Allah (cc) Her Tiştî Dibîne (Basîr)

ALLAH (AC) Û SIFETÊN WÎ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

25ayet hatin dîtin
Allah (cc) Her Tiştî Dibîne (Basîr)
1

Bakara

Ayet: 96Rûpel: 14

Here Ayetê

Sond be; tu yê wan bibînî ku ji hemû însanan pirtir azwerê/dilxwazê hayata dinyayê ne. (Wisan ku) ji muşrîkan jî hê zêdetir dildayîyê heyata dinyayê ne. Ji wan her yek dixwaze ku hezar salî bijî. Dayîna jiyana ew qas jê re, wî ji ezabê rizgar nake. Allah, tiştên ku ew dikin dibîne.

2

Bakara

Ayet: 110Rûpel: 16

Here Ayetê

Nimêja xwe rasterast/îqame bikin û zekâta xwe bidin. Bizanibin her xêra ku hûn di pêşîya xwe de teqdîm bikin, hûn ê li îndallah/li cem Allah bibînin. Bêguman Allah tiştê ku hûn dikin dibîne.

3

Bakara

Ayet: 233Rûpel: 36

Here Ayetê

Ew dayîkên bixwazin dema mêtandinê temam bikin, bi dirêjahîya du salên tam dergûşên xwe/zarokên xwe şîr didin/dimêtînin. Li gorî pîvana urf (a belave) hewcetîya xwarin û cil û berg li ser bav e. Tu kes zêdeyî quweta xwe bi berpirsîyarîyekî (bi daxwaza mesrefeke zêde) nayê binbarkirin. Ne dayîk û ne jî bav ji ber zarokên xwe zerar bibîne. Li waris/li mîratxwer jî eynî berpirsîyarî/mesûlîyet dikeve. Eger dê û bav bi hev bişêwirin û bi rizaya xwe bixwazin zarok ji şîr veqetînin, ji bo herduyan jî mehzûrek tune. Eger hûn bixwazin ji zaroka xwe re dêşîr/makeşîr bigirin ji we re mehzûr tune, lê divê hûn heqê (heqdestê) wê dêşîrê/makeşîrê li gorî urfê/maqul û bi xweşî bidinê. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û bizanibin Allah, tiştên ku hûn dikin dibîne.

4

Bakara

Ayet: 237Rûpel: 37

Here Ayetê

Eger we mehra xwe diyar kiribe, (lê belê) berîya ku bi wan re bikevin munasebetê hûn wan berdin, nîvê mehrê bidin wan. Rewşa ku jin ji mehra xwe bibore an jî yê ku eqda mehrê di destê xwe de digire jê bibore, ne tê de (hûn dikarin nedin). Efûkirina we hê çêtir nêzîkî teqwayê ye. Fazîleta di navbera xwe de/qencîya ku we li hev kiriye ji bîr nekin. (Lewre) Allah, tiştê ku hûn dikin dibîne.

5

Âl-i İmrân

Ayet: 15Rûpel: 50

Here Ayetê

Bibêje: “Ma ez agahîya ku ji vêya bixêrtir e bidim we? Ji bo Mutteqîyan li bal Rabbê wan cennetên di binî de çem diherikin û wê tê de ebedî bimînin hene. Hevjînên pakîpaqij û razîbûna Allah jî heye. Allah, li ser evdên xwe bînende/basîr e.

6

Âl-i İmrân

Ayet: 20Rûpel: 51

Here Ayetê

Eger (der heqê îslâmê de) bi te re bikevin nîqaşê (ji wan re) bibêje: “Ez û yên bûne tabiê min, (me bi xaliskirina dîn ji Allah re û bi îbadetkirina jê re) rûyê xwe teslîmî Allah kir.” Ji yên Kitêb ji wan re hatine û muşrîkên nexwende re jî bibêje: “Ma hûn jî teslîm bûn?” Eger ew jî teslîm bibin, bêguman wê bigihîjin hîdayetê. Lê eger rû vegerînin li ser te enceq teblîxkirin (a îslâmê) heye. Allah, evdên xwe dibîne.

7

Nisâ

Ayet: 58Rûpel: 86

Here Ayetê

Bêşik Allah emrê we dike ku hûn emanetan bidin ehlê wan û dema we di nava însanan de hikum kir, bi edaletê hikum bikin. Allah bi vêya çi şîretên xweş li we dike! Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.

8

Nisâ

Ayet: 134Rûpel: 98

Here Ayetê

Kî xêr û xelata dinyayê dixwaze, bêguman xêr û xelata dinya û axîretê li cem Allah e. Allah, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.

9

İsrâ

Ayet: 1Rûpel: 281

Here Ayetê

Ji bo hinek ayetên xwe nîşanî wî bide ew (Allah) ê ku ji sifetên kêm munezzeh e/berî ye, evdê xwe di şevekê de ji Mescîdu'l Heram bire Mescîdu'l Aqsayê ku hawîrdora wê pîroz kiriye. Ew, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

10

İsrâ

Ayet: 17Rûpel: 282

Here Ayetê

Me di pey Nûh de gelek nesil/nifş helak kirin! (Gelî mucrîmên Mekkeyê! Hûn ji wan ne bi rûmettir in.) Bi agahdarî û bi dîtina gunehên evdên xwe Rabbê te bes e.

11

İsrâ

Ayet: 30Rûpel: 284

Here Ayetê

Bêguman Rabbê te ji kî re daxwaz bike rizqê wî fireh an jî teng dike. Bêşik ew, li ser evdên xwe re (agahdarê her tiştî) Xabîr û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.

12

İsrâ

Ayet: 96Rûpel: 290

Here Ayetê

Bibêje: “Di navbera min û we de wek şahid Allah bes e. Bêguman ew li ser evdên xwe (agahdarê her tiştî) Xabîr û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.

13

Hac

Ayet: 61Rûpel: 338

Here Ayetê

Ha wisan... Bi rastî Allah şevê tevlî rojê dike û rojê jî tevlî şevê dike. Bêguman Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.

14

Hac

Ayet: 75Rûpel: 340

Here Ayetê

Allah, ji melâîketan û ji însanan kî bivê wek qasid hildibijêre. Bêguman Allah, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.

15

Sebe'

Ayet: 11Rûpel: 428

Here Ayetê

(Me jê re got:) “Zirxên fireh hilbibere û (zirxan) birekûpek û zexm çêke. (Hûn jî) amelên qenc bikin. Bêguman ez, karûkirinên we dibînim.”

16

Fâtır

Ayet: 31Rûpel: 437

Here Ayetê

Wehîya ku me ji Kitêbê li te kiriye heq bixwe ye û wan (Kitêb) ên berîya xwe tesdîq dike. Bêguman Allah, li ser evdên xwe (agahdarê her tiştî) Xabîr û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.

17

Fâtır

Ayet: 45Rûpel: 439

Here Ayetê

Allah, ji ber tiştên ku bi dest xwe xistine ve eger wan ceza bikirana, wê li ser rûyê erdê zindîyek tenê jî nehiştibûya. Lê belê wan heta demeke diyarkirî texîr dike. Axir dema ecelê wan bê (wê fêm bikin ku;) bêguman Allah, li ser evdên xwe binende ye.

18

Mu'min (Ğafir)

Ayet: 20Rûpel: 468

Here Ayetê

Allah, bi heq hukim dike. Lê ew ên ji xeynî Allah dûa li wan dikin nikarin li ser tu tiştî hukim bikin. Bêguman ew (belê ew), (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.

19

Mu'min (Ğafir)

Ayet: 44Rûpel: 471

Here Ayetê

“(Ev) a ku ez ji we re dibêjim hûn ê (di demeke nêz de) bi bîr bînin. Ez, karê xwe dispêrim Allah. Bêşik Allah, li ser evdên xwe basîr e/bînende ye.”

20

Mu'min (Ğafir)

Ayet: 56Rûpel: 472

Here Ayetê

Digel ku ji wan re tu delîl nehatîye jî ew ên der heqê ayetên Allah de nîqaş dikin (hene)! Di singa wan de quretîyek wisan heye ku ew tu car nagihîjin wê. (Nexwe) tu xwe bispêre Allah. Bêguman ew (belê ew), (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.

21

Şûrâ

Ayet: 11Rûpel: 483

Here Ayetê

Xaliqê erd û esmanan e. Ji nefsên we bixwe ji we re hevjînan xuliqand. Ji dewaran jî cot bi cot xuliqandîye. We (bi vî awayî, bi xuliqandina wek mêr û jin) zêde dike û belav dike. Qet tu tişt jê re ne heval/menend/himkûf e. Ew, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.

22

Şûrâ

Ayet: 27Rûpel: 485

Here Ayetê

Eger Allah ji evdên xwe re riziq berfireh bikira qet tu guman tune ku wê li ser rûyê erdê piroletî/aşiritî bikirana û ji hedê xwe derketibana. Lê belê bi pîvana ku ew daxwaz dike (riziq) dadixîne. Bêguman ew, ji rewşa evdên xwe agahdar e û wan dibîne.

23

Hadîd

Ayet: 4Rûpel: 537

Here Ayetê

Ew ê ku erd û esman di şeş rojan de xuliqandîye û piştre li ser arşê îstîwa kiriye ew e. Ew, bi ya ku dikeve erdê û bi ya ku jê derdikeve û bi ya ku ji esman tê xwarê û bi ya ku hildikişe esman jî dizane. Hûn li ku derê bin ew, ligel we ye. Allah, li ser karûkirinên we bîner e.

24

Mucadele

Ayet: 1Rûpel: 541

Here Ayetê

Muheqeq Allah, peyva wê jina ku der barê mêrê xwe de bi te re cidal/nîqaş dike û gilîyê xwe digihîne Allah seh kir. Allah, axaftina we ya berhemberê hevdu bihîst. Bêguman Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e

25

Mulk

Ayet: 19Rûpel: 562

Here Ayetê

Ma ew wan teyrên ref bi ref di ser wan re perên xwe vedikin û digirin nabînin? Ji Raman pê ve tu kes wan (di valahîya hawayê de) nagire. Bêşik ew, li ser her tiştî bînende ye.