Taybetîyên Benî Îsraîlîyan
PÊXEMBER (ASS) Û QEWMÊN WAN ÊN BORÎNEAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Dema ku ew leqayî mumînan tên, dibêjin: “Me jî îmân anîye.” Lê dema tenê bi serê xwe dimînin dibêjin: “Ji bo çi ew sirrên ku Allah ji we re vekirîye hûn ji wan re dibêjin? Ji bo ku li cem Rabbê we di aleyha we de bikin delîl (hûn dibêjin)? Hûn aqil nagirin?
Çi dema ku ahd/soz dabin, qey komek ji wan ehda xwe xera nekirin? (Nexêr, ne wisan e!) Jixwe pirên wan îmân naynin.
Bêguman ew kesên ku ayetên Allah înkar dikin û pêxemberan bi neheqî dikujin û yên ku daxwaza edaletê dikin dikujin, tu mizgîna ezabekî biêş û jan bide wan.
Ewana ew kes in ku amelên wan li dinya û axîretê pûç (û betal) bûne û ji wan re, tu alîkar jî tune.
Ma qey te (rewşa) wan kesên ku parek ji Kitêbê ji wan re hatîye dayîn nedît? Ji bo ku di navbera wan de hukim bide ew bi bal Kitêba Allah ve têne gazîkirin, paşê hinek ji wan bi pozbilindî pişta xwe didin (vê bangê).
(Sebebê vê rêşaşîtîya wan ev) gotina wan e: “Ji çend rojên bijimar pê ve agir bi me nakeve.” Ev bêbextîya (ku li ser navê Allah bi nezanîn) lihev anîne, der heqê dînê wan de, ew xapandin.
Ji wan komek heye ku ji bo hûn wê (xwendina wan) ji Kitêbê zen bikin zimanê xwe bi Kitêbê xwar dikin. Lê (tiştên di devên xwe de digilgilînin) ne ji Kitêbê ye. (Ji bo tiştên di devên xwe de dimizmizînin, wiha dibêjin:) “Ev ji îndallah e.” Hal ev e ku ew, ne ji îndallah e. Ew li dij Allah bi zanebûn derewan dikin.
Sond be, Allah peyva wan kesên ku gotin: “Allah feqîr e, em dewlemend in” bihîst. Em ê van gotinên wan û bi neheqî çawa pêxemberên xwe kuştine binivîsin û em ê bibêjin: “De ezabê agirê sotîner tehm bikin/biçêjin.”
Ma te wan ên ku parek ji Kitêbê ji wan re hatîye dayîn nedît! Ew rêşaşîtîyê dikirin/distînin û dixwazin ku hûn jî averê bibin.
Allah bi neyarên we herî çêtir dizane. (Li hember dijminên we ji we re) wek dost jî Allah bes e. Wek alîkar jî Allah bes e.
Hin kes ji Cihûyan, kelîmeyan ji cihê wan diguherînin û (ji xeynî maneyê wan bikar tînin û) texrîf dikin. Dev û lêvên xwe xwaromaro dikin û davêjin dîn û dibêjin: ‘Me bihîst û me îsyan kir!’ û ‘Me bibihîze, ku tu qet nebihîzî!’ û ‘Râîna! (me bajo!). Eger wan bigota: ‘Me seh kir û me îtaet kir.’ û ‘Unzurnâ! (li me gûhdar be û li me binêre!)’ wê ji bo wan herî çêtir û rasttir bûna. Lê belê Allah, ji ber kufra wan lanet li wan kiriye. (Ji ber vê yekê) ew pir kêm îman tînin.
Ma te wan kesên ku nefsa xwe pîrûpak nîşan didin nedît? (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, Allah kî bixwaze wî pak dike. Û bi qasî mûyekî jî neheqî li wan nayê kirin.
Binêre! Çawa bi derewî îftîrayê li Allah dikin. Wek gunehên eşkere ev (îftîrayên ku li Allah dikin ji wan re) bes e.
Ma tu wan kesên ji Kitêbê parek ji wan re hatîye dayîn nabînî ku îmân bi cibt û taxût tînin û ji kafiran re dibêjin: “Evana ji mumînan rasterêtir in.”
Evana ew kes in ku Allah lanetê li wan kiriye. Allah lanetê li kî bike êdî tu alîkarek ji bo wî nabînî.
Qey di milk de parekî wan heye? Wê demê wan bi qasî mûyekî jî tiştek nedidan însanan.
Nexwe ji ber tiştên ku Allah ji lutf û îhsana xwe daye însanan dihesidin? Bêguman me Kitêb û hîkmet dabû malbata Îbrahîm. Û me milkeke mezin jî dabû wan.
Ji wan hinekan (bi tiştê ku ji wan re hatibû dayîn) îman anîn û hinekan jî rû vegerandin. Bi agirê ku alavên bi erjeng direşîne Cehennem (ji wan re) bes e.
“Gelî qewmê min! Têkevin wî erdê pîroz ku Allah ji we re nivîsandibû, (ji tirsa dijmin) li paş xwe nezivirin. (Nexwe) hûn ê bi xusran (destevala) vegerin.”
Gotin: “Ya Mûsa! Qewmekî pir bi hêz li wir heye. Hetanî ew dernekevin em tu carî nakevin wê derê. Eger derkevin helbet em ê jî têkevin wê derê.”
Du zilamên (ku ji Allah) ditirsîyan ên ku Allah nîmet dabû wan gotin: “Di derî de biavêjin ser wan. Eger hûn bikevin hundir, êdî hûn ê serkeftî bin. Eger hûn mumîn in tewekkulê Allah bikin.”
Gotin: “Ya Mûsa! Hetanî ew (qewmê bi hêz) li wir bin em tu carî nakevin wê derê. Tu û Rabbê xwe herin û şer bikin. Em ê li vê derê li hêvîya we bimînin.”
Ya Rasûl! Ew ên di kufrê de pêşbazîyê dikin bila te xemgîn nekin! Ew in ku bi devê xwe dibêjin: “Me îmân anîye”. (Hal ev e ku) wan bi qelbê xwe îmân ne anîne. Ji wan Cihûyan hin kes gûh didin derewan. Ew ên nayên cem te (ji bo ku ji Cihûyan re gotinan bigerînin) gûh didin te. Piştî ku Allah kelîmeyan di cihên xwe de bi cih kirine, ew diguherînin û texrîf dikin. Dibêjin: “Eger (tiştên ku we texrîf kiriye û guherandîye) ji we re bê dayîn bistînin, eger neyê dayîn xwe jê biparêzin!” Kesê ku Allah ji bo wî fitne daxwaz bike tu nikarî li hemberî Allah tiştekî jê re bikî. Evana ew kes in ku, Allah paqijîya qelbên wan nexwestîye. Ji wan re di dinyayê de rezîlî û li axîretê jî ezabeke mezin heye.
Ew, guhdarîya derewan dikin û bertil/heram dixwin. Eger werin cem te tu dixwazi di navbera wan de hikum bide û dixwazi jî ji wan rû vegerîne. Eger tu ji wan rû vegerînî qet nikarin zerarekî bidin te. Heke tu di navbera wan de hikum bikî bi edalet hikum bike. Bêguman Allah ji mirovên adil/dadwer hez dike.
Digel Tewrata ku hukmê Allah di nav de ye li cem wan e jî çawa te wek hakem tayîn dikin? (Piştî ku te hakem tayîn dikin,) paşê (ji ber ku hukmê te dayî ne li xweşa wan e) rû vedigerînin û diçin. Ew ên ha teqez ne mumîn in.
Bibêje: “Ez agahîya wî kesê bidim we ku cezayê wî li cem Allah ji vê xerabtir e? Ew kes in ku Allah lanetê li wan kiriye û li wan hatîye xezebê û ji wan meymûn û beraz û taxûtperest derxistîye. Ha evana (li îndallah) cihê wan herî xerab û ji rêya rast xerifî ne.
Dema tên cem we dibêjin: “Me îmân anîye.” Lê ew bi kafirî hatine (cem we) û bi kafirî (ji cem we) derdikevin. Allah, bi tiştên ku vedişêrin herî çêtir dizane.
Tu pirên wan dibînî ku ew di gunehkarîyê de û dijmintîyê de û bertîlxwarinê/heramxwarîyê de (bi hev re) pêşbazîyê dikin. Tiştên ku dikin çiqas xerab e!
Ma ne hewce bû ku Rabbanîyan û zanyaran wan ji gotina gunehkarî û ji bertîlxwarinê/heramxwarîyê bidana paş? Tiştên (ku rêveber û zanyar emrê qencîyê û nehya ji munkerê diterikînin û) bikartînin çiqas xerab e.
Cihûyan gotin: “Destê Allah girtîye (dest lê nagere).” Ji ber vê (gotina kirêt) destê wan şeht bû û bûn ji lanetîyan. (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, her du destên Allah jî vekirî ne û çawa bixwaze wisa serf dike. Sond be ya ku ji Rabbê te ji te re nazil bûye (ev Qur'an) wê kufr û harîtîya wan zêdetir bike. Me jî hetanî roja qiyametê kîn û neyartîyek bênavber xistîye navbeyna wan. Çi dema ku wan ji bo şer agirek pêxistibin Allah agirê wan vemirandîye. Ew li ser rûyê erdê ji bo tevdanê/ji bo îfsadê dixebitin. Allah ji mufsîdan/ji wan ên tevdanê derdixin hez nake.
Eger Ehlê Kitêb îmân bianîya û ji (Allah) bitirsîyana û xwe biparastana me yê qisûrên wan binuxamta û ew bixistana cennetên Naîm.
Eger wan Tewrat û Încîl û ew Kitêba ji alîyê Rabbê wan ve nazil bûye (bi amelkirina pê) qaîm bikirana wê ji nîmetên ser xwe (ya ku bi baranê tê) û ji yên binê xwe (ya ku ji erdê heşîn dibin) bixwarana. Komek ji wan mutedîl in/rêyeke naverast digirin. (Lê) tiştên ku pirên wan dikin çiqas xerab e.
Ji Benî Îsraîl ew ên bibûn kafir, bi zimanê Dawûd û Îsâyê kurê Meryem, hatin lanetkirin. Ev ji ber îsyankarî û ji hed borandina wan bû.
Eger wan bi Allah û bi pêxemberê wî û (Kitêb) a ji wan re nazil bûye pêbawer bûna, wan ji xwe re nedikirin dost. Lê pirên wan fasiq in.
Dema ku gotin: “Allah ji tu beşerî re qet tiştekî nazil nekiriye” ewana qedrê Allah bi heqî teqdîr nekirin/rêzdarîya wî negirtin. Bibêje: “(Nexwe ka bibêjin!) Ma ew Kitêb a Mûsa anîye ku ji însanan re nûr û ronahî ye û hûn wê parçe parçe li ser kaxizan dinivîsin û qismekî eşkere dikin û pirên wî jî vedişêrin û (bi wê Kitêbê) tiştên ku we û bavûkalên we pê nizanibûn hîn bûn, kî ji we re nazil kiriye?” (Eger cewab bidin te pir baş e! Lê eger sikût bikin ji wan re) bibêje: “Allah e!” Paşê tu dev ji wan berde, bila di batilên xwe de bileyzin û bigevizin.
Ew tiştên ku me berê ji te re behs kir, me ji cihûyan re heram kiribûn. Me zilim li wan nekiriye. Lê belê wan zilim li xwe dikir.
Ma ew ên ji kirina pistepistê hatibûn menkirin, te ew nedît? Piştre li ya ku jê hatine men kirin vedigerin; di gunehkarî û di dijminahî û di mijara îsyana pêxember de pistepistê (kûlîs) dikin. Dema ku ew bên cem te, bi silaveke ku Allah bi wê silav nekiriye silav li te dikin. Di dilê xwe de wiha dibêjin: “Ji ber peyvên em dibêjin ma ne hewceye ku Allah em bidana ber ezabê?” Cehennem besî wan e. Ew ê bikevin wê derê. Ew, çi cihlêvegerekî xerab e.
Ma qey te wan ên munafiqtîyê dikin nedît? Ji birayên xwe yên kafir ên ehlê kitêb re wiha dibêjin: “Eger hûn ji warên xwe bên derxistin, em ê jî bi we re derkevin. (Di hukmekî aleyha we de) em qet ji tu kesî re îtaet nakin. Eger bi we re bê şerkirin muheqeq em ê alîkarîya we bikin.” Allah, şahidî dike ku ew derewkar in.
Sond be eger (ji warên xwe) bên derxistin, ew bi wan re dernakevin. Bi wan re bê şerkirin, alîkarîya wan nakin. Eger alîkarî bikin jî wê pişt xwe ve vegerin û birevin. Paşê alîkarî jî li wan nayê kirin.
Tirsa we ya di dilê wan de, ji tirsa Allah zêdetir e. Ev, ji ber vê ye ku ew qewmekî bê fêhm in.
Eger ew ne di bajarên parastî û pişt (sîperên) dîwaran de bin, li dij we bitevahî (serî bi serî/deqe deq) şer nakin. Şerên wan ên di navbera xwe de dijwar e.Tu wan yek (yekgirtî/bihevre) dihesibînî. Hal ev e ku qelbên wan weslewesle/parçe parçe ye. Ev, ji ber vê ye ku ew ne qewmekî aqilmend in.
(Evana,) wekî ew ên di demekê nêz berîya wan de webala (kufr û xayîntîya xwe) tam kirine (ew ê jî webala amelên xwe tam bikin). Ji wan re ezabekî biêş û jan heye.
Mîsal a wan ên ku Tewrat li wan hatîye barkirin û digel vê pêwistîyên wê pêk neanîne, wekî mînaka wî kerê ku barê kitêbên kubkube hildigire ye. Mîsala civaka ku bi ayetên Allah îman neanîne çiqas xerab e. Allah, qewmê zaliman hîdayet nake.