Bakara
Ayet: 112Rûpel: 16
(Nexêr, ne wekî ku îdîa dikin e!) Berevajî, kî wek muhsîn (kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin û) ji Allah re bibe muslîm, jê re li cem Rabbê wî xelat heye. Ji wan re tirs tune û ew xemgîn jî nabin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 112Rûpel: 16
(Nexêr, ne wekî ku îdîa dikin e!) Berevajî, kî wek muhsîn (kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin û) ji Allah re bibe muslîm, jê re li cem Rabbê wî xelat heye. Ji wan re tirs tune û ew xemgîn jî nabin.
Ayet: 195Rûpel: 29
Di rêya Allah de înfaqê bikin û (bi paş mayîna ji têkoşîna îslâmî) xwe bixwe neavêjin xeterê/talukê. Evdîtîya xwe herî xweşik bikin. Muheqeq Allah ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin hez dike.
Ayet: 172Rûpel: 71
(Ew in ku; li Uhudê) piştî ku birîndar bibûn jî îcabetî banga Allah û Rasûlê wî kirin. Ew ên (ji wan in û) evdîtîya xwe herî xweşik dikin û ditirsin û xwe diparêzin re ecirekî mezin heye.
Ayet: 128Rûpel: 98
Eger jinek ji serkêşîya mêrê xwe an jî ji rûvegerandina (ji dûrketina wê) bi tirs be ji wan herduyan re tu guneh tune ku di navbera xwe de sulhekê bikin. Sulh (ji vebijêrkên zewaca bi pirsgirêk an jî ji berdan û ji serkêşîyê) herî bi xêrtir e. (Ligel vê yekê) di nefsan de çavnebarî û hesûdî dike. Eger hûn (qencîyê) li hevdu bikin û hûn xwe (heqên xwe yên berhemberê hevdu de) xwe ji Allah biparêzin, bêguman Allah ji karûkirinên we agahdar e.
Ayet: 93Rûpel: 122
(Eger hûn ehwalê wan kesên berî heramkirina wê vexwaribûn û ji wan ên mirine meraq dikin, bizanibin ku) ji ew ên îmân anîne û amelên salih kirine re, -dema ku îmân anîbin û xwe parastibin û amelên salih kiribin û paşê îmân anîbin û xwe parastibin û piştre (dîsa) xwe parastibin û amelên salih kiribin- ji ber tiştên ku (berîya bê heramkirin) tam kirine (berê de vexwarine), ji wan re guneh tune. Allah ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin hez dike.
Ayet: 22Rûpel: 236
Dema Yûsuf giha kemala xortanîya xwe me hukim û îlim daye. Em muhsînan (kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin) wiha xelat dikin.
Ayet: 90Rûpel: 276
Bêguman Allah edaletê û qencîyê û alîkarîya ji bo eqrebeyan emir dike. Ji fuhşîyatê û ji munkerê û ji zêdegavîyê (ji binpêkirina heqên mirovên din) men dike. Ji bo ku hûn bi bîr bînin û bifikirin şîretan li we dike.
Ayet: 128Rûpel: 280
Bêşik Allah, bi Mutteqîyan re û bi muhsînan/qencîkaran (ew ên ku evdîtîya xwe herî xweşik teqdîm dikin) re ye.
Ayet: 30Rûpel: 296
Lê ew ên îmân anîne û amelên salih kirine jî bêguman em mukâfatên kesên ku amelên herî xweşik kirine zayî nakin.
Ayet: 14Rûpel: 386
Dema gihaştibû û giha kemala xwe, me hukim û ilim dayê. Em muhsînan/ew ên ku evdîtîya xwe herî xweşik pêk tînin wiha xelat dikin.
Ayet: 69Rûpel: 403
Ew ên di rêya me de cîhadê dikin, helbet em ê rêyên xwe (yên herî rast) nîşanî wan bidin. Bêguman Allah bi muhsînan/ew ên ku evdîtîya xwe herî xweşik teqdîm dikin re ye.
Ayet: 78Rûpel: 448
Paşê me navê wî di navbera wan ên pey de tên re (ji bo ku wî bixêr bi bîr bînin me nav û dengekî xweşik) danî/berda.
Ayet: 79Rûpel: 448
Di nava aleman de silav li Nûh be.
Ayet: 80Rûpel: 448
Muheqeq em, muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin wiha xelat dikin.
Ayet: 108Rûpel: 449
Me navê wî di navbera wan ên pey de tên re (ji bo ku wî bixêr bi bîr bînin me dengekî xweşik) danî/berda.
Ayet: 109Rûpel: 449
Silav li ser Îbrahîm be!
Ayet: 110Rûpel: 449
Em, muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin ha wiha xelat dikin.
Ayet: 119Rûpel: 449
Me navê wî di navbera wan ên pey de tên re (ji bo ku wî bixêr bi bîr bînin me dengekî xweşik) danî/berda.
Ayet: 120Rûpel: 449
Silav li ser Mûsa û Harûn be.
Ayet: 121Rûpel: 449
Bêguman em, muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin, ha wiha xelat dikin.
Ayet: 129Rûpel: 450
Me navê wî di navbera wan ên pey de tên re (ji bo ku wî bixêr bi bîr bînin me dengekî xweşik) danî/berda.
Ayet: 130Rûpel: 450
Silav li ser Îlyas be.
Ayet: 131Rûpel: 450
Bêguman em, muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin ha wiha xelat dikin.