Nisâ
Ayet: 117Rûpel: 96
Ew (muşrîk), dev ji Allah berdane û ji hinek pûtên ku bi navên mê binavkirine re dûa (îbadet) dikin. (Bi rastî) ew ji wî şeytanê asî pê ve ji kesî re dûa nakin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 117Rûpel: 96
Ew (muşrîk), dev ji Allah berdane û ji hinek pûtên ku bi navên mê binavkirine re dûa (îbadet) dikin. (Bi rastî) ew ji wî şeytanê asî pê ve ji kesî re dûa nakin.
Ayet: 68Rûpel: 215
Gotin: “Allah ji xwe re zarok çêkiriye.” Ew munezzeh e! Ew (her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xaniy ye. Hemû tiştên li erd û esmanan aîdê Allah in. (Di wê îdîaya ku dibêjin ‘Allah ji xwe re zarok çêkiriye’ de) li cem we qet tu delîl tune. Nexwe hûn di heqê Allah de, tiştê ku pê nizanin dibêjin?
Ayet: 69Rûpel: 215
Bibêje: “Ew ên di heqê Allah de bi lihevanîna derewan bêbextîyan dikin nagihîjin xelasîyê.”
Ayet: 70Rûpel: 215
Wê demeke hindik ji dinyayê feyde bigirin û paşê vegera wan bi bal me ve ye. Piştre ji ber kufra wan ve em ê ezabekî biêş û jan bi wan bitamînin.
Ayet: 57Rûpel: 272
(Digel) munezzeh e, ew (dibêjin ku) keçik aîdê Allah in, lê ya ku dilxwazê wî ne (zarokên kurîn jî) dikin para xwe.
Ayet: 62Rûpel: 272
Tiştên ku li xweşa wan naçe îsnadî Allah dikin. Zimanê wan jî bi derewan çelengîyên wisan dikin ku ew dibêjin jixwe her tiştê xweşik aîdê wan e. Bêguman ji wan re agir heye û ew wê di pêşîya herkesî de têkevin ê.
Ayet: 40Rûpel: 285
Ma Rabbê we bi dayîna wan, ji we re zaroyên kurîn û ji bo xwe jî ji melâîketan keç hilbijartîye? Bêşik hûn gotineke pir mezin dibêjin.
Ayet: 88Rûpel: 310
Gotin: “Rahmân ji xwe re zarok girtîye.”
Ayet: 89Rûpel: 310
Sond be we gotineke pir kirêt û adîyane got.
Ayet: 90Rûpel: 310
Hindik mabû ku (ji ber erjengîya vê gotinê) esman şeq bibûna û erd biqelişîya û çiyan biherifîya/yeksan bibûna.
Ayet: 91Rûpel: 310
Ji ber ku zarok ji Rahmân re lê anîbûn.
Ayet: 92Rûpel: 310
Lê zarok girtin ji Rahmân re nabe/lê nayê!
Ayet: 26Rûpel: 323
Gotin: “Rahmân ji xwe re zarok girtîye!” Ew, ji hemû kêmasîyan munezzeh e. (Nexêr, ne wisan e! Ew melâîketên ku bi zaroktî nîsbetê Allah dikin) evdên (bi rûmet in û) gihîştine îkramê ne.
Ayet: 149Rûpel: 450
Aniha ji wan bipirse: Erê ma zarokên qîz/keç ên Rabbê te ne û kur jî yên wan in?
Ayet: 150Rûpel: 450
Nexwe dema ku me melaîketan wek qîz xuliqandin wan şahidî lê kirine?
Ayet: 151Rûpel: 450
Baldar bin/Dîqat bikin! Ew bi bêbextîyên ku lihev anîne wiha dibêjin:
Ayet: 152Rûpel: 450
“Allah welidandîye.” Bêguman ew, derewkar bixwe ne.
Ayet: 153Rûpel: 450
Qey Allah, zarokên qîz li ser zarokên kur bijartîye (serdest girtîye)?
Ayet: 154Rûpel: 451
Çi dibe ji we, hûn çawa hukim didin.
Ayet: 155Rûpel: 451
Ma hûn şîret nagirin?
Ayet: 156Rûpel: 451
An na (li ser rastîya van gotinên we) delîleke we ya eşkere heye?
Ayet: 157Rûpel: 451
Eger hûn rast dibêjin Kitêba xwe bînin (em binêrin)!
Ayet: 158Rûpel: 451
Wan di navbera wî û cinan de pêwendîya nesebê danîne. Sond be, cin jî dizanin ku ew (ji bo hisabê) wê bên amadekirin.
Ayet: 159Rûpel: 451
Allah, ji ya ku ew wî pê diwesifînin munezzeh e/pak e.
Ayet: 180Rûpel: 451
Ew Rabbê te yê ku xwedî îzzet e, ji ya ku ew wî pê diwesifînin munezzeh e/pak e.
Ayet: 15Rûpel: 489
(Digel ev qas nîmetên wî) komek ji evdên wî (Allah) rabûn li cem xwe hukim dan ku parçeyekî wî/zarokê wî heye. Qet tu guman tune ku însan, nankorekî vikîvekirî ye.
Ayet: 16Rûpel: 489
Nexwe (Allah), ji nava mexluqên xwe keçan (ji bo xwe wek ewlat) girtîye û kuran jî ji we re hilbijartîye?
Ayet: 18Rûpel: 489
Nexwe, ew (kêç) ên (nahîf û diltenik û hestîyar ku) di nav xemlê de tên gihandin/mezinkirin û di nîqaşê de nikarin (meqseda xwe) bi eşkerehî beyan bikin (nîsbetî Allah dikin)?
Ayet: 81Rûpel: 494
Bibêje: “Eger zarokekî Rahmân hebûna, ez ê (jê re) bibûma pêşîyê perestkaran.
Ayet: 82Rûpel: 494
Rabbê erd û asîman û Rabbê erşê (Allah), ji sifetên ku jê re lihev tînin munezzeh e/berî ye.
Ayet: 39Rûpel: 524
Erê ma zarokên qîz/keç ên wî ne û kur yên we ne?