A'râf
Ayet: 80Rûpel: 159
Me Lût jî (ji qewmê wî re) şand. Wî (ji qewmê xwe re) got: “Ma wê fuhşîyata ku berî we di aleman de tu kesî nekiribû, hûn dikin?”
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 80Rûpel: 159
Me Lût jî (ji qewmê wî re) şand. Wî (ji qewmê xwe re) got: “Ma wê fuhşîyata ku berî we di aleman de tu kesî nekiribû, hûn dikin?”
Ayet: 81Rûpel: 159
“Bêguman hûn dev ji jinan berdidin û bi şehwetê nêzî zilaman dibin? Bi rastî hûn qewmekî zêdegav/mufrît in.”
Ayet: 82Rûpel: 160
Bersiva qewmê wî ji vê pê ve ne tiştekî din bû: “Wan ji warên xwe derxînin. (Lewre) ewana însanên pir paqij in!”
Ayet: 83Rûpel: 160
Ji ber vê yekê me ji jina wî pê ve hemû malbata wî xelas kir. Lê ew (jina wî) ji wan ên paşvemayî (û helakbûyî) bû.
Ayet: 84Rûpel: 160
Me di ser wan de baranekê (ezabê) barand. Aqubeta gunehkarên mucrîm çawa bûye, lê binêrê û bibine!
Ayet: 70Rûpel: 228
Dema dît ku destê wan dirêjî (xwarina li ber wan danînî) nabe, ev li xweşa wî neçû û (ji wan saw/tirs) girt. Gotin: “Netirse! (Lewre) em ji qewmê Lût re (wek wezîfedar) hatine şandin.”
Ayet: 74Rûpel: 229
Dema tirs ji Îbrahîm çû û mizgînî jê re hat, der heqê qewmê Lût de bi me re kete nîqaşê.
Ayet: 77Rûpel: 229
Dema qasidên me (melâîket) ji Lût re hatin, ji ber wan xemgîn bû û dilê wî teng bû û wiha got: “Îro rojeke pir dijwar e.”
Ayet: 78Rûpel: 229
(Çi wextê sehkirin ku mêvan hatine) qewmê wî bilezûbez hatin cem wî. Berê de jî karên neqenc (ji xwe re wek adet girtibûn û pir) dikirin. Got: “Gelî qewmê min! Ha evana qîzên min in, bi wan re (bi zewacê bihevrebûn) ji bo we herî paqijtir e. Êdî hûn ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û di nava mêvanan de min rezîl nekin. Ma di nava we de qet zilamekî hişmend tune?”
Ayet: 79Rûpel: 229
Gotin: “Sond be, tu baş dizanî ku heqê me/çavê me li ser keçên te tune. (Bi rastî) tu baş dizanî ku em daxwaza çi dikin.”
Ayet: 80Rûpel: 229
Got: “Xwezî li hemberî we hêzek min hebûya, an jî (ji bo parastina mêvanên xwe) min bikariba xwe bavêta cihekî zexm.”
Ayet: 81Rûpel: 229
(Melâîketan) gotin: “Ya Lût! Em qasidên Rabbê te ne. Ew qet nikarin pêşkarî te bibin. Di demeke şevê de bi malbata xwe re derkeve here û bila tu kes li paş nevegere û nenêre. Lê jina ne tê de! (Lewre) ezabê ku wê bê serê qewmê te bêguman wê bê serê wê jî. Ezabê ku ji wan hatîye weadkirin, wexta sibê ye. Êrê ma sibeh ne nêzîk e?”
Ayet: 82Rûpel: 230
Dema emrê me (bi helaka wan) hat, me ew der serûbinî hev kir û me bi ser wan de li pey hev kevirên ji herîya pijandî barandin.
Ayet: 83Rûpel: 230
(Ew kevir) li cem Rabbê te nîşankirî bûn. Ew (ezabekî wisan, ji wan ên amelên vê qewmê dikin) ji zaliman qet ne dûr e.
Ayet: 89Rûpel: 231
“Gelî qewmê min! Neyartîya we/rêveqetandina we ya ji min, bila tiştekî weke ku hatibû serê qewmê Nûh û qewmê Hûd û qewmê Salih neyîne serê we jî. Ji xeynî vê, qewmê Lût jî ji we ne dûr e.”
Ayet: 59Rûpel: 264
“Malbata Lût ne tê de. Helbet em ê wan hemûyan xelas bikin.”
Ayet: 60Rûpel: 264
“Lê jina wî (jina Lût) ne tê de. Lewre me teqdîr kirîye ku ew ji şûndemanan e.”
Ayet: 61Rûpel: 264
Dema qasid hatin cem malbata Lût:
Ayet: 62Rûpel: 264
Got: “Birastî hûn kesên nenas in.”
Ayet: 63Rûpel: 264
Gotin: “(Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, me ji wan re ew (ezab) a ku wan der heqê hatina wî de nîqaş dikirin û gumanbar bûn anî.”
Ayet: 64Rûpel: 264
“Me ji te re heqî anî. Û em, helbet ji rastgoyan/ji sadiqan in.”
Ayet: 65Rûpel: 264
“Di demeke şevê de malbata xwe derxe rê. Tu jî bide pey wan. Bila ji we tu kes li paş xwe nenêre. Bi wê cihê ku hûn pê hatine emirkirin ve bidomînin.”
Ayet: 66Rûpel: 264
Me jê re vê hukmê misoger/qethî ragihand ku: “Wê bi berê sibê re paşîya wan bê birîn (koka wan bê qelandin).”
Ayet: 67Rûpel: 264
Ehlê bajêr (ji ber hatina mêvanên xort mizgînî didan hevdu û) di nav kêfxweşîyê de hatin.
Ayet: 68Rûpel: 264
Got: “Evana mêvanên min in. Min li ber wan nedin şermê û nexin ser zimanê wan.”
Ayet: 69Rûpel: 264
“Ji Allah bitirsin û min nehetikînin.”
Ayet: 70Rûpel: 264
Gotin: ““Gelo ji bo ku tu tevlî karê xelkê nebî me te asteng/men nekiribû?”
Ayet: 71Rûpel: 265
Got: “Eger hûn dixwazin tiştekî bikin va ne keçên min (bi wan re bizewicin!).”
Ayet: 72Rûpel: 265
Bi umrê te/bi jiyana te sond be ew di nav serxweş bûnê de bi sergêjane diçûn û dihatin.
Ayet: 73Rûpel: 265
(Axir) dema hilhatina rojê de qîrînek bi wan girt.
Ayet: 74Rûpel: 265
Me ew der serûbinî hev kir. Di ser wan de kevirên ji letama pijandî barandin.
Ayet: 75Rûpel: 265
Bêşik di vêya de ji kesên xwedî besîret û feraset re (ji bo îbretgirtinê) ayet hene.
Ayet: 76Rûpel: 265
Kavilên wê (bajarê) hêj jî li ser rêyekî dimîne.
Ayet: 77Rûpel: 265
Bêguman di vêya de ji bo mumînan ayet (ên ders jê bên girtin) hene.
Ayet: 71Rûpel: 326
Me wî û Lût (gihand) wî erdê ku me ew ji aleman re pîroz kiriye û me wan xelas kir.
Ayet: 72Rûpel: 326
Me Îshaq da wî û di ser de jî Yaqûb îhsanî wî kir û me her yekî ji wan kir ji salihan.
Ayