Bakara
Ayet: 67Rûpel: 9
(Bi bîr bînin!) Wê dema ku Mûsa ji qewmê xwe re got: “Allah, emrê serjêkirina çêlekekê li we dike.” Gotin: “Tu tinazên xwe bi me dikî?” (Mûsa) got: “Ez ji bûyîna ji cahilan xwe bi Allah diparêzim.”
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 67Rûpel: 9
(Bi bîr bînin!) Wê dema ku Mûsa ji qewmê xwe re got: “Allah, emrê serjêkirina çêlekekê li we dike.” Gotin: “Tu tinazên xwe bi me dikî?” (Mûsa) got: “Ez ji bûyîna ji cahilan xwe bi Allah diparêzim.”
Ayet: 50Rûpel: 115
Nexwe ew li hukmê cahilîyeyê digerin? Ma ji bo civateke li ser yeqînê îmân anîbe, ji hukmê Allah xweşiktir/rindtir hukmê kî heye?
Ayet: 35Rûpel: 130
Eger rûvegerandina (ji daweta te) li ser te giran hatibe, ji bo ku ji wan re delîlekî/mûcîzeyekî bînî di erdê de li qulekî an jî li asîmanan derenceyekê bikaribî (bîne). Eger Allah daxwaz bikira wê ew li ser hîdayetê bicivandiba. (Nexwe) nebe ji cahilan.
Ayet: 199Rûpel: 175
(Digel van hemûyan) tu bi rêya efûyê bigire û fermana ya qenc bike û ji cahilan rû vegerîne.
Ayet: 29Rûpel: 224
“Gelî qewmê min! (Di muqabilê vê dawet û teblîxa xwe de) ez ji we qet malekî naxwazim. Heqê min aîdê Allah e. Ez mumînan ji cem xwe naqewirînim. Bêguman ew ê derkevin hizûra Rabbê xwe. Lê ez dibînim/bawerim ku hûn qewmekî cahiltî dikin in.”
Ayet: 30Rûpel: 224
Gelî qewmê min! (Hesêbankî/feraza ez bi ya we bikim û) wan ji cem xwe biqewirînim (û Allah ezab li min bike), kî heye ku min ji (ezabê) Allah biparêze? Hûn şîret nagirin?
Ayet: 31Rûpel: 224
Ez ji we re nabêjim xezîneyên Allah li cem min in. Ez bi xeybê jî nizanim. Ez nabêjim ‘ez melâîket im’ jî. Wekî din (ji bo ku hûn ji min qayîl bibin) ez ji bo wan ên ku hûn di çavên xwe de bênirx/kêm dibinin jî nabêjim Allah qet xêrekî li wan nake. Allah çêtir bi tiştê di nefsan de dizane. (Eger ez van tiştan bibêjim) bêguman ez ê bibim ji zaliman.
Ayet: 32Rûpel: 224
Gotibûn: “Ya Nûh! Te bi me re pir nîqaş kir û tu di vê nîqaşê de pêş de jî çûyî. Eger tu rast dibêjî, ka ew (ezab) a ku te li me wead kiriye ji me re bîne (de em bibînin).”
Ayet: 33Rûpel: 224
Gotibû: “Eger Allah bixwaze dê wî (ezabê) di ser we de bîne û hûn qet nikarin wî aciz bihêlin!”
Ayet: 34Rûpel: 224
“Eger Allah daxwaz kiribe ku we bixerifîne, ez bixwazim şîretan li we bikim jî şîretên min bi kêrî we nayên. Ew Rabbê we ye û hûn ê li wî bêne vegerandin.”
Ayet: 35Rûpel: 224
Qey ew dibêjin: “Wî, ew ji ber xwe ve lihev anîye?” Bibêje: “Eger min ew ji ber xwe li hev anîbe, gunehê wê ji min re ye. Û ez ji wan sucên ku hûn dikin dûr im/berî me.”
Ayet: 36Rûpel: 224
Ji Nûh re wiha hate wehîykirin: “Ji qewmê we, ji ew ên îmân anîne pê ve wê tu kes bawer neke. (Her wiha) ji ber kar û kirinên wan ve xemgîn nebe.”
Ayet: 37Rûpel: 224
“Li ber çavê me û (di rehberîya) wehîya me de keştîyê çêke. Di heqê zilimkaran de ji min re tiştekî nebêje. Lewre (hukmê der heqê wan de vebirî ye) wê ew bixeniqin.”
Ayet: 38Rûpel: 225
(Li ser emrê Allah) keştîyê çêdikir. Her cara ku giregirên qewmê wî serî lê didan tinazên xwe pê dikirin. Got: “Eger hûn tinazên xwe bi me bikin çawa ku hûn tinazên xwe bi me dikin em ê jî tinazên xwe bi we bikin.”
Ayet: 39Rûpel: 225
Di nêzîk de hûn ê bizanibin/fêm bikin ku ew ezabê nizmker û riswaker wê bi ser kî ve bê û ezabê ebedî wê di ser kî bigire.”
Ayet: 40Rûpel: 225
Axir, dema emrê me hat û tenûr kelîya (dema kanî fûrîyan û av ji erdê bilind bû) me got: “Ji her çeşîdî (heywanan) cotecot li keştîyê bar bike. Ew ên di aleyha wan de (der heqê helakbûna wan de) hukim hatîye vebirîn ne tê de, malbata xwe û mumînan jî li keştîyê siwar bike.” Jixwe ew ên ku pê îmân anîbûn, pir hindik bûn.
Ayet: 41Rûpel: 225
Got: “Lê siwar bibin. Çûyîna wê jî sekina wê jî bi navê Allah e. Bêguman Rabbê min (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 42Rûpel: 225
Ew (keştî), ew di nava pêlên weke çiyan (bilind) de dibir. Nûh, gazî kurê xwe yê ku bi tenê mabû kir û got: “Hê kurê min! Bi me re (li keştîyê) siwar be. Nebe ku tu bibî hevalê kafiran.”
Ayet: 43Rûpel: 225
Got: “Ez ê hilkişim sere çiyayekî ku ew min ji avê (ji tofanê) biparêze.” Got: “Ji xeynî ew ên ku Allah rehma xwe li wan kiriye îro parêzvan tunin.” Pêl kete navbera wan û ew jî bû ji wan ên xeniqandî.
Ayet: 44Rûpel: 225
Hate gotin: “Hê erd! Ava xwe bikişîne. Û hê esman! Tu jî ava xwe bigire.” Av hilkişîya û îş qedîya. (Keştî) li ser (çiyayê) Cûdî danî û ma sekinî. Ji qewmê zalim re jî hate gotin: “Bila (ji rahmeta Allah) dûr bibin.”
Ayet: 45Rûpel: 225
Nûh, gazî Rabbê xwe kir (û got:) “Rabbê min! Muheqeq kurê min jî ji malbata min e. Û bêguman weada te heq e. Û tu (ew ê ku hukmê herî rast û zexm dide) Ahkemu’l Hakimîn î.
Ayet: 46Rûpel: 226
Got: “Ya Nûh! Bêguman ew ne ji malbata te ye. Ew, ne amelekî salih e. Tiştê ku tu pê nizanî ji min nexwaze. Ji bo ku tu nebî ji cahilan ez van şîretan li te dikim.”
Ayet: 33Rûpel: 238
(Li ser van tehdîdan Yûsuf) got: “Rabbê min! Zindan ji min re ji gazîya ku ew li min dikin xweşiktir e. Eger tu fendên wan ji min dûr nexînî ez ê meylî wan bikim û bibim ji cahilan.”
Ayet: 63Rûpel: 364
Îbadên Rahmân li ser rûyê erdê bi tewazû dimeşin/digerin. Dema kesên nezan/cahil dev davêjin wan wiha dibêjin: “Silav li we!”
Ayet: 55Rûpel: 391
Wextê ku tiştekî vala/bêxaye/bêfeyde dibihîzin jê rû vedigerînin û wiha dibêjin: “Amelên me ji me re û amelên we jî ji we re ye. Silav li ser we be, em naxwazin bibin ji cahilan.”
Ayet: 64Rûpel: 464
Bibêje: “Gelî cahilan! Ma hûn li min emir dikin ku ez ji xeynî Allah îbadetê tiştekî din bikim?”
Ayet: 23Rûpel: 504
Got: “Agahî (ya li ser dema hatina ezabê) li îndallah/li cem Allah e. Ez ew (heqîqet) ên ku pê hatime şandin ji we re radigihînim/teblîx dikim. Lê belê ez we, wek qewmekî ku xwe li cahiltîyê datînin, dibînim.”
Ayet: 11Rûpel: 520
Ew in ku di nava cahiltî û korîtîyê de xafil in.