Bakara
Ayet: 7Rûpel: 2
Allah, qelbên wan û guhên wan mohr kiriye û perde kişandîye ser çavên wan (heqîqetê nabînin û fêm nakin). Û ji wan re ezabeke mezin heye.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 7Rûpel: 2
Allah, qelbên wan û guhên wan mohr kiriye û perde kişandîye ser çavên wan (heqîqetê nabînin û fêm nakin). Û ji wan re ezabeke mezin heye.
Ayet: 27Rûpel: 211
Ew ên karên xerab kirine jî cezayê xerabîya wan bi qasê gunehên wan (cezakirin) e. (Ji her alîyê ve) bi rûreşî û bi zilletê nuxamtî ne. Tu kesek tune ku wan ji Allah biparêze û li ber wan bikeve. Rûyê wan wisa reş e ku, tu dibêjî qey perçeyekî ji (tarîtîya) şevê ye. Evana ehlê agir in û wê di wir de ebedî bimînin.
Ayet: 28Rûpel: 211
Em ê wê rojê hemûyan li hev bicivînin. Em ê ji yên şirîkatî dikirin re bibêjin: “Hûn û şirîkên xwe di cihê xwe de bisekinin/ji cihê xwe nelebitin.” Em wan ji hevdû vediqetînin. Ew ên ku (wan) şirîk çêdikirin (wiha) dibêjin: “We ji me re îbadet nedikir.”
Ayet: 29Rûpel: 211
“Niha di navbera me û we de wek şahid Allah bes e. Bêguman em ji îbadeta we bê xeber bûn.”
Ayet: 30Rûpel: 211
Ha li wir, her nefs ji ber amelên xwe yên berê de wê bikişin hisabê. Paşê wê bi bal Allahê ( heq û heqîqetê) El-Haq ve bên vegerandin û ew tiştên ji ber xwe ve lihev anîne jî ji wan dûr dikevin/winda dibin.
Ayet: 18Rûpel: 222
Ji wî kesê ku li ser Allah derewan lihev tîne û bêbextîya dike zalimtir kî heye? Evana wê ji Rabbê xwe re bên rapêşkirin. Wê şahid jî bibêjin: “Ew ên ku li hemberî Rabbê xwe derew lihev dianîn ha ev in.” (Û dibêjin:) “Baldar bin/Dîqat bikin! Laneta Allah li ser zaliman e.”
Ayet: 19Rûpel: 222
Ew in ku; ji rêya Allah men dikin û di wê de daxwaza çewtîyê dikin. Ew ên ku axîretê înkar dikin ew bixwe ne.
Ayet: 20Rûpel: 223
Ew nikarin li ser rûyê erdê (Allah) aciz bihêlin. Ji xeynî Allah dostê wan jî tune (ku ji wan re alîkarî bike). Ezabê wan qat bi qat tê zêdekirin. (Lewre) ewana (li dinyayê) ji bihîstina (heqîyê) re bêsemax bûn û (heqîyê) nedidîtin.
Ayet: 21Rûpel: 223
Ewana, xwe bixwe xisirandine. Ew tiştê (bi navê dîn) lihev anîne jî li ber wan winda bûn, çûn.
Ayet: 22Rûpel: 223
Bêşik, ew ên li axîretê herî zêde dixisirin ha ev bixwe ne.
Ayet: 24Rûpel: 223
Mîsala wan her du firqeyan (ku qismek cennetî ne û qismek jî cehennemî ne) weke mîsala (ew koma) kor û ker û (ew koma) dibînin û dibihîzin e. (Ev her du kom) wek mîsal qet dibin weke hev? Hûn qet şîret nagirin?
Ayet: 105Rûpel: 232
Dema ew roj hat, beyî emrê wî tu kes nikare bipeyive. Ji wan hin kes bedbext in (bextreş in û dê bikevin cehennemê) û hin ji wan jî dilşad in (bextîyar in û dê bikevin cennetê).
Ayet: 106Rûpel: 232
Ew ên bedbext di agir de ne. Ji bo wan li wê derê (wekî ku dixeniqin) nefes sitendineke bi xirexir û bi jan heye.
Ayet: 107Rûpel: 232
Hetanî erd û esman li pîya bin/hebin wê li wê derê bêdawî bimînin. Daxwaza Rabbê te ne tê de/mustesna. Bêşik Rabbê te ya ku daxwaz bike, dike.
Ayet: 74Rûpel: 315
Bêguman her kî wek gunehkarekî mucrîm/sûcdar were cem Rabbê xwe, helbet jê re cehennem heye. Li wê derê ne dimire (ku ji ezabê xelas bibe) û ne jî tê vejandin (ku sûd wergire).
Ayet: 62Rûpel: 447
(Aniha bibêjin:) Ezimandineke/mêvandarîyeke wiha bixêrtir e an jî dara zequmê?
Ayet: 63Rûpel: 447
Me ew, ji bo zilimkaran re kiriye fitne.
Ayet: 64Rûpel: 447
Bêguman ew, darek e ku binê dojehê de hêşîn dibe.
Ayet: 65Rûpel: 447
Fêkîyên wê, wekî serên şeytanan e.
Ayet: 66Rûpel: 447
Bêguman ew, wê jê bixwin û wê zikên xwe (ji wê) tije bikin.
Ayet: 67Rûpel: 447
Piştî wê (xwarina zeqûmê) de, ji wan re vexwarineke kelandî ya têkilek heye.
Ayet: 68Rûpel: 447
Paşê cihê ku lê vedigerin helbet, wê agirê dojehê be.
Ayet: 69Rûpel: 447
Ya rast ev e ku; wan bavûkalên xwe wek rêşaşan dîtin.
Ayet: 70Rûpel: 447
Ew bixwe jî di şopa wan de dibezîyan.
Ayet: 71Rûpel: 447
Sond be berîya wan, gelek qewmên berê jî averê bibûn.
Ayet: 72Rûpel: 447
Sond be, me hişyarkeran şandibû navbera wan.
Ayet: 73Rûpel: 447
Li aqûbeta wan ên hatine hişyarkirin çawa bûye, ka binêre!
Ayet: 8Rûpel: 458
Dema tengezarîyek digihîje însan, berê xwe dide Rabbê xwe û dûa dike. Paşê (di şûna wê tengasîyê de) dema ji cem xwe nîmetekî didê, ew wê lavahîya ku berê de dikir ji bîr dike û ji bo ku mirovan ji rêya wî bixerifîne ji Allah re şirîkan çêdike. Bibêje: “Bi kufra xwe hinekî din xweş bijî. Lewre tu ji ehlê agir î.”
Ayet: 71Rûpel: 465
Kafiran, zumre zumre ber bi cehennemê ve tên ajotin. Dema ku têne cem wê derî li wan vedibin û notirvanên wê (cehennemê) ji wan re dibêjin: “Ma ji nav we pêxemberên ku ayetên Rabbê we ji we re dixwendin û bi leqayîhatina vê rojê hûn hişyar dikirin nehatibûn?” Dibêjin: “Belê (hatin).” Lê peyva ezabê li ser kafiran heq bûye.
Ayet: 72Rûpel: 465
Ji wan re tê gotin: “Di derîyê wê de têkevin cehennemê ya ku hûn ê di wir de bêdawî bimînin. Cihê ku ew kesên pozbilind wê tê de bimînin çi qas xerab e.”
Ayet: 33Rûpel: 469
“Wê rojê hûn ê bi pişt xwe ve vegerin û birevin. Tu kesê parêzkar ku we ji Allah biparêze wê tune be. Allah kî xerifandibe, qet tu kesekî ku wî hîdayet bike tune.”
Ayet: 29Rûpel: 478
Kafir dibêjin: “Rabbê me! Ji cin û însanan ew ên ku me xerifandine nîşanî me bide. Ji bo ku bibin ji wan ên herî kêmxistî/riswaker em ê wan binpê bikin.
Ayet: 43Rûpel: 497
Bêşik ew dara zeqqum ê,
Ayet: 44Rûpel: 497
Xwarina gunehkaran e.
Ayet: 45Rûpel: 497
Wekî madenê helandî di zikê wan de dikele.
Ayet: 46Rûpel: 497
Wekî pilçînîya/pilçepilça ava kelandî.
Ayet: 47Rûpel: 497
(Wiha tê gotin:) Wî bigirin û bi nîvê cehennemê ve bikişkişînin.
Ayet: 48Rûpel: 497
Paşê ji ezaba ava kelandî di serê wî de birijînin.
Ayet: 49Rûpel: 497
(De heydê, ezab) bitamîne! Kanê (goya) tu pir bi îzzet û bi rûmet bûyî!
Ayet: 50Rûpel: 497
Bêguman ev, ew tişt e ku hûn tê de bi guman ketibûn.
Ayet: 10Rûpel: 556
Ew ên ayetên me înkar dikin û diderewînin, evana ehlê agir in û wê tê de ebedî bimînin. Ew der çi cihlêvegerekî xerab e.
Ayet: 6Rûpel: 561
Ji ew ên Rabbê xwe înkar dikin re ezabê cehennemê heye. Ew, çi cihlêvegerekî xerab e.
Ayet: 7Rûpel: 561
Dema ku bi wir ve tên avêtin, (agir) dikele û pilçepilç dike, ew xirînîya wê seh dikin.
Ayet: 8Rûpel: 561
(Agir) ji hêrsa dike biteqe û ji hevdu biqelêşe. Her cara ku komek (bi agir ve) tên avêtin, parêzvanên wê derê ji wan dipirsin: “Ma qey hişyarkerek ji we re nehatibû?”
Ayet: 9Rûpel: 561
Dibêjin: “Belê! Muheqeq ji me re hişyarkerek hat (lê) me ew derewand û (wiha) got: “Allah qet tu tiştî danexistîye, hûn bitenê di nava xerifîyeke mezin de ne.”
Ayet: 10Rûpel: 561
Gotin: “Eger me seh bikira an aqil bigirta em nedibûn ji ehlê agirê ku alavên bi erjeng direşîne.”
Ayet: 11Rûpel: 561
Gunehên xwe îtîraf kirin. Ehlê agir bila (ji rahmeta Allah) dûr bikevin.
Ayet: 40Rûpel: 585
Ew roj (hinek) rû hene ku bi tozê wergirtî ne.
Ayet: 41Rûpel: 585
Reşetarêyeke (wekî tenîya dûmanê) sîmayên wan nixumandîye.
Ayet: 42Rûpel: 585
Ha ewana, ew ên kafir û facir bixwe ne.