Hûd (as)
PÊXEMBER (ASS) Û QEWMÊN WAN ÊN BORÎNEAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Me ji qewmê Ad re jî birayên wan Hûd (wek pêxember şand). (Hûd ji qewmê xwe re) got: “Gelî qewmê min! Ji Allah re îbadetê/evdîtîyê bikin. Ji we re ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. Ma hê jî hûn natirsin û xwe naparêzin?”
Ji giregirên qewmê wî ew ên kafir gotibûn: “Bi rastî em te yekî wek kêmaqil dibînin û em dibêjin qey tu mirovekî derewker î.”
(Hûd) gotibû: “Gelî qewmê min! Di min de kêmaqilî tune. Lê bi rastî ez qasidek im ku ji (hêla/alîyê) Rabbê aleman ve (hatime şandin).”
“Ez wehîya/rîsaleta Rabbê xwe radigihînim û ez ji bo we şîretkarekî ewledar im.”
“Ma hûn heyirîne ku ji bo hûn bitirsin û xwe biparêzin ji nava we zilamek bi zikrekî/bi bîrxistinekî ku we pê hişyar dike, hatîye? Bi bîr bînin! Piştî qewmê Nûh, (Allah) di şûna wan de (li ser rûyê erdê) hûn kirin xelîfe û di xuliqandinê de firehî (qam û qilafet û hêz) dabû we. Nexwe nîmetê Rabbê xwe bi bîr bînin da ku hûn bigihîjin rizgarîyê/xelasîyê.”
(Qewmê wî) gotin: “Ma tu ji bo ku em ji yek Allahê re bi tenê îbadet bikin û dev ji tişt (îlâh) ên ku bavûkalên me ji wan re îbadet dikirin berdin, ji me re hatî? Eger tu di gotina xwe de rast î, (ezaba) te wead kiriye bîne (em bibînin)!”
Bi rastî ji Rabbê we ji we re ezabekî dijwar û xezeb heq bûye. Ma hûn ji bo wan navên ku Allah der heqê wan de qet tu delîl danexistîye û we û bavên xwe binav kiriye bi min re dikevin nîqaşê? (Hûn) lihêvîyê bimînin (em bibînin)! Ez jî bi we re rawestî me.
Me ew û ew ên bi wî re bi rahmetekî ji terefê xwe xelas kirin. Ew ên ayetên me derewandibûn jî me (koka wan qirand û) paşîya wan anî. Ew ne mumîn jî bûn.
Ma ji wan re agahîyên qewmên berîya wan, qewmên Nûh û Âd û Semûd û Îbrahîm û ehlê Medyen û Mu’tefîkat (ku warên wan hatibû serûbin kirin) nehatîye? Rasûlên wan ji wan re bi delîlên eşkere hatibûn. Allah li wan zilim nekir, lê wan li nefsa xwe zilim dikirin.
Me ji qewmê Ad re jî birayên wan Hûd (wek pêxember şand). (Hûd ji qewmê xwe re) got: “Gelî qewmê min! Ji Allah re îbadetê/evdîtîyê bikin. Ji we re ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu Îlâh tune. Hûn her bêbext/îftiraker in.”
“Gelî qewmê min! (Di muqabilê vê dawet û teblîxa xwe de) ez ji we qet heqekî naxwazim. Heqê min li ser Allah e ku wî ez xuliqandime. Hûn aqil nagirin?
“Gelî qewmê min! Ji Rabbê xwe mexfîretê bixwazin. Paşê ji wî re tobe bikin ku bila ji asîman di ser we de rahmetê (baranê) bibarîne û hêz li ser hêza we zêde bike. Hûn wek mucrîmên gunehkar rû nevegerînin.”
Gotibûn: “Ya Hûd! Te ji me re delîlek/mûcîzeyek vikîvekirî neanîye. Em bi gotina te jî dev ji îlâhên xwe bernadin û em bi te îmân naynin.”
Em ê ji te re enceq vêya bibêjin: “Hinek îlâhên me xenîmî te bûne.” Got: “Allah şahidê min e û hûn jî şahidê min bin ku ez ji wan tiştên hûn pê şirîkatîyê dikin, dûr im.”
(Hûn îdîa dikin ku hûn ji Allah re îbadetê dikin ya!) Ji xeynî wî (ez ji hemû tiştên ku hûn îbadetê li wan dikin dûr im). Hûn tevde li hemberî min kemîn deynîn (û pêwistîya kemîna xwe jî) paşve nehêlin/nehêlin ku ez çavê xwe jî vekim.”
“Bêguman min tewekkulê wî Allahê kir ku ew Rabbê min û (Rabb) ê we ye jî. Perçema hemû zindîyan/candaran (ew ê wan kontrol û beralî dike) ew (Allah) e. Beşik Allah li ser rêya rast e.”
“Eger hûn rû vegerînin, ew hinarîya ku ez pê hatime şandin min ew ji we re teblîx kiriye. Rabbê min di şûna we de qewmekî din tîne û hûn qet nikarin bi tiştekî zîyanê bidin wî. Bi rastî Rabbê min li ser her tiştî Hafîz (parêzvan) e.”
Çi dema fermana me hat me bi rahmetekî ji cem xwe Hûd û ew ên bi wî re îmân anîne xelas kirin. (Bi rastî) me ew ji ezabekî pir giran xelas kirin.
Ha, vaye qewmê Âd! Ayetên Rabbê xwe înkar kirin û îsyanê ji Rasûlê wî re kirin. (Dev ji Allah û Rasûlê wî berdan û) dane pey her zordarekî rikdar.
Hem li vê dinyayê û hem jî li axîretê ber bi lanete ketin. Baldar bin/Dîqat bikin! Bêguman qewmê Âdem Rabbê xwe înkar kirin. Baldar bin/Dîqat bikin! (Qewmê) Ad ku qewmê Hûd e, (ji rahmeta Allah) hate dûrxistin.
Erê ma agahîya yên berîya we (jîyîne) yên qewmê Nûh û Ad û Semûd û yên di pey wan de ji we re nehat? Ji Allah pê ve kes bi wan nizane. Pêxemberên wan bi delîlên eşkere ji wan re hatibûn. (Ji bo dengê pêxemberan bibirin) destên xwe dibirin ser devên xwe û digotin: “Bêguman tiştên ji we re hatine em înkar dikin. Û bêşik der heqê ew tiştê ku hûn me gazî dikinê de jî em di nava gumanbarîyeke bêaramî de ne.”
Eger te biderewînin bêşik berîya wan qewmê Nûh û Âdem û Semûd jî derewandibûn.
Ad û Fîrewn û birayên Lût jî.
Bêşik yê ku qewmê Ad ên berê de (hebûn) helak kir jî ew e.
(Qewmê) Ad jî derewand. Ka çawaye ezabê min û hişyarîya min?
Bêguman me, di wê roja ku felaketa wê daîmî ye bi ser wan ve bahozekî bi şîdet şand.
Mirovan her wekî ku ew qurmê dara xurmê ne ew ji rehên/kokên xwe hildikir û diavêt.
Ka çawaye ezabê min û hişyarîya min?
Semûd û Ad, (ew qiyameta hejîner) Qarîa derewandin.
Qewmê Ad jî bi firtoneyeke bivîzevîz ku her tiştî bi erdê re yeksan dike hate helakkirin.