Dûvketina Hewesên Xirab
EXLAQAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Gelî ew ên îmân anîne! Di aleyha we û dê û bavê we û eqrebayên we de be jî edaletê bê kêmasî pêk bînin û ji bo Allah şahidîya (bi edalet) bikin. (Ew ê hûn ji bo wan şahidî dikin) dewlemend bin an jî feqîr bin (ne li gorî zengînî û feqîrîyê binirxînin) Allah nêziktirê her duyan e. Nedin pey hewayên xwe û bi edaletîyê nekin. Eger hûn gotinê li ser zimanê xwe bigilgilînin an jî (ji edaletê) rû vegerînin bêguman Allah, li ser amelên we (ji tiştên ku hûn dikin agahdar) Xabîr e.
Eger me bixwesta (bi ilim û delîlên ku me danê) me yê ew herî bilind bikira. Lê wî meylî dinyayê kir û da pey hewayê/hewesê xwe. Mîsala wî, wekî mesela wî kuçikî ye ku, tu bi ser de herî zimanê xwe derdixe û dihelike û dev jê berdî jî dîsa zimanê xwe derdixîne û dihelike. Ha rewşa civaka ku ayetên me tekzîb kirine a wiha ye. Ji bo ku baş bifikirin ji wan re behsa qiseyan bike.
Tu jî ligel wan kesên ku sibeh û êvarê hêvîdara rizaya Rabbê xwe ne û jê re dûa dikin re sebir bike. Ji bo xwestina xemla dinyayê çavê xwe ji wan nevegerine. (Bila dêhn û pêwendî û eleqa te li ser wan be.) Tu îtaetê li wî kesî neke ku me qelbê wî ji zikra xwe xafil kiriye û ew ê dide pey hewayê xwe û karê wî timûdaîm zêdegavî ye.
“Nebe ew ê ku îman pê neanîye û dide pey hewayê xwe te jî (ji îman anîna wê) nede paş. Ne xwe tu yê helak bibî.”
Ma te ew kesê ku hewayê xwe/hewesa xwe ji xwe re kiriye îlâh dît? Erê ma vêga tu yê jê re bibî wekîl?
Eger ew bersivê nedin te bizanibe ku; ew didin pey hewayên/hewesên xwe. Qey ji wî kesî kî rêşaştir e ku beyî hîdayetekî/spartekekî dide pey hewayê xwe? Bêguman Allah qewmê zilimkar hîdayet nake.
Ya Dawûd! Me tu li ser rûyê erdê kir xelîfe. (Nexwe) di nav însanan de bi heq hukim bike. Nebe tabiê hewayê/hewesê, nexwe wê te ji rêya Allah bixerifîne. Bêguman, ji wan ên ku ji rêya Allah xerifîne re, ji ber ku roja hisabê ji bîr kirine ezabekî dijwar heye.
Ma te nedît, ew ê ku hewayê xwe ji xwe re kiriye îlâh û Allah li ser ilmekî ew xerifandîye û gûh û dilê wî mohr kiriye û perde avêtîye ser çavên wî? (Niha) ji Allah pê ve kî dikare ew hîdayet bike? Hûn şîret nagirin?
Ew, ji hewayê napeyive.