Hîcret û Mikafata Wê
ÎBÂDET - AMELÊN BIXÊRAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Bêguman ew ên îmân anîne û hicret kirine û di rêya Allah de cîhad kirine hene... Enceq ha ev ên hanê rahmeta Allah hêvî dikin. Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Rabbê wan jî îcabetî (dûayên) wan kir (û got): “Mêr dibe jin dibe ji we yên ku amel kiribin, amelên wan zayî/winda nakim. Hûn ji hevdu ne. Ew ên hicret kirine û yên ji war û welatên xwe hatine derxistin û ên di rêya min de tehdeyî (îşkence) dîtine û yên şer kirine û hatine kuştin, ez ê gunehên wan binixumînim û ez ê wan têxim cennetên ku di binê wan de çem diherikin.” (Ev xelat di muqabilê amelên wan de) berdêlekî ji îndallah e. Ew ê ku xelatên herî xweşik li cem wî ye Allah e.”
(Ew munafiq) daxwaz dikin wekî ku ketine kufrê we jî têxin kufrê û hûn bi wan re wekhev bibin. Hetanî di rêya Allah de hîcret nekin, ji wan tu kesî dost negirin. Eger ew (ji hicretê) rû vegerînin wan bigirin û li cihê ku we ew zeft kirin de wan bikujin. Ji wan ne dostek û ne jî alîkarek bigirin.
Dema melâîket rohê wan kesên ku li nefsa xwe zilim kirine distîne, dibêjin: “Hûn di çi karî de bûn/hûn di kîjan sefî de bûn?” Dibêjin: “Em li ser erdê mustezef (ew ên bi kotekî di sefên muşrîkan de û bêçare) bûn.” (Melâiket) dibêjin: “Ma qey erdê Allah ne fireh bû ku we hîcret bikirana?” Sitargeha wan cehennem e. Ew der çi cihekî xerab e!
Lê ji mêr û jin û zarokên mustezef ên bêçare (ku ji bo hîcretê) rêyekî nabînin ne tê de.
Hêvî heye ku Allah wan efû bike. Lewre Allah, (yê ku gunehan efû dike) Afûw û (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr e.
Kî di rêya Allah de hîcret bike wê li ser erdê gelek cih û (di her mijarî de) firehîyê bibîne. Kî ji bo Allah û Rasûlê wî, bi nîyeta hîcretê ji mala xwe derkeve û paşê mirin bi wî bigire mikafata wî li ser Allah e. Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Bêguman ew ên îmân anîne û hîcret kirine û bi mal û canên xwe fîsebîlîllah cîhad kirine û ew ên (van di warên xwe de) hewandine û alîkarîya wan kirine, ha evana dostên hevdû ne. Ew ên îmân anîne û hîcret nekirine jî heta hîcret nekin tu welayeta we bi wan re tune. Lê eger di mijara dîn de alîkarîyê ji we bixwazin, bi şertê ku ne li dijî qewmekî ku di navbera we û wan de peyman heye, hingê li ser we ferz e ku hûn alîkarîya wan bikin. Allah, karê ku hûn dikin dibîne.
Kafir jî dostên hevdû ne. Eger hûn (di navbera xwe de dostanî pêk neynin û wan wek neyar negirin û) vêya nekin, wê li ser rûyê erdê fitne û fesadeke mezin çêbibe.
Ew ên îmân anîne û hîcret kirine û fîsebîlîllah cîhad kirine û yên (di warên xwe de) wan hewandine û alîkarîya wan kirine (hene)! Ha evana mumînên heqîqî ne. Ji bo wan mexfîret û rizqekî bi rûmet heye.
Ew ên piştî ve îmân anîne û hîcret kirine û ligel we cîhad kirine... Ev ên ha jî ji we ne. (Ligel pêwendîya îmanê) ew ên eqreba ne, li gorî Kitêba Allah (di mijara mîrasê de) herî çêtir nêzî hevdu ne. Bêguman Allah bi her tiştî dizane
Ew ên îmân anîne û hîcret kirine û di rêya Allah de bi can û malên xwe şer/qîtal kirine li îndallah/li cem Allah xwedî dereceyên herî mezin in. Ha ew ên gihîştine xelasîyê ew bixwe ne.
Rabbê wan ji cem xwe mizgîna rahmetê û razîbûnê û cennetên ku ji bo wan tê de nîmetên bêdawî hene dide wan.
Ew ê di wir de bêdawî bimînin. Bêguman li îndallah/li cem Allah xelateke mezin heye.
Ew ên piştî ku li wan zilim hatîye kirin û di rêya Allah de hîcret kirine, em ê (wan) li dinyayê di warekî xweşik de bi cih bikin. Lê xelata/mikafata axîretê herî mezintir e. Xwezî zanîbûna (lê kafir nizanin).
Paşê Rabbê te, alîkarîya ew ên piştî ku îşkence dîtine û hîcret kirine û paşê sebir kirine û cîhad kirine re (belê,) bêguman (ji ew ên wisan re) Rabbê te (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ew ên di rêya Allah de hîcret kirine û piştre hatibe kuştin an jî miribe, wê Allah helbet rizqekî xweşik bide wî. Allah, muheqeq herî bixêrtirê raziqan e.
Lût, îman pê anî. Û wiha got: “Qet tu guman tune ku ez ê hîcretê Rabbê xwe bikim. Lewre ew, (xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm bixwe ye.
Gelî ew ên îman anîne! Dema jinên mûmîne wek hicretkirî hatin cem we, wan îmtîhan bikin. Allah, bi îmana wan çêtir dizane. Eger hûn serwext bûn ku ew mûmîn in êdî wan li kafiran nevegerînin. Jin (ên mûmîne) ji mêr (ên kafir) re û (zilam) ên kafir jî ji (jin) ên mûmîne re ne helal in. Ew tiştên ku (mêrê wan ên berê ji bo jinên xwe) xerc kirine, bidin wan. Çaxê ku hûn mehra wan bidin, di zewaca we ya bi wan re mehzûr tune. (Jin) ên kafir di bin mehra xwe de nehêlin. Tiştê ku we li wan serf kiriye bixwazin, bila ew jî tiştên ku xerc kirine bixwazin. Evana hukmê Allah in. Di navbera we de hukim dike. Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.