Îmtîhana Bi Belâ û Fitneyan
JIYANA DINYAYÊ - ÎMTÎHANAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Û wan (girtin) derheqê hikumdarîya Suleyman de dane pey lihevanîn (derewên batil) ên şeytanan. Suleyman nebû kafir, lê şeytan bixwe bûne kafir. Wan tiştên li Babîlê ji her du melaîketan re, ji Harût û ji Marût re hatibû daxistin û sêhrê hînî însanan dikirin. Hetanî ku nedigotin: “Em, enceq îmtîhan in/ji dînê te re fitne ne. Nebe tu bikevî kufrê de” van tiştan hînî tu kesî nedikirin. Ji wan (herduyan) tiştên (sêhra) ku navbera mêr û jin xera dike hîn dibûn. Lê heta destûra Allah nebe, ew nikarin zerarê bidin tu kesî. Sond be wan baş dizanîbû ku ew kesên wê (sêhrê) bistîne û pê amel bike ji axîretê qet nesîbê wî tune. Tiştê ku nefsa xwe di muqabilê wê de firotinê çiqas xerab e. Xwezî bizanîbûna!
Hûn li ku derê rastî wan hatin wan bikujin. Ji cihê ku wan hûn jê (ji warên we) derxistibûn hûn jî wan derxînin. Fitne ji kuştinê xerabtir/dijwartir e. Li cem Mescîdu’l Heram, heta ew bi we re şer nekin hûn jî bi wan re şer nekin. Eger ew bi we re şer bikin, hûn jî bi wan re şer bikin. Cezayê kafiran ha wisan e.
Der heqê şerkirina di Şehru’l Heramê (Mehên Heram) de ji te dipirsin. Bibêje: “Di wan mehan de şer, gunehekî mezin e. (Lê belê) menkirina însanan ji rêya Allah û înkarkirina wî (Allah) û (bê hurmetîya) Mescîdu’l Heramê û nefiykirina ehlê wê derê, li cem Allah gunehekî (ji şera di mehên heram de) herî mezintir e. Fitne/şirk ji qetlê mezintir e.” Eger ew karibin, heta we ji dînê we vegerînin wê bi we re şer bikin. Ji we kî ji dînê xwe vegere û li ser kufrê bimire; ew, êdî hemû xebata wan li dinya û axîretê pûç û betal dibe. Ew, ehlê agir in û dê li wir ebedî bimînin.
Ew e yê ku Kitêb ji te re nazil kiriye. Ji wê (Kitêbê) hinek ayet (bi awayê ku qet tu kes nikare texrîf bike zexm û eşkere û) muhkem in. Ev (ayet) ên hanê (piranîya Kitêb in û perasîya/marîpişta Kitêbê ji van ayetan) pêk tê ku ew ummu’l Kitêb/bingeha Kitêb in. Yên din jî (ji bo ku evdên xwe îmtîhan bike) ayetên (ne eşkere) muteşabih in. Ew ên di dilê wan de merez/nexweşî hene; ji bo ku fitne derxînin û (ayetan li gorî hewa û hewesên xwe) tewîl/şîrove bikin, didin pey ayetên muteşabih. Tewîla/maneya wê ya heqîqî (ya wan ayetan) ji Allah pê ve tu kes nizane. Ew ên di ilim de pêş de çûne dibêjin: “Me pê îman anîye. Hemû ji cem Rabbê me (hati) ne.” Enceq ew ên aqilmend difikirin û şîret digirin.
Hûn ê hinekên din jî bibînin ku dixwazin hem ji we emîn bibin û hem jî ji qewmê xwe bi ewle bibin. Her cara ku îmtîhan dibin, xwe serberjêrkî davêjin (navê). Eger ew destên xwe bernedin û daxwaza emanê li we nekin û (ji şerê we) destên xwe venekêşin êdî wan bigirin û hûn li ku rastî wan hatin wan bikujin. Me di aleyha wan de delîleke/rayeyeke eşkere daye we.
(Piştî ku pêxemberan derewandin û kuştin) zen kirin ku (bi mûsîbetên dînî û dinyewî) wê fitne neyê serê wan. Ker û kor bûn. Paşê Allah (pêxemberekî nû şand û îmkana tobeyê da wan û) tobeya wan (tobedaran) qebûl kir. Dûv re ji wan pir kes (dîsa) kor û ker bûn. Allah li ser tiştên ku ew dikin (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.
Ji wê fitneya ku li ser zilimkaran tenê naqewime (yê sûcdar û yê ne sûcdar hemû kesan dorpêç dike û bi erjeng e) xwe biparêzin. Bizanibin Allah ew e ku, cezayê wî dijwar e.
Bizanibin ku; mal û zarokên we ji bo we fitne ne. Bêguman li îndallah/li cem Allah mikafateke/xelateke mezin heye.
Heta (li ser rûyê erdê) fitne/şirk nemîne û dîn (otorîte/desthilatî) bibe yê Allah bi wan re şer bikin. Eger dev jê (ji şirk û kufrê) berdin, bizanibin ku Allah kar û kirinên wan dibîne.
Kafir jî dostên hevdû ne. Eger hûn (di navbera xwe de dostanî pêk neynin û wan wek neyar negirin û) vêya nekin, wê li ser rûyê erdê fitne û fesadeke mezin çêbibe.
(Allah, li ser vê hîkmetê wan ji derketina şer men kir:) Eger ew bi we re derketana şer, wan ji tevdan û fesadîyê pê ve tiştek li we zêde nedikirin û ji bo fitne têxin navbera we, dê xebat bikirana/bişixulîyana. Di nav we de ên guh didin wan jî hene. Allah bi zaliman dizane.
Sond be evana berê jî dixwestin ku fitne derxînin û li dijî te hinek kar (ên kiret) digerandin. Axir heq cihê xwe girt û digel ku wan ne dixwestin jî emrê (daxwaza) Allah bi ser ket.
Qismekî ji wan jî dibêjin: “Destûra min (ji bo nederketina şer) bide û min nexe fitnê (ya jinên Rûman).” Dîqat bikin! Jixwe ew (ji bo nedin pey emrê Allah û Rasûlê wî bi çêkirina hincetan) ketin nava fitnê. Bêguman cehennem bi her alî dora wan kafiran pêçaye.
Qey ew nabînin ku her sal carekê an du caran (ji hêla/ji alîyê Allah ve) tên îmtîhan kirin, (digel vê) şîret nagirin û tobe jî nakin?
Eger ji hemû alîyê (Medîneyê) ve biavêtana ser wan û paşê jî fitne (kafirbûn û şera bi mumînan re) ji wan bihatiba xwestin, wê di heman demê de vê daxwazîyê bi cih bianîna.
Rabbê me! Me ji bo kafiran neke fitne û (gunehên) me mexfîret bike, Rabbê me! Bêguman tu, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm bixwe yî.
Malên we û ewladên we her yek ji bo we enceq fitneyek in. Allah ew e ku xelata herî mezin li cem wî ye.