan demên borî de li dijî kafiran (bi vê Kitêbê) ji Allah serkeftinê hêvî dikirin- ew înkar kirin. Laneta Allah li ser wan kafiran be.
Ayet: 90Rûpel: 13
Ji ber ku Allah ji fezl (û kerem) a xwe Kitêb ji evdê xwe ya ku jê re daxwaz kiribe daxistîye bi hesûdî/bi zêdepêdeçûn înkar kirina wan, ji bo wan sitendineke çiqas xerab e! (Bi vê karên xwe) xezeb li ser xezebê ketin. (Li axîretê jî) ji bo kafiran ezabekî riswaker heye.
Ayet: 91Rûpel: 13
Dema ji wan re tê gotin: “Îman bi wê ya ku Allah nazil kiriye bînin.” Wiha dibêjin: “Em tenê bi tiştê ji me re nazil bûye îmân tînin.” Digel ku ya li cem wan tesdîq dike û heq e jî ya di pey wê re hatîye (Qur'an) înkar dikin. Bibêje: “Madem hûn mumîn bûn, nexwe çima berî niha we pêxemberên Allah dikuştin?”
Ayet: 92Rûpel: 13
Sond be Mûsa bi delîlên eşkere ji we re hatibû. Lê we piştî ew golik ji xwe re (wek îlâh) girt. Ha hûn zilimkarên wisan in.
Ayet: 93Rûpel: 13
(Bi Bîr Bînin!) Dema ku me soz ji we wergirt û Çiyayê Tûr bi ser we de rakir û me got: “Bi (Kitêb) a me daye we zexim bigirin û gûh bidinê.” Gotin: “Me bihîst lê em guhdarî nakin.” Ji ber înkarkirina wan, hezkirina golikê di qelbê wan de hatibû dagirtin/hezkirina golikê ji dilê wan ve hatibû vexwarin. Bibêje: “Eger hûn mumîn in, îmâna we çi tiştên xerab emrê we dike?”
Ayet: 94Rûpel: 14
Bibêje: “Eger li îndallah/li cem Allah, heyata axîretê ne ji însanan re ji bo we tenê be û hûn jî di vê îdîaya xwe de rast bin, de ka mirinê daxwaz bikin (em binêrin).”
Ayet: 95Rûpel: 14
Ew ji ber (kirinên) ku teqdîm kirine, tu carî mirinê daxwaz nakin. Allah bi zaliman dizane.
Ayet: 96Rûpel: 14
Sond be; tu yê wan bibînî ku ji hemû însanan pirtir azwerê/dilxwazê hayata dinyayê ne. (Wisan ku) ji muşrîkan jî hê zêdetir dildayîyê heyata dinyayê ne. Ji wan her yek dixwaze ku hezar salî bijî. Dayîna jiyana ew qas jê re, wî ji ezabê rizgar nake. Allah, tiştên ku ew dikin dibîne.
Ayet: 97Rûpel: 14
Bibêje: “Kî ji Cibrîl re dijmintî bike; (bila bizanibe ku) wî, ew (Qur’an) a ku (Kitêbên) berî xwe tesdîq dike û ji bo mumînan hîdayet û mizgîn e biîznîllah nazilê ser qelbê te kiriye.”
Ayet: 98Rûpel: 14
Kî jî dijminê Allah û melaîketên wî û pêxemberên wî û Cebraîl û Mîkaîl be (bila bizanibe ku) bêguman Allah, dijminê kafiran e.
Ayet: 99Rûpel: 14
Bi sond me ji te re ayetên eşkere nazil kiriye. Ji fasiqan pê ve tu kes (wan ayetan) înkar nake.
Ayet: 100Rûpel: 14
Çi dema ku ahd/soz dabin, qey komek ji wan ehda xwe xera nekirin? (Nexêr, ne wisan e!) Jixwe pirên wan îmân naynin.
Ayet: 101Rûpel: 14
Dema ji cem Allah ji wan re pêxemberek ku Kitêba li cem wan tesdîq dike hatibe, komek ji Ehlê Kitêb, her wekî ku qet pê nizanin, Kitêba Allah diavêjin pişt guhên xwe.
Ayet: 102Rûpel: 15
Û wan (girtin) derheqê hikumdarîya Suleyman de dane pey lihevanîn (derewên batil) ên şeytanan. Suleyman nebû kafir, lê şeytan bixwe bûne kafir. Wan tiştên li Babîlê ji her du melaîketan re, ji Harût û ji Marût re hatibû daxistin û sêhrê hînî însanan dikirin. Hetanî ku nedigotin: “Em, enceq îmtîhan in/ji dînê te re fitne ne. Nebe tu bikevî kufrê de” van tiştan hînî tu kesî nedikirin. Ji wan (herduyan) tiştên (sêhra) ku navbera mêr û jin xera dike hîn dibûn. Lê heta destûra Allah nebe, ew nikarin zerarê bidin tu kesî. Sond be wan baş dizanîbû ku ew kesên wê (sêhrê) bistîne û pê amel bike ji axîretê qet nesîbê wî tune. Tiştê ku nefsa xwe di muqabilê wê de firotinê çiqas xerab e. Xwezî bizanîbûna!
Ayet: 103Rûpel: 15
Eger wan îmân bianîna û xwe (ji sêhrê) biparastina, wê li cem Allah ew ji bo wan bixêrtir bibûna. Xwezî bizanîbûna!
Ayet: 122Rûpel: 18
Ya Benî Îsraîl! Ew nîmetên ku min dabûn we û min hûn li ser aleman re girtibû bi bîr bînin.
Ayet: 211Rûpel: 32
Tu, ji Benî Îsraîl bipirse, ka me çi qas ayetên eşkere dane wan. Kî piştî ku nîmetê Allah bigihîje wî û paşê ew wê (nîmetê) biguherîne bêguman Allah, yê ku cezayê wî pir dijwar e.
Ayet: 246Rûpel: 39
Ma te piştî Mûsa wan giregirên Benî Îsraîl nedît? Ji pêxemberê xwe re gotibûn: “Fermandarekî ji me re bişîne ku em (di bin fermandarîya wî de) di rêya Allah de şer bikin.” Wî jî gotibû: “Eger şer li ser we ferz bibe û paşê hûn şer nekin?” Gotin: “Wekî ku em ji welatê xwe hatine derxistin û ji zarokên xwe hatine dûrkirin, ma çi li me qewimîye ku em di rêya Allah de şer nekin?” Lê dema ku şer li ser wan hate ferzkirin ji kêm kesan pê ve (ji emrê Allah) rû vegerandin (û xwe dane paş). Allah, bi zaliman dizane.
Ayet: 93Rûpel: 61
Berî ku Tewrat nazil bibe, ji xeynî tiştên ku Îsraîl (Yaqûb) ji xwe re heram kiribû pê ve her tişt ji Benî Îsraîl re helal bû. Ji wan re bibêje: “Eger hûn di gotina xwe de rast in de ka Tewratê bînin û bixwînin.”
Ayet: 12Rûpel: 108
Sond be, Allah ji Benî Îsraîl peyman girtibû û me ji wan radiwazde nûner/temsîlkar tayîn kiribû. Allah ji wan re wiha gotibû: “Bêguman ez bi we re me. Eger hûn nimêja xwe rasterast bikin û zekâtê bidin û bi pêxemberên min îmân bînin û piştgirîya wan bikin û qerzê hesen bidin Allah (di rewşa hewcetîyê de bê faîz, ji bo rizaya Allah deyn bidin kesên di tengezarîyê de) ez ê gunehên we binixûmînim û ez ê we têxim cennetên ku di binî de çem diherikin. Piştî vêya ji we kî înkar bike êdî ew ji rêya heq xerifîye/averê bûye.
Ayet: 32Rûpel: 112
Ji ber vê yekê me li ser Benî Îsraîl (wiha) nivîsand: Kî mirovekî ne berdêla/ne bi qisasa mirovekî din de an jî li ser erdê fesadî/berhevdanî kiribe, wî bi neheqî bikuje; wekî ku hemû însanan kuştibe. Kî jî mirovekî îhyâ bike (bê sebebekî meşrû destê xwe ji kuştina mirovekî bikşîne) her wekî ku wî hemû însanan îhyâ (xelas) kiribe. Sond be, Rasûlên me bi delîlên eşkere ji wan re hatin. Lê piştî vê jî dîsa pirên wan li ser rûyê erdê pîrole ne/aşirî ne.
Ayet: 70Rûpel: 118
Sond be, me ji Benî Îsraîl soz sitend û me ji wan re gelek pêxember şandin. Her çi dema pêxemberekî ku bi tiştên ne li gorî hewayên/hewesên wan re hatibe, qismekî ji wan derewandin û qismekî jî kuştin.
