Rewşa Pirên Mirovan

TEWHÎD Û HEWCETÎYÊN AQÎDA TEWHÎDE

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

12ayet hatin dîtin
Rewşa Pirên Mirovan
1

Bakara

Ayet: 243Rûpel: 38

Here Ayetê

Ma ew ên ligel ku hejmara wan bi hezaran bûn û ji tirsa mirinê ji welatên xwe derketin, te nedîtin? Allah ji wan re got: “Bimirin!” Paşê dîsa Allah ew sax kiribûn. Bêguman Allah li ser însanan xwedî fezîlet e. Lê dîsa jî gelek însan şikur nakin.

2

Âl-i İmrân

Ayet: 110Rûpel: 63

Here Ayetê

Hûn ûmmeta herî bixêrtir in ku ji bo însanan hatine derxistin. (Lewre) hûn marûfê/qencîyê emir dikin û ji xerabîyê nehiy dikin û îmân bi Allah tînin. Eger Ehlê Kitêb jî îmân bianîna helbet ev ê ji bo wan bixêrtir bibûna. Ligel ku di nav wan de mumîn hene jî pirên wan fasiq in.

3

En'âm

Ayet: 111Rûpel: 141

Here Ayetê

Eger me melâiketan ji wan re daxistana û mirî jî bi wan re biaxivîyana û me hemû tişt pêşberî wan bicivanda, heta ku Allah daxwaz neke dîsa jî îmân nedianîn. Lê belê pirên wan cahiltî dikin.

4

En'âm

Ayet: 116Rûpel: 141

Here Ayetê

Eger tu bibî tabiê piranîya li ser rûyê erdê, wê te ji rêya Allah bizivirînin/jirêbikin. Ew bitenê didin pey zennê û ew karên xwe tenê bi texmînên bêbingeh dikin.

5

A'râf

Ayet: 179Rûpel: 173

Here Ayetê

Sond be, me ji bo cehennemê ji cin û însanan gelek kes xuliqandin. Qelbê wan heye lê bi wî fêm nakin. Çavê wan heye lê bi wan nabînin. Guhê wan heye lê bi wan nabihîzin. Evana weke heywanan in, heta hê (ji heywanan) jî rêşaştir in. Ew, yên di xefletê de bixwe ne.

6

Hûd

Ayet: 40Rûpel: 225

Here Ayetê

Axir, dema emrê me hat û tenûr kelîya (dema kanî fûrîyan û av ji erdê bilind bû) me got: “Ji her çeşîdî (heywanan) cotecot li keştîyê bar bike. Ew ên di aleyha wan de (der heqê helakbûna wan de) hukim hatîye vebirîn ne tê de, malbata xwe û mumînan jî li keştîyê siwar bike.” Jixwe ew ên ku pê îmân anîbûn, pir hindik bûn.

7

Yûsuf

Ayet: 103Rûpel: 246

Here Ayetê

Tu çi qasî daxwaz bikî û li ber xwe bidî jî pirên însanan îmân naynin.

8

Yûsuf

Ayet: 106Rûpel: 247

Here Ayetê

Pirên wan hetanî ji Allah re şirîkan çênekin îmân pê naynin.

9

Ra'd

Ayet: 1Rûpel: 248

Here Ayetê

Elîf, Lam, Mîm, Re. Ha evana, ayetên Kitêbê ne. Û ya ku ji Rabbê te ji te re nazil bûye heq e. Lê belê pirên însanan îmân naynin.

10

Mu'minûn

Ayet: 70Rûpel: 345

Here Ayetê

Nexwe qey ew dibêjin di wî de dînîtîyek heye? (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî ji wan re heqîyê anîye. (Lê belê) pirên wan ji heqîyê hez nakin.

11

Rûm

Ayet: 42Rûpel: 408

Here Ayetê

Bibêje: “Li ser rûyê erdê bigerin û bibînin ka aqûbeta wan ên berî we çawa bûye (bibînin)? Piren wan muşrîk bûn.

12

Saffât

Ayet: 71Rûpel: 447

Here Ayetê

Sond be berîya wan, gelek qewmên berê jî averê bibûn.