Allah (ac) Tewbeyan Qebûl Dike

ALLAH (AC) Û SIFETÊN WÎ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

22ayet hatin dîtin
Allah (ac) Tewbeyan Qebûl Dike
1

Bakara

Ayet: 187Rûpel: 28

Here Ayetê

Di şevên rojîyê de nêzbûna/çûyîna cem jinê xwe, ji we re hatîye helalkirin. Ew libasên we ne û hûn jî libasên wan in. Allah pê dizanibû ku we li nefsa xwe îxanet dikir, loma tewba we qebûl kir û hûn efû kirin. Hûn êdî dikarin nêzî wan bibin û li tiştên ku Allah ji we re nivîsandîye (û kiriye para we) bigerin. Dema fecrê/şefeqê heta tayê spî ji tayê reş tê veqetandin, bixwin û paşê rojîyê hetanî şevê bidomînin. Dema ku hûn di mizgeftan de dikevin îtîkafê ligel wan nebin. Ev, hidûdên/sînorên (qedexeyên) Allah in. Ji van (hidûdan) neborin. Allah ayetên xwe ji însanan re bi vê awayê beyan dike, da ku ew xwe biparêzin.

2

Âl-i İmrân

Ayet: 128Rûpel: 65

Here Ayetê

(Der heqê toba wan kafiran de) tiştekî ku tu bikî tune. (Allah) toba wan an qebûl dike û wan efû dike an jî wan dide ezabê. Bêguman ew, zilimkar in.

3

Âl-i İmrân

Ayet: 135Rûpel: 66

Here Ayetê

Û ew (mutteqî ne) ku; dema xerabîyekî dikin an jî (bi gunehkarîyê) li nefsa xwe zilmê bikin, hema Allah tînin bîra xwe û daxwaza efûkirina gunehên xwe dikin. Ma ji Allah pê ve kî dikare gunehan efû bike? Û ew li ser amelên xwe (yên xerab) de bi zanebûn israr nakin.

4

Nisâ

Ayet: 16Rûpel: 79

Here Ayetê

Ji nav we ew ên ku zinayê dikin, ezîyetê bidin wan. Eger tobe bikin û xwe rast bikin êdî dev ji ezîyetê berdin. Lewre Allah, (yê ku evdên xwe mûweffeqê tobeyê dike û tobeyan pirzêde qebûl dike) Tewwab û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

5

Nisâ

Ayet: 26Rûpel: 81

Here Ayetê

Allah, dixwaze (hukmên xwe) beyan bike û we bigihîne rêya yên berî we û gunehên we efû bike. Allah (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.

6

Nisâ

Ayet: 27Rûpel: 82

Here Ayetê

Allah, (bi mûweffeqkirina tobê yê) dixwaze tobeyên we qebûl bike. Ew ên li pey şehweta xwe diçin jî dixwazin ku hûn bi rêşaşî ve ji rêya heq derkevin.

7

Nisâ

Ayet: 64Rûpel: 87

Here Ayetê

Meqseda me ya şandina Rasûl, enceq ji bo ku bi destûra Allah jê re îtaet bê kirin e. Eger dema ku (bi gunehê) li nefsa xwe zilim kiribûn, bihatana cem te û mexfîret bixwestana û Rasûl jî ji bo wan (ji Allah) bexişandinê daxwaz bikira, bêguman wê bidîtana ku Allah, (yê ku evdên xwe mûweffeqê tobeyê dike û tobeyan pirzêde qebûl dike) Tewwab û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

8

Nisâ

Ayet: 92Rûpel: 92

Here Ayetê

Ji xeynî bi xeta/bi xeletî be, qet nabe ku mumînek (muteammîden/bi qestî) mumînekî din bikuje. Kesê ku bi xeletî mumînekî bikuje (kefareta wî) azadkirina koleyekî mumîn û ji bo malbata meqtûl (yê kuştî) dayîna dîyetê ye. Eger malbata meqtûl (yê kuştî) dîyetê bibexşîne (dev jê berde) ne tê de. Eger meqtûl ji malbatek mumîn û ji qewmekî ku dijminê we be, azadkirina koleyekî mumîn lazim e. Eger (ew meqtûl) ji qewmekî ku di navbera we de peyman heyî be, ji malbata wî re dîyet û azadkirina koleyekî mumîn lazim e. Kesê ku evana nebîne (nikaribe pêk bîne) ji bo ku Allah tobeya wî qebûl bike divê du mehan li pey hev (bê navber) rojî bigire. Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.

9

Mâide

Ayet: 34Rûpel: 112

Here Ayetê

Lê belê ew ên ku berî hûn wan bigirin tobe kiribin ne tê de; bizanibin bêşik Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqûbeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

10

Mâide

Ayet: 71Rûpel: 119

Here Ayetê

(Piştî ku pêxemberan derewandin û kuştin) zen kirin ku (bi mûsîbetên dînî û dinyewî) wê fitne neyê serê wan. Ker û kor bûn. Paşê Allah (pêxemberekî nû şand û îmkana tobeyê da wan û) tobeya wan (tobedaran) qebûl kir. Dûv re ji wan pir kes (dîsa) kor û ker bûn. Allah li ser tiştên ku ew dikin (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.

11

A'râf

Ayet: 143Rûpel: 166

Here Ayetê

Mûsa, hat cihê kifşkirî û dema Rabbê wî pê re axivî/peyivî (wiha) got: “Rabbê min! Xwe nîşanî min bide, ez te bibînim.” (Allah) got: “Tu nikarî min bibînî. Lê belê li vî çiyayî binêre. Eger ew di cihê xwe de bimîne tu yê min bibînî.” Dema Rabbê wî tecellîyê çiya kir ew parçe parçe bû û Mûsa xeriqî/jidilborî û tera bû. Dema hate ser hişê xwe wiha got: “Ez te (ji hemû kêmasîyan) tenzîh dikim. Ez ji te re tobe dikim û ez pêşîkê mumînan im.”

12

A'râf

Ayet: 153Rûpel: 168

Here Ayetê

Ew ên amelên xerab kirine û piştre tobe kirine û îmân anîne jî; bêguman Rabbê te piştî vêya (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

13

Tevbe

Ayet: 5Rûpel: 186

Here Ayetê

Dema mehên birûmet/mehên heram derketin/borîn, êdî hûn muşrîkan li ku derê bibînin bikujin. Wan bigirin û dor li wan bipêçin û li ser her çavnêrîgehê ji bo wan rûnên (û çavnêrîya wan bikin). Eger (ji şirkê) tobe bikin û nimêja xwe rasterast bikin û zekâta xwe bidin êdî rê li wan vekin. Bêguman Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

14

Tevbe

Ayet: 104Rûpel: 202

Here Ayetê

Ma ew hê jî nizanin ku ew ê ji evdên xwe tobeyan qebûl dike û sedeqeyan navegerîne Allah e ku ew, (yê ku evdên xwe mûweffeqê tobeyê dike û tobeyan pirzêde qebûl dike) Tewwab û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

15

Hûd

Ayet: 3Rûpel: 220

Here Ayetê

Ji Rabbê xwe mexfîretê bixwazin û paşê jê re tobe bikin. (Di muqabilê vê de) heta demeke diyarkirî wê bi awayekî rind heyata we bi xweşî û bi feyde bidomîne û dê ji lutf û kerema xwe bide çi kesê xwedî fezîlet in. Eger hûn rû vegerînin, bêguman ez der heqê we de ji ezabê rojeke mezin ditirsim.

16

İsrâ

Ayet: 25Rûpel: 283

Here Ayetê

Rabbê we bi tiştên di nefsên we de ye herî qenc dizane. Eger hûn bibin însanên salih, qet tu guman tune ku (Allah) ji bo wan ên ku berê xwe pirzêde didin wî/ji bo wan ên ewwabîn re pir bexşende ye/xafûr e.

17

Meryem

Ayet: 60Rûpel: 308

Here Ayetê

Lê ew ên tobe dikin û îmân anîne û amelên salih kirine ne têde. Wê ew bikevin cennetê û qet tu neheqî li wan neyê kirin.

18

Furkân

Ayet: 70Rûpel: 365

Here Ayetê

(Lê) ew ên tobe kirine û îman anîne û amelên salih kirine ne têde ne. Allah, gunehên wan bi xêran diguherîne (an jî şirka wan bi îmanê û mêrkujîya wan bi islahê û zinayê wan jî bi îffetê diguherîne). Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

19

Furkân

Ayet: 71Rûpel: 365

Here Ayetê

Kî jî tobe bike û amelên salih bike bêguman ew ê bi tobeyeke meqbûl bi bal Allah ve vegere.

20

Zumer

Ayet: 53Rûpel: 463

Here Ayetê

Bibêje: “Gelî evdên min ên (bi kirina gunehên pirzêde) di aleyha nefsên xwe de zêde pêş de çûne! Ji rahmeta Allah hêvîya xwe nebirin. Bêguman Allah, hemû gunehan efû dike. Lewre ew, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

21

Zumer

Ayet: 54Rûpel: 463

Here Ayetê

Hêj ku ezab ji we re nehatîye ber bi Rabbê xwe ve vegerin û teslîmê wî bibin. Paşê alîkarî jî li we nayê kirin.

22

Tahrîm

Ayet: 8Rûpel: 560

Here Ayetê

Gelî ew ên îman anîne! Ji Allah re bi tobeyeke nasuh (bi ezma carekî din lênevegera gunehan) tobe bikin. Hêvî heye ku Rabbê we qisûrên we binixumîne û we bêxe cennetên di bin wan de çem diherikin. Wê rojê Allah, pêxemberê xwe û mûmînên ligel wî riswa nake. Nûra wan di pêşîya wan de dibeze (û diberiqe). Ji milê xwe yê rastê (defterên xwe yên amelê sitendine.) Dibêjin: “Rabbê me! Nûra me temam bike û gunehên me bibexşîne. Lewre tu, li ser her tiştan qadir î.”