Ayet: 72Rûpel: 119
Sond be ew ên dibêjin “Allah, Mesîhê kurê Meryem bixwe ye” bûne kafir. (Hal ev e ku) Mesîh gotibû: “Gelî Benî Îsraîl! Ji Allah re evdîtî bikin ku ew hem Rabbê min û hem Rabbê we ye.” Bêguman kî ji Allah re şirîk çêke, Allah cennet jê re heram dike. Sitargeha wî agir e. Ji bo zilimkaran tu alîkar jî tune.
Ayet: 110Rûpel: 125
(Wê demê) Allah dê bibêje: “Ey Îsâyê kurê Meryem! Nîmetên ku min daye te û dêya te bi bîr bîne. Tê bîra te, min bi Ruhu'l Qudûs (bi Cibrîl) piştgirîya te kiribû. Tu di dergûşê de û di kamiltîya xwe de bi însanan re diaxivî. Min Kitêb û hîkmet û Tewrat û Încîl hînî te kiribû. Te ji herîyê sûretê çivîkê/teyrê çêdikir û pifdikirê, bi îzna min dibû çivîk/teyr (a zindî). Dîsa bi îzna min te nexweşê gurî û kor baş dikir. Bi îzna min te mirî (ji gora/ji qebira wan) divejand/sax dikir. Dema ku tu bi delîlên eşkere ji Benî Îsraîl re hatibûyî, ji wan ên kafir hinekan digotin: “Ev ji sêhrê pê ve ne tiştekî din e” û bi astengkirina ji wan (min tu mihafeza kiribû).
Ayet: 4Rûpel: 281
Me di Kitêbê de ji bo Benî Îsraîl ev hikum jî dabû/diyar kiribû: Bêşik hûn ê li ser rûyê erdê du caran fesadîyê derxînin û hûn ê zêdegavîyeke bi quretî bikin.
Ayet: 101Rûpel: 291
Sond be me neh ayetên/mucîzeyên eşkere dane Mûsa. Bipirse ji Benî Îsraîlîyan! Dema Mûsa ji wan re hatibû, Firewn jê re got: “Ya Mûsa! Ez bawer im ku tu muheqeq mirovekî sêhrkirî yî.”
Ayet: 104Rûpel: 291
Paşê di pey wî re me ji Benî Îsraîl re wiha ferman kiribû: “Li wê derê hûn bi cih bibin. Dema peymana axîretê hat, em ê we hemûyan li hev kom bikin/bicivînin.”
Ayet: 197Rûpel: 374
Ma qey ji wan re ne delîlek e ku, ulemayê Benî Îsraîl wê (Qur'anê) nas dikin.
Ayet: 76Rûpel: 382
Bi rastî ev Qur'an; ji Benî Îsraîl re piranîya wan mijarên ku tê de li hev nedikirin de vedibêje (û eşkere dike).
Ayet: 23Rûpel: 416
Sond be ku me Kitêb dabû Mûsa. Tu ji leqayîhatina wî nekeve gumanê. Me ew, ji bo Benî Îsraîl kir hîdayet.
Ayet: 16Rûpel: 499
Sond be me Kitêb û hukim û nubûwet da Benî Îsraîl. Me ew bi tiştên paqij riziqandin û wan li ser aleman re girt.
Ayet: 17Rûpel: 499
Me ji emrê (bi naverokîya helal û heram ê) delîlên vikîvekirî dane wan. Lê piştî ku ilim ji wan re hat, ji ber harîtî/hesûdî/daxwaza serdestîya li komên din, di navbera xwe de ketin îxtilafê. Rabbê te, roja qiyametê li ser wan mijarên ku tê de ketine îxtîlafê wê di navbera wan de hukmê xwe bide.
Ayet: 10Rûpel: 502
Bibêje: “Ramana we/Fikrê we çiye? (Ka bibêjin?) Eger (ew Qur'an) ji îndallah be û we jî ew înkar kiribe; şahidekî ji Benî Îsraîl li ser menendê/mislê wê şahidî kiribe û îman anîbe û hûn jî bi sêhrê ketibin (di vê rewşê de ji we rêşaştir kî heye)?” Bêguman Allah, qewmê zilimkar hîdayet nake.