Heq û Batil

DÎN - RÊYA RAST - ÎSTÎQAMET

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

11ayet hatin dîtin
Heq û Batil
1

Bakara

Ayet: 42Rûpel: 6

Here Ayetê

Digel zanebûna xwe heq û batil tevlîhev nekin (û bi vê awayê) heqîyê neveşêrin.

2

A'râf

Ayet: 118Rûpel: 163

Here Ayetê

Êdî heqîqet derkete holê û karê (sêhrbazîya) ku wan dikir, pûç bû, çû.

3

İsrâ

Ayet: 81Rûpel: 289

Here Ayetê

Bibêje: “Heq hat. Batil zail/winda bû. Bêguman batil mehkûmê windabûnê/tunebûnê ye.

4

Kehf

Ayet: 56Rûpel: 299

Here Ayetê

Em pêxemberan (ne ku ji bo îcabetî daxwazên wan bikin,) bitenê wek mizgînvan û hişyarker dişînin. Lê ew ên kafir (li dij heqê) bi batil têdikoşin û dixwazin heq tune bikin/pîyê wî bişemitînin. Ew henekên xwe bi ayetên min û tiştên ku pê hatibûn hişyarkirin dikin.

5

Hac

Ayet: 62Rûpel: 338

Here Ayetê

Ev wiha ye... Lewre Allah (çavkanîya/menbaa heq û heqîqetê) Heq bixwe ye. Tiştê ku ji xeynî wî lavayî/dûayê li wan dikin jî batil in. Bêguman Allah (bi zat û sifetên xwe herî bilind) Alîy û (yê herî mezin) Kebîr e.

6

Lokmân

Ayet: 30Rûpel: 413

Here Ayetê

Ha wiha… Allah, El-Haq bixwe ye. Ew tiştên ji xeynî wî dûa li wan dikin batil bixwe ne. Bêguman Allah (bi zat û sifetên xwe herî bilind) Aliy û (yê herî mezin) Kebîr e.

7

Sebe'

Ayet: 49Rûpel: 433

Here Ayetê

Bibêje: “Heq hat. Batil, ne dikare dest bi tiştekî bike û biafirîne û ne jî paşve bîne.”

8

Mu'min (Ğafir)

Ayet: 5Rûpel: 466

Here Ayetê

Berîya wan de qewmê Nûh û paşê jî komên (ji bo neyartîya pêxember hatine cem hev) derewandin. Her ummetek xwestin ku pêxemberên xwe (hepis bikin an jî bikujin). (Wan) xwestin ku (di oxira) batil de (û bi rêbazên batil) têbikoşin û lingê heqîyê bişemitînin (ji holê rakin). Min ew (bi ezab) girtin. (De binêre) ka çawaye cezakirina min?

9

Şûrâ

Ayet: 24Rûpel: 485

Here Ayetê

Nexwe ew wiha dibêjin: “Derew lihev anî û bêbextî li Allah kir.” Eger Allah bixwaze wê qelbê te (bi sebir û yeqîn) mohr bike (bêbextî û raberizîna wan tu zerar nade te). Allah, batilê jê dibe û tune dike. Heçî heqîyê jî bi kelîmeyên xwe (yên ku ji pêxember re wehîy kirine) qaîm dike/li pîya dihêle. Lewre ew, bi ya di singan de veşartî ne dizane.

10

Fetih

Ayet: 28Rûpel: 513

Here Ayetê

Ji bo ku li ser hemû dînan serdest bigire, yê ku pêxemberê xwe bi hîdayet û bi dînê heq şandîye ew e. Wek şahid Allah bes e.

11

Saff

Ayet: 9Rûpel: 551

Here Ayetê

Welew ew ên muşrîk nerazî/nexoşnûd bin jî ji bo bi ser hemû dînan bikeve yê ku pêxemberê xwe bi heqî û bi hîdayetê şandîye ew e.