Bakara
Ayet: 127Rûpel: 19
(Bi bîr bînin!) Dema ku Îbrahîm û Îsmaîl ruknê Beytê bilind dikirin û (ji alîyekî ve jî dûa dikirin) digotin: “Rabbê me! Tu vê amelê ji me qebûl bike. Bêşik tu (yê ku hemû tiştan dibihîze) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm î.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 127Rûpel: 19
(Bi bîr bînin!) Dema ku Îbrahîm û Îsmaîl ruknê Beytê bilind dikirin û (ji alîyekî ve jî dûa dikirin) digotin: “Rabbê me! Tu vê amelê ji me qebûl bike. Bêşik tu (yê ku hemû tiştan dibihîze) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm î.
Ayet: 186Rûpel: 27
Dema ku evdên min, pirsa min ji te bikin, bêguman ez nêzî wan im. Ez îcabetî dûaya kesê dûaxwaz dikim. (Herwiha) bila ew jî îcabetî daweta/vexwendina min bikin û îmân bi min bînin û bibin ji ehle rûşdê ku ( aqil û rastî û kemâlê ne).
Ayet: 35Rûpel: 112
Gelî ew ên îmân anîne! Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û li wesîleyan (ên ku we nêzî wî bike) bigerin. Fîsebîlîllah cîhadê bikin. Hêvî heye ku hûn bigihîjin felahê/xelasîyê.
Ayet: 136Rûpel: 144
Ji çandinî û heywanên ku Allah xuliqandîye parek ji Allah re veqetandin û (li gorî zena xwe) wiha gotin: “Ev ji Allah re, ev jî ji şirîkên (ji pûtên) me re ye”. Para ji şirîkên wan re ye nagihîje Allah. Lê para ku ji bo Allah e digihîje şirîkên (pûtên) wan. Çi hikmekî xerab didin.
Ayet: 55Rûpel: 156
Ji Rabbê xwe re ji dil (bi lavêlav) û bi dizî (ji nav û dil) dûa bikin. Bêguman ew (Allah), kesên ku (di dûayê de) ji hedê xwe borîye hez nake.
Ayet: 56Rûpel: 156
Piştî islaha ser rûyê erdê (ku Allah bi tekûzî sererast kiriye) fesadîyê dernexin. Bi tirs û hêvî ji wî re dûa bikin. Bi rastî rahmeta Allah pir nêzîkî muhsînan (kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik teqdîm dikin) e.
Ayet: 205Rûpel: 175
Bi lavelaveke ji dil û bi tirs û bi dengekî nizim/navincî sibeh û êvar Rabbê xwe zikir bike. Nebe tu bibî ji xafilan!
Ayet: 206Rûpel: 175
Bêguman ew (melâiket) ên li cem Rabbê te ne, ji ber ku jê re îbadetê dikin tu carî mezinayîyê nakin. Wî tesbîh dikin û ji wî tenê re secde dikin.
Ayet: 18Rûpel: 209
Ew dev ji Allah berdidin û ji wan tiştên ku feyde û zerar nagihîje wan re îbadet dikin û (wiha) dibêjin: “Evana li îndallah/li cem Allah ji bo me şefaetvan in.” Bibêje: “(Allah, îbadeta ji van heyînan re teqez meşrû nekiriye û rayeya şefaetê nedaye wan. Digel vê bi van îdîayan) hûn agahîya tiştê li erd û esmanan ku Allah bi wan ne xeberdar e didin?” Ew (Allah), ji wan tiştên ku jê re şirîk çêdikin munezzeh û herî bilind e.
Ayet: 14Rûpel: 250
Dûayên heq, yê ji Allah re (dihê kirin) e. Ew ên ji xeynî wî dûa ji wan re dihên kirin jî bi tu awayî nikarin bersivê bidin dûayên wan. Rewşa wan (ên ku ji xeynî Allah ji hinên din re dûa dikin) weke vê ye ku ji bo av were devê wî her du çengên/mistên xwe dirêjî avê dike (û vê bes dibîne). (Hal ev e ku bi vê awayê) ew (av) qethîyen nagihîje wî. Dûayên kafiran (ên ku ji xeynî Allah ji hinên din re dikin) ji xerifîtîyê/ji rêşaşîtîyê ku dê winda bibe pê ve ne tiştekî din e.
Ayet: 28Rûpel: 296
Tu jî ligel wan kesên ku sibeh û êvarê hêvîdara rizaya Rabbê xwe ne û jê re dûa dikin re sebir bike. Ji bo xwestina xemla dinyayê çavê xwe ji wan nevegerine. (Bila dêhn û pêwendî û eleqa te li ser wan be.) Tu îtaetê li wî kesî neke ku me qelbê wî ji zikra xwe xafil kiriye û ew ê dide pey hewayê xwe û karê wî timûdaîm zêdegavî ye.
Ayet: 16Rûpel: 415
Ew ên kêlekên/teniştên wan (ji bo ku şevê bi îbadet biborînin) ji nivînên xwe dûr dikêvin û bi xof û hêvî dûa dikin û ji rizqê ku me daye wan înfaq dikin…
Ayet: 22Rûpel: 429
Bibêje: “Heydê! Ew ên ku ji xeynî Allah we zen (a îlâhtîyê) ji wan dikirin gazî wan bikin (em binêrin)!” Ew ne li erdê û ne jî li esman ne tiştekî bi qasî zereyekî ne. Di wan her duyan de hevparîyeke wan tune. Qet tu kesekî ku (Allah) ji wan alîkar/piştgir girtibe jî tune.
Ayet: 23Rûpel: 430
Li cem wî, ji xeynî kesê ku destûr daye wan pê ve şefaeta qet tu kesî feyde nade. Dema ku ji qelbên wan (melaîketan) tirs diçe wiha dibêjin: “Rabbê we çi ferman kir?” (Wek cewab hemû bi hev re) dibêjin: “Tiştê heq got. Ew, (bi zat û sifetên xwe herî bilind) Alîy û (yê herî mezin) Kebîr e.”
Ayet: 60Rûpel: 473
Rabbê we wiha got: “Hûn dûa ji min re bikin ez jî îcabeta dûayên we bikim. Qet tu guman tune ku ew ên di îbadetkirina min de quretîyê dikin wê bi situxwarî/binpêkirî bikevin cehennemê.