Besîret
ÎLIM, BÎR BIRIN/AQILMENDÎ, TEFEKKÛR, ÎBRETAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Bêguman ji we re di wan her du komên (roja Bedrê) hatibûn hemberî hev de (ji bo ders girtinê) ayet/îbret heye. Komek di rêya Allah de şer dikir. Yê din jî kafir bûn û (mûmînan) bi çavê tazî du qatê xwe didîtin. Allah, ji kî re bixwaze bi alîkarîya xwe piştgirîya wî dike. Bi rastî di vêya de, ji ew ên xwedî besîret (ew ên Qur’anê pir dixwînin û li ser ayetên Allah yên şer’î û kewnî de serê xwe diêşînin) re îbret hene.
Bêguman ji cem Rabbê we ji we re dûrendîşên/basîretên (ku feraset û kûrebîn bi dest we dixe) hatîye. Êdî kî (bi vêya heqîyê) bibîne feyda wê ji wî re ye. Kî jî (çavê xwe li heqîyê bigire û) nexwaze bibîne zerara wê jî ji wî re ye. Ez li ser we ne parêzvan/çavnêr im.
(Ew ên ku ji te bûyerên herînuwaze/harîqulade û mucîzeyan dixwazin) dema ku tu ji wan re ayetek/mucîzeyek naynî dibêjin: “Hema te yê ew berhev bikira!” Bibêje: “Ez bi tenê didim pey tiştê ku Rabbê min ji min re wehîy kiriye.” (Îlleh hûn ayetek/mucîzeyek bixwazin) ha ev (Kitêb), ayetek/mucîzeyek wiha ye ku besîretek ji Rabbê we dihewîne û di nava wê de ji bo qewmê mumîn hîdayet û rahmet heye.”
Di nava wan de yên li te dinêrin jî hene. Digel ku besîreta wan girtî ye jî tu yê koran rasterê bikî?
Bibêje: “Ha ev rêya min (a yekane/fer) e. Ez û peyrevên min (bi zanîna ji çi re û ji bo çi û bi çi awayî û bibername û birêkûpêk) li ser besîretê dawetî Allah dikin. Em Allah ji hemû kêmasîyan tenzîh dikin. Ez ne ji muşrîkan im.”
Mûsa got: “Sond be tu bixwe jî dizanî, ji bo ku (însanan) bike xwedî besîret van (ayetên hanê) Rabbê erd û esmanan daxistîye. Û ez bixwe jî bi vê teqez bawer im ku tu ji helakbûyîyan î, hê Firewn!”
Allah, şev û rojê li hev vedigerîne. Bêguman di vêya de ji ew ên xwedî besîret re îbret heye.
Îbrahîm û Îshaq û Yaqûb jî bi bîr bîne ku ew; ji evdên me yên bi hêz û bi besîret bûn.
Bêşik me ew kiribûn evdên ku bitenê warê axîretê bi bîr tînin û bi îxlâs in.
Û bêguman ew li cem me ji yên bixêr ên hilbijartî ne.
Ev, (Kitêbek e ku) ji bo însanan besîretan (dihewîne) û ji bo mûmînên dilsoz jî hîdayet û rahmet e.
Ji bo ew evdên ku berê xwe didin (Allah, qudreta wî) bibînin û (li ser tefekkur bikin û) şîret bigirin…