Tefekkûr

ÎLIM, BÎR BIRIN/AQILMENDÎ, TEFEKKÛR, ÎBRET

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

16ayet hatin dîtin
Tefekkûr
1

Bakara

Ayet: 219Rûpel: 33

Here Ayetê

Der heqê mey û qumarê de ji te dipirsin. Bibêje: “Di wan herduyan de ji bo însanan gunehkarîyeke mezin û çend feydeyên hindik hene. (Lê belê) gunehê herduyan jî ji feydeya wan mezintir e. Ji te dipirsin, ka em çi înfaq bikin? Bibêje: “Tiştên (ji hewcetîyên xwe) mayî/zêde (înfaq bikin).” Ji bo ku hûn bifikirin (û şîretan bigirin), Allah ayetên xwe ji we re beyan dike.

2

Bakara

Ayet: 266Rûpel: 44

Here Ayetê

Ma kî ji we dixwaze (di rewşeke wisan de be ku) bexçeyekî wî yê xurmeyan û mêwan hebe û di binî de çem biherikin û di nav de ji her çeşîdê fêkîyan hebin. Ew jî ixtîyar bibe û di wê demê de zarokên wî yên zeîf/biçûk hebin. (Dixwest ku bexçeyekî wisa ji zarokên xwe re bihêle) lê ji nîşka ve bahozekî bişewat bi ser de were û ew bexçe bişewite. (Çawa ku hûn vêya naxwazin, di wê dema hûn herî zêde hewcedarê amelan in bi rîya û bi minnetê û bi ezîyetê amelên xwe berhawa nekin û destevala nemînin.) Ji bo ku hûn bifikirin Allah, ayetên xwe ji bo we beyan dike.

3

Âl-i İmrân

Ayet: 191Rûpel: 74

Here Ayetê

Ew in ku; li pîyan û runiştî û li ser kêlekên xwe dirêjkirî Allah zikir dikin. Der heqê xuliqandina erd û esmanan difikirin (û dibêjin): “Rabbê me! Te ev bê sebep/beyhude ne xuliqandîye. Em te ji hemû kêmasîyan tenzîh dikin, tu me ji ezabê agir bisitirîne.”

4

En'âm

Ayet: 50Rûpel: 132

Here Ayetê

Bibêje: “Ez ji we re nabêjim ku xezîneyên Allah li cem min in û ez bi xeybê jî nizanim û ji we re nabêjim ez melâiketim jî. Ez ji tiştê ji min re wehîy bûye pê ve nadim pey tiştekî din.” Bibêje: “Erê ma kor û bînende dibin wekhev? Ma qey hûn nafikirin?”

5

A'râf

Ayet: 176Rûpel: 172

Here Ayetê

Eger me bixwesta (bi ilim û delîlên ku me danê) me yê ew herî bilind bikira. Lê wî meylî dinyayê kir û da pey hewayê/hewesê xwe. Mîsala wî, wekî mesela wî kuçikî ye ku, tu bi ser de herî zimanê xwe derdixe û dihelike û dev jê berdî jî dîsa zimanê xwe derdixîne û dihelike. Ha rewşa civaka ku ayetên me tekzîb kirine a wiha ye. Ji bo ku baş bifikirin ji wan re behsa qiseyan bike.

6

A'râf

Ayet: 184Rûpel: 173

Here Ayetê

Ma ew qet nafikirin? Ku di hevalê wan (ew Nebîyê ji wan re hatîye şandin) de qet tu dînîtî tune. Ew, her hişyarkerekî eşkere ye.

7

Yûnus

Ayet: 24Rûpel: 210

Here Ayetê

Heyata dinyayê (ji alî bihorbarî/muweqetbûn û pêkhatina wê ya ji kêm feydeyê) mîsala wê, weke wê avê ye ku me ew ji esmanan daxistîye. (Bi wê avê) nebatên/hêşînahîyên ku xwarina însan û heywanan e têkilî nav hev bûn. (Gîyayên cûrbicûr li ser rûyê erdê şîn dibin û li hev dipeçikin) dema erd (ji nebatan) bi zînetên xwe yên cûrbicûr (bi şox û şengî) dixemile. n wê jî hizir dikin qey ew li ser (dar û berê) wê xwedî qudret in ku jê îstîfade bikin. Ha di wê hengamê de bi şev an jî bi roj emrê me bi ser de hat, vêca me wekî zevîya dirûtî (çinandî) lêkir her wekî ku do ew heşînahî tune bû. Em ji qewmekî ku difikirin re a wiha ayetên xwe bikitekit beyan dikin.

8

Ra'd

Ayet: 3Rûpel: 248

Here Ayetê

Ew ê ku erd raxistîye û li serê (ji çiyan) singan û çem bi cih kiriye û ji her çeşîdê fêkîyan du cot xuliqandîye û şevê diavêje ser rojê û rojê pê dinixumîne ew (Allah) e. Bêguman di vê de ji bo qewmekî ku difikirin/tefekkur dikin re ayet hene.

9

Nahl

Ayet: 11Rûpel: 267

Here Ayetê

Bi wê (avê) ji bo we çandinî û zeytûn û xurme û her cureyên fêkîyan heşîn dike. Bêguman ji bo qewmekî difikirin re di vê de ayet (ên elametê lutf û îhsana Allah) hene.

10

Nahl

Ayet: 44Rûpel: 271

Here Ayetê

(Me pêxemberan) bi delîlên eşkere û bi Kitêb (şand). Ji te re jî zikir/Qur'an nazil kir ku, tiştên ji wan re hatîye daxistin tu beyan bikî. Hêvî heye ku bifikirin.

11

Nahl

Ayet: 69Rûpel: 273

Here Ayetê

“Paşê ji hemû cureyên fêkîyan bixwin û têkevin rêyên ku Rabbê te ji we re hêsan kiriye.” Ji zikê wan di rengên curbicur de şerbet/hingiv derdikeve. Di wê de ji însanan re şîfa heye. Bêguman di vê de ji bo qewmekî difikirin re ayet hene.

12

Rûm

Ayet: 8Rûpel: 404

Here Ayetê

Ew, xwe bixwe nafikirin (û li ser vê heqîqetê tênagihîjin)? Allah; esmanan û erd û tiştên di navbera wan de bitenê ji bo qayîmbûna heqê û ji bo demeke diyar xuliqandîye. Bêguman pirên însanan, leqayîhatina Rabbê xwe înkar dikin.

13

Rûm

Ayet: 21Rûpel: 405

Here Ayetê

Ji bo ku hûn sekînetê bibînin (bigihîjin hedanê) xuliqandina wî ya hevjînên ji nefsên we û pêkanîna hezkirin û merhameta di navbera we de jî ji ayetên wî ne. Bêguman di vêya de ji bo qewmekî difikire re ayet hene.

14

Zumer

Ayet: 42Rûpel: 462

Here Ayetê

Dema ku wê bimirin Allah, rûhê wan (însanan) distîne. (Rûhê wî) yê ku (bedena wî) nemirîye jî di xewa wî de distîne. Der heqê kî de hukmê mirinê dabe (rûhê wî) distîne. Ew ê din (ya ku di xew de ye) jî heta demeke diyarkirî serbest berdide. Bêşik di vê de, ji bo qewmekî difikirin re ayet hene.

15

Câsiye

Ayet: 13Rûpel: 498

Here Ayetê

Wî (bi lutfeke ji cem xwe) hemû tiştên li erd û esmanan ji we re sitûxwar kir. Bêşik di vê de ji bo civakeke difikirin re ayet hene.

16

Haşr

Ayet: 21Rûpel: 547

Here Ayetê

Eger me ev Qur'an, li ser çiyayekî daxistiba tu yê bidîta ku (ew çiya) ji tirsa Allah qurmiçîye û bûye peremperçe. Ji bo ku bifikirin em van mîsalan didin însanan.