Fermanên Allah (ac)
ALLAH (AC) Û SIFETÊN WÎAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
(Bi bîr bînin!) Me ji Benî Îsraîl soz sitendibû û me gotibû: “Hûn ji Allah pê ve ji kesî re îbadet nekin û li dê û bavê xwe û merivên xwe û sêwîyan û miskînên/xîzanên hewcedar re qencîyê bikin. Ji însanan re gotinên xweş bibêjin. Nimêja xwe rasterast bikin û zekâta xwe bidin.” Piştre ji xeynî pir hindik kesan (pirên we) ji ehda xwe zivirîn û hê jî rû vedigerînin.
Bibêje: “Werin ez tiştên ku Rabbê we ji we re heram kiriye bixwînim. Qet tu tiştekî jê re nekin şirîk, li dê û bavê xwe qencîyê bikin, ji tirsa feqîrtîyê zarokên xwe nekujin -em we jî û wan jî dirizqînin-. Dizî dibe eşkere dibe nêzî fuhşîyatê nebin. Bi neheqî canê ku Allah (kuştina wî) heram kiriye nekujin.” (Allah) van li we ferman kiriye da ku hûn têbigihîjin/aqil bikin.
“Heta ku bîrewer/kâmil/balix dibin, ji xeynî rewşa qencîyê nêzî malên sêwîyan nebin. Wezin û pîvanê li ser edaletê pêk bînin. Em li tu kesî ji xeynî taqata/quweta wî pê ve teklîf/bar lê nakin. Dema hûn peyîvîn, eqrebayên we bin jî dadwer/adil bin û girêdayîyê sozên xwe yên (ku we daye) Allah (an jî ya ku wî ji we sitendîye) bimînin.” Ji bo ku hûn bifikirin û şîretan bigirin (Allah) ev li we emir kir.
Ha ev, rêya min a rasterast e. Bidin pey wê (rê yê). Nedin pey rêyên ku (we) ji rêya wî (ji rêya Allah a rasterast) vedigerînin. Bi vêya şîret li we kir, hêvî heye ku hûn xwe biparêzin.
Bibêje: “Rabbê min ji bo we (ne tiştên ku we ji cem xwe lihev anîne) çi bi dizî û çi bi eşkerehî û hemû fihûş û guneh û êrîşên bi neheqî û beyî ku delîlekê we hebe hûn ji Allah re şirîkan çekin û der heqê Allah de ku hûn bi nezanî xeber bidin, (Allah) heram kiriye.
Ha wisan… Her kî şîarên/hurûmatên Allah (tiştên ku Allah parastin û çavnêrîya wan daxwaz kiriye) berz/rûmetdar bike ev, jê re li cem Rabbê wî ya herî bixêrtir e. Ew ên ku (herambûna wan) ji we re hatîye xwendin ne tê de, heywanên din ji we re hatîye helal kirin. Xwe ji wan pûtên necis biparêzin! Ji peyva derew jî dûr bimînin.
Ji bo dê û bavên wan me şîret li însan kir (da ku bi qencî bi wan re muamele bikin). Dêya wî ew bi gelek zehmetîyan hildigire û veqetana wî (ji şîr jî) di nav du salan de ye. Ji min re û ji dê û bavê xwe re şikur bikin. Veger bi bal min ve ye.
Qencî û xerabî nabin weke hev. Tu (xerabîyê) bi awayekî xweşik def bike/biqewirîne. Wê demê tu yê bibînî ku ew kesê di navbera te û wî de dijminantî heye ji te re bûye dostekî dilgerm/dilsoz.
Ew ên ku ji we re hatine dayîn bitevahî, metaên jiyana dinyayê ên (bihûrbar) in. Lê tiştên li îndallah/li cem Allah in, ji bo kesên îman anîne û xwe bitenê dispêrin Rabbê xwe re herî bixêrtir û mayînde ne.
Ew in ku; ji gunehên mezin û ji fuhşîyatê xwe diparêzin û dema hêrs dibin jî efû dikin.
Ew, îcabetî vexwendina Rabbê xwe (îman û amelê salih) dikin û nimêjê rasterast dikin. Karên wan, di navbera wan de bi şêwr e. Ji rizqên ku em didin wan înfaq dikin.
Ew in ku; dema neheqîyek tê serê wan alîkarîya hevdu dikin.
Berdêla xerabîyê, bi qasî wê xerabîyê ye. Kî jî (digel neheqî lê hatîye kirin) efû bike û isleh bike, xelata wî aîdê Allah e. Bêguman ew, ji zaliman hez nake.
Kî jî piştî ku zilim lê hatîye kirin heyfa xwe bistîne, di aleyha yên wisan de rêyek tune. (Nayên lomandin û cezakirin.)
Yên di aleyha wan de rê heye, ew ên zilim li însanan dikin û li ser rûyê erdê bi neheqî zêde pê de diçin in. Ji bo wan ezabekî biêş û jan heye.
Kî jî sebir bike û bibexşîne bêguman ev, ji karên layiqê azmê ye.
Eger ji mûmînan du kom şerê hev bikin, navbera wan bisilhînin. Eger ji wan yek li dij ya din zêdegavîyê bike heta ku vegere ser emrê Allah hûn bi ya êrîşkar re şer bikin. Eger vegere hûn navbera wan bi edalet sererast bikin û dadwer/adil bin. Allah, ji wan kesên ku bi edalet tevdigerin hez dike.
Bi rastî mumîn ji hev re bira ne. Navbera birayên xwe bisilhînin û ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Hêvî dibe ku merhamet li we bê kirin.
Gelî ew ên îman anîne! Bila qewmek tinazê xwe/henekê xwe bi qewmekî din neke. Dibe ku ew (ên tinazê xwe bi wan dikin) ji wan çêtir bin. Bila jin jî bi jinan re tinazê xwe/henekê xwe nekin. Dibe ku ew (ên tinazê xwe bi wan dikin) ji wan çêtir bin. Hûn nefsên hevdu şermezar nekin û navnûçikan/leqeban li hevdu nekin. Piştî îmanê fasiqî çi navekî xerab e. Kî jî tobe neke, evana zalim bixwe ne.
Gelî ew ên îman anîne! Xwe ji pirên zenê biparêzin. Lewre qismekî zenê heye ku guneh e. Tecessûsê nekin/lêgerîna taybetîya hevdu nekin. Xiybeta hevdu nekin/li pey hevdu neaxivin. Ma yek ji we qet dixwaze ku goştê birayê xwe yê mirî bixwe? (Çawa) hîleta we jê çû/hûn (çawa) kerixîn! Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Bêguman Allah, (yê ku evdên xwe mûweffeqê tobeyê dike û tobeyan pirzêde qebûl dike) Tewwab û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Gelî ew ên îman anîne! Dema ku hûn pistepistê bikin, li ser gunehkarîyê û dijminahîyê û di îsyana pêxember de pistepistê nekin. (Eger hûn pistepist/kûlîs bikin jî) li ser teqwayê biaxivin. Ji wî Allahê ku hûn ê di hizûra wî de (bên vejandin û) bicivin bitirsin û xwe biparêzin.