A'râf
Ayet: 175Rûpel: 172
Ji wan re, behsa wî kesê bike ku me ayetên xwe dabûyê. Wî xwe ji ayetên me xeritand/aritand û şeytan wî kiribû peyrevê xwe û (di encamê de) bibû ji yên har (û bitir) bûyî.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 175Rûpel: 172
Ji wan re, behsa wî kesê bike ku me ayetên xwe dabûyê. Wî xwe ji ayetên me xeritand/aritand û şeytan wî kiribû peyrevê xwe û (di encamê de) bibû ji yên har (û bitir) bûyî.
Ayet: 176Rûpel: 172
Eger me bixwesta (bi ilim û delîlên ku me danê) me yê ew herî bilind bikira. Lê wî meylî dinyayê kir û da pey hewayê/hewesê xwe. Mîsala wî, wekî mesela wî kuçikî ye ku, tu bi ser de herî zimanê xwe derdixe û dihelike û dev jê berdî jî dîsa zimanê xwe derdixîne û dihelike. Ha rewşa civaka ku ayetên me tekzîb kirine a wiha ye. Ji bo ku baş bifikirin ji wan re behsa qiseyan bike.
Ayet: 91Rûpel: 370
Cehennem jî (da ku baş bibînin) ji bo yên bitir/hêç pêşçav dibe/tê raxistin.
Ayet: 224Rûpel: 375
(Heçî ew ên) şair jî kesên har/hêç didin pey wan.
Ayet: 27Rûpel: 446
Berê xwe didin hev/li ser hev difitilin û berhemberê hev lêpirsînê dikin.
Ayet: 28Rûpel: 446
(Ji serokên xwe yên averêker re wiha dibêjin:) “Bêguman hûn, ji rastê vê nêzîkî me dibûn.”
Ayet: 29Rûpel: 446
(Serokan) gotin: “(Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, ji xwe we îman neanîbû.”
Ayet: 30Rûpel: 446
“Tu otorîteya me ya li ser we tune bû. (Me zorê li we nekir.) Lê belê hûn bi xwe qewmekî har bûn.”
Ayet: 31Rûpel: 446
“Soza/hukmê (ezabê) ya Rabbê me li ser me heq bû. Bêguman em jî (ezab) ditamînin.”
Ayet: 32Rûpel: 446
“Belê me we xerifand (û xiste vê rewşê). Lewra em bi xwe jî kesên har bûn.”
Ayet: 55Rûpel: 455
Ha wisan… Bêguman ji bo ew ên ku ji hedê xwe borîne re cihlêvegerekî herî xerab heye.
Ayet: 52Rûpel: 522
Ew ên berîya wan jî her çiqas pêxemberek ji wan re hatibe (wekî ku ev dikin) jê re gotin: “Sêhrbaz an jî dîn.”
Ayet: 53Rûpel: 522
Gelo ew (peyvên derewandinê û helwestên neyartîya li hemberî pêxemberan) ji hevdu re wesîyetê dikin? (Heta ku her qewim yek bi yek heman tiştan dibêjin.) Berevajî ew, kesên (wekî taxût) bitir in. (Bitirtîya wan ew sewqê gotina tiştên wekehev dike.)
Ayet: 54Rûpel: 522
Ji wan rû vegerîne. Êdî lome ji te nayê kirin.
Ayet: 55Rûpel: 522
Bi bîr bîne/Şîret bike! Lewre bibîrxistin feyde dide mûmînan.
Ayet: 32Rûpel: 524
Gelo qey aqlê wan van (ramanan) li wan emir dike an jî ew qewmekî har/bitir in?
Ayet: 50Rûpel: 527
Bêşik yê ku qewmê Ad ên berê de (hebûn) helak kir jî ew e.
Ayet: 51Rûpel: 527
Semûd jî… Tiştek ji wan (di paş de) nehişt.
Ayet: 52Rûpel: 527
Qewmê Nûh jî ku hê berê de (hebûn)… Lewre ew yên herî zilimkar û hartir bûn.
Ayet: 30Rûpel: 564
Berê xwe dane hevdu û dest bi lomekarîya hevdu kirin.
Ayet: 31Rûpel: 564
Gotin: “Weyl li me be! Bi rastî em har/bitir bûn.”
Ayet: 21Rûpel: 581
Bêguman cehennem nêrîngehek e (ku ew ên muşrîk tên çavdêrîkirin).
Ayet: 22Rûpel: 581
Cihlêvegera kesên ji hedê xwe borî û bitirbûyîyan e.
Ayet: 23Rûpel: 581
Bi dirêjahîya demên bêdawî wê li wir bimînin.
Ayet: 24Rûpel: 581
Li wir ne hênikahî û ne jî vexwarin diçêjin/tehm dikin.
Ayet: 25Rûpel: 581
Bitenê ava kelandî û edab/zûxav diçêjin.
Ayet: 26Rûpel: 581
Wek cezayekî li gorî (amelên) wan.
Ayet: 27Rûpel: 581
Lewre wan hêvî nedikirin ku wê hisab ji wan bê pirsîn.
Ayet: 28Rûpel: 581
Wan heta dikaribûn biderewînin ayetên me derewandin.
Ayet: 29Rûpel: 581
Me, her tişt bi nivîsandinê qeyd kiriye.
Ayet: 30Rûpel: 581
De biçêjin/tehm bikin (em binêrin)! Êdî ji ezab pê ve em tiştekî din li we zêde nakin.
Ayet: 37Rûpel: 583
Her kî ji hedê xwe bibore û bitirtî bike,
Ayet: 38Rûpel: 583
Û jiyana dinyayê tercîh bike,
Ayet: 39Rûpel: 583
Qet tu guman tune, cehennem (jê re) sitargeh e.