Lewhê Mehfûz
MIRIN Û AXÎRETAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Miftên/enextarên xeybê li cem Allah in. Ji wî pê ve tu kes (bi xeybê) nizane. Ew hemû tiştên di behr û bejîyê de hene dizane. Çi peleke ku bikeve muheqeq pê dizane. Çi liba/heba di nava tarîtîyên erdê de û çi tiştê ter û hişk hene hemû di Kitêbeke vikîvekirî de ne.
Tu di çî karî de dibî bibe û ji Qur'anê kîjan ayetê bixwînî û hûn çî karî bikin, dema ku we xwe da îşekî muheqeq em li ser we şahid in. Bi qasî misqalê zerre be jî ne li erdê û ne jî li esmanan tiştek ji Rabbê te re veşartî namîne. Dixwazî bila ji vêya (ji zerreyê) biçuktir an mezintir jî be, hemû di Kitêba mûbîn (Kitêba apaşkere) de nivîsandî ye.
Li ser rûyê erdê qet zindîyek/jîndarek tune ku rizqê wî ne aîdê Allah be. Ew (Allah), bi cihê sekna wan û bi cihê ku tê de bi muweqetî dimînin jî dizane. Hemû di Kitêbeke eşkere de nivîsandî ne.
Qet tu bajar (ê gelê wî zalim in) tune ku an berî roja qiyametê em ê wan helak nekin an jî em ezabekî zor û asê li wî wan nekin. Ev, di Kitêbê (di Lewhu’l Mehfûzê) de nivîsandî ye.
Ma qey tu nizanî ku Allah, bi hemû tiştên li erd esmanan hene dizane. Bêşik evana di Kitêbekî de ne. Bêguman ev, ji bo Allah pir hêsan e.
Ta. Sîn. Ev, ayetên Qur'anê û Kitêba vikîvekirî ye.
Li erd û esmanan her çi tiştê veşartî/nediyar heye, teqez di Kitêbekê de (qeydkirî) ne.
Kafiran gotin: “Qiyamet bi ser me de nayê.” Bibêje: “Nexêr (ne weke ramîna we ye)! Sond bi wî Rabbê ku alimê xeybê ye, muheqeq wê ji we re were. Li erd û esmanan tiştekî bi qasî misqalê zereyekî jî jê re veşartî/girtî namîne. Ji vêya biçûktir an jî mezintir her çi hebe, hemû di Kitêbekî apaşkere de nivîsandî ne.”
Bêşik yê ku mirîyan divejîne em in. Ew (amel) ên ku kirine û di pêş de şandine jî û berhemên ku li paş hiştine jî em dinivîsin. Me, her tiştî di Kitêbeke vikîvekirî de qeyd kiriye.
Qet tu guman tune ew, Kitêbek e ku di Kitêba bingehîn ya li cem me (Lewhu’l Mahfûz) de qedirbilind û xwedî hikmet e.