Dawetkirina Haqqê
DÎN - RÊYA RAST - ÎSTÎQAMETAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Eger (der heqê îslâmê de) bi te re bikevin nîqaşê (ji wan re) bibêje: “Ez û yên bûne tabiê min, (me bi xaliskirina dîn ji Allah re û bi îbadetkirina jê re) rûyê xwe teslîmî Allah kir.” Ji yên Kitêb ji wan re hatine û muşrîkên nexwende re jî bibêje: “Ma hûn jî teslîm bûn?” Eger ew jî teslîm bibin, bêguman wê bigihîjin hîdayetê. Lê eger rû vegerînin li ser te enceq teblîxkirin (a îslâmê) heye. Allah, evdên xwe dibîne.
Piştî ilim ji te re hat, her kî di wê mijarê de bi te re bikeve nîqaşê, tu bibêje: “De werin em gazî zarokên xwe û zarokên we û jinên xwe û jinên we û nefsên xwe û nefsên we bikin. Paşê em bi hev re mûlaane/nifiran bikin û em wiha bibêjin: ‘Laneta Allah li ser derewkeran be.’ ”
(Bi kirina dizîyê) ew ên ku li nefsa xwe îxanet kirine tu wan neparêze. Bêguman Allah ji wan gunehkarên ku di xayîntîyê de pêş de çûne hez nake.
Ji nav wan yên ku li te guhdarî dikin hene. Ji bo ku ew (wehîyê) fêm nekin me li ser qelbê wan perde û di guhên wan de jî giranî danîye. Ew hemû ayetan/mûcîzeyan bibînin jî dîsa îmân naynin. Wisan ku; eger bêne cem te bi te re nîqaş dikin û ew ên bûne kafir (wiha) dibêjin: “Ev, ji çîrokên pêşîyan pê ve ne tiştekî din e.”
Paşê di pey wan de me Mûsa bi ayetên xwe ji Firewn û giregirên wî re şand. Wan (bi înkar û tinazîyên bi ayetên me re) zilimkarî kirin. Aqubeta mufsîdan çawa bûye, binêre.
Ji evdên min re bibêje: “Bila (di têkilîyên navbera xwe de) gotina herî xweşik bibêjin. Lewre şeytan (bi peyvên diemilînin re) dixwaze navbera wan xera bike. Bêşik şeytan, ji bo însan dijminekî eşkere ye.
(Îbrahîm) rojekî ji bavê xwe û ji qewmê xwe re wiha gotibû: “Ev peykerên ku hûn ji wan re îbadetê dikin çi ne?”
Gotin: “Me bav û kalên xwe li ser perestîya/îbadeta wan dîtin.”
Got: “Sond be ku; hûn jî û bav û kalên xwe jî di rêşaşîtîyekî eşkere de ne.”
Gotin: “Ma te ji me re heqîyê anî an jî tu henekê xwe bi me dikî?”
Got: “Nexêr, Rabbê we Rabbê erd û esmanan e û wan ji tunebûnê xuliqandîye. Ez jî li ser vêya ji wan ên şahidî didin im.”
“Qesem bi navê Allah ku; dema hûn vegerin herin ez ê karekî/pîlanekî bînim ser pûtên we.”
Pûtê mezin ne têde (Îbrahîm,) hemû pûtan parçe parçe kir. Belkî (ji pûtê mezin bipirsin ka çi bûye û) şêwra xwe pê bikin.
Gotin: “Kî ev bi îlâhên me kiriye? Bêguman ew ji zaliman e.”
(Ji hev re) gotin: “Me bihîst ku xortek dev diavête wan! Navê wî Îbrahîm e."
Gotin: “Wî (bînin) cihekî ber çavê însanan, dibe ku (li ser ya ku vî karî wî kiriye) şahidîyê bike.”
Gotin: “Ma te ev tişt bi îlâhên me kiriye, ya Îbrahîm!”
(Nexêr, ne wekî ramana we ye!) Berevajî, (li gorî ku wiha saxlem maye ew pût) ê mezin vê tiştê kiriye. Eger dikarin bipeyivin ka ji wan (pûtan) bipirsin.”
Li ser vê yekê li nefsa xwe vegerîyan û (piştî fikirîn) wiha gotin: “Bêguman (ji ber îbadet kirina heyînên ku ne dipeyivin û ne jî xwe diparêzin) yên zalim hûn bixwe ne.”
Paşê dîsa berepaş vegerîyan (ser rewşa xwe ya berê) û gotin: “Sond be, tu jî dizanî ku evana napeyivin.”
Got: “Nexwe çima hûn dev ji Allah berdidin û ji wan tiştên ku kar û zerara wan nagihîje we re evdîtî/îbadet dikin?”
“Xwelî li serê we û ew ên ku hûn îbadetê wan dikin jî be! Hûn aqil nagirin?
Gotin: “Eger hûn dixwazin tiştekî pê bikin, wî bişewitînin û alîkarîya îlâhên xwe bikin.”
Me jî wiha got: “Hê agir! Ji Îbrahîm re hênik be û bi silamet be.”
Wan daxwaz kirin ku jê re kemîn deynin lê me ew kirin ji yên bi xusranê ketine.
Me wî û Lût (gihand) wî erdê ku me ew ji aleman re pîroz kiriye û me wan xelas kir.
Me Îshaq da wî û di ser de jî Yaqûb îhsanî wî kir û me her yekî ji wan kir ji salihan.
Me ew bi emrê xwe kirin îmamên ku digihînin hîdayetê. Me ji wan re wehîy kir ku karên qenc/amelên bixêr bikin û nimêja xwe îqame/rasterast bikin û zekâtê bidin. Wan her ji me re îbadet/evdîtî dikirin.
Ji wan re xebera Îbrahîm bixwîne.
Bi bîr bîne! Dema ji bavê xwe re û ji qewmê xwe re wiha gotibû: “Hûn perestîya/îbadeta çi dikin?”
Gotibûn: “Em perestîya pûtan dikin û vê îbadeta xwe bênavber didomînin.”
Got: “Ma dema ku hûn lavahî/dûa dikin we dibihîzin?”
“An jî qet tu feyde û zerara wan digihîje we?”
(Nexêr, ne wisan e!) Me bavûkalên xwe li ser vê rewşê dît. (Em jî eynî karî bê pirsyarî dikin.)
Got: “We dît, ka hûn ji çi re îbadetê dikin?”
“Hûn jî û bavûkalên we yên berîya we jî.”
“Bêşik ew dijminên min in. Lê (Allahê) Rabbê aleman mustesna/ne tê de.”
“Ew e, yê ku ez xuliqandime û hîdayetê daye min.”
“Ew e, yê ku min dide xwarin û vexwarin.”
“Dema ez nexweş dikevim, ew şîfayê dide min.”
“Ew ê ku min bimirîne û paşê jî bivejîne ew e.”
“Ew ê ez hêvî dikim ku roja qiyametê wê xetayên min bibexşîne ew e.”
“Rabbê min! Hikum/hikmet bide min û min tevlî salihan bike.”
“Tu di navbera neslên ku pey min re tên de ji bo min zara rastîyê çêke. (Bila min li ser xêrê bi bîr bînin.)”
“Min bike warisê cenneta Naîm.”
“Bavê min bibexşîne! Bi rastî ew ji rêşaşan e.”
“Di roja vejîn (a însanan) de min riswa neke û kêm nexe!”
Ew rojeke (wisan e) ku ne mal û ne jî ewlat feyde dide.
Lê ew ên bi qelbeke pak/selîm tên, ne tê de.
Ji nav wan ew ên zalim ne tê de, bi Ehlê Kitêb re bi awayekî herî xweşik nîqaş bikin. Bibêjin: “Em bi ya ku ji me nazil bûye û ji we re nazil bûye re îman tînin. Îlâhê me û îlâhê we yek e û em kesên teslîmbûyîyê wî ne.”
Ma hûn nabînin ku Allah çi tiştê li erd û esmanan hene xistîye bin xizmeta we û nîmetên xwe yên eşkere û veşartî li ser we bi berfirehî reşandîye? (Digel vê) ji însanan hin kes hene ku; der heqê Allah de bê ilim û bê rehber û bê sipartina Kitêbeke ronak nîqaş dikin.
Ew in ku; digel ji wan re qet tu delîl nehatîye jî der heqê ayetên Allah de nîqaş dikin. Hêrsa li îndallah û li cem mûmînan (ji ber van amelên wan) mezin e. Allah, qelbê ew ê zordar û qure ha wisan mohr dike.