Nûh (as)

PÊXEMBER (ASS) Û QEWMÊN WAN ÊN BORÎNE

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

11ayet hatin dîtin
Nûh (as)
1

Âl-i İmrân

Ayet: 33Rûpel: 53

Here Ayetê

Muheqeq Allah Âdem û Nûh û malbata Îbrahîm û malbata Îmran hilbijartîye û di ser aleman re girtîye.

2

Nisâ

Ayet: 163Rûpel: 103

Here Ayetê

Bêguman çawa me ji Nûh û pêxemberên di pey wî (hatine) re wehîy kiriye me ji te re jî wehîy kiriye. Me ji Îbrahîm re û ji Îsmaîl re û ji Îshaq re û ji Yaqûb re û ji nevîyên wî re û ji Îsâ re û ji Eyyûb re û ji Yûnus re û ji Hârûn re û ji Suleyman re jî wehîy kiribû. Û me Zebûr jî dabû Dawûd.

3

En'âm

Ayet: 84Rûpel: 137

Here Ayetê

Me Îshaq û Yaqûb wek diyarî da Îbrahîm. Me hemûyan hîdayet kir. Berê jî me Nûh û ji zurîyeta wî Suleyman û Eyyûb û Yûsuf û Mûsa û Hârûn jî hîdayet kiribû. Ha em xelatên muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin wiha didin (wan).

4

Hûd

Ayet: 40Rûpel: 225

Here Ayetê

Axir, dema emrê me hat û tenûr kelîya (dema kanî fûrîyan û av ji erdê bilind bû) me got: “Ji her çeşîdî (heywanan) cotecot li keştîyê bar bike. Ew ên di aleyha wan de (der heqê helakbûna wan de) hukim hatîye vebirîn ne tê de, malbata xwe û mumînan jî li keştîyê siwar bike.” Jixwe ew ên ku pê îmân anîbûn, pir hindik bûn.

5

İsrâ

Ayet: 3Rûpel: 281

Here Ayetê

Gelî zaroyên wan kesên ku me ew bi Nûh re (di keştîyê de) kişandibû! Bêguman ew (Nûh) evdekî pir şikurdar bû.

6

İsrâ

Ayet: 17Rûpel: 282

Here Ayetê

Me di pey Nûh de gelek nesil/nifş helak kirin! (Gelî mucrîmên Mekkeyê! Hûn ji wan ne bi rûmettir in.) Bi agahdarî û bi dîtina gunehên evdên xwe Rabbê te bes e.

7

Meryem

Ayet: 58Rûpel: 308

Here Ayetê

Evana, ew in ku Allah nîmet daye wan; pêxemberên ji zurîyeta Âdem in û yên me bi Nûh re (di keştîyê de) kişandine û ji zurîyeta Îbrahîm û Îsraîl (Yaqûb) in û me ew hilbijartine û gihîştandine hîdayetê ne. Dema ku ji wan re ayetên Rahmân têne xwendin bi kelegirî diçin secdê.

8

Enbiyâ

Ayet: 76Rûpel: 327

Here Ayetê

Nûh jî (bi bîr bîne)! Wî berê de (ji Rabbê xwe re) dûa kiribû û me jî îcabetî dûayê wî kiribû. Me ew û ehlê wî ji tengezarîyeke mezin (ji tofanê) xelas kiribû.

9

Ahzâb

Ayet: 7Rûpel: 418

Here Ayetê

Bi bîr bîne, me ji pêxemberan; ji te û ji Nûh û ji Îbrahîm û ji Mûsa û ji Îsayê kurê Meryem ehd stendibû. Me ji wan sozekî zexm û xurtkirî stendibû.

10

Şûrâ

Ayet: 13Rûpel: 483

Here Ayetê

Ji bo ku hûn dîn (bi tewhîdê) li ser pîyan bigirin û hûn tê de nekevin îxtîlafê tiştê ji Nûh re emir kiriye û ya ku me li te wehîy kiriye û ya ku me li Îbrahîm û li Mûsa û li Îsa emir kiriye me ji bo we kir şerîet. Lê ew (tewhîd) a tu wan gazî dikî ji muşrîkan re giran hat. Allah kîjan evdê xwe bixwaze (ji bo tewhîdê û dîneke yekpare) hildibijêre û wan ên ku berê xwe didine wî, digihîjîne hîdayetê.

11

Hadîd

Ayet: 26Rûpel: 540

Here Ayetê

Sond be ku me Nûh û Îbrahîm jî şand û pêxemberîtî û Kitêb dabû zurîyetên her duyan. Ji wan hinek ehlê hîdayetê ne. Pirên wan jî fasiq in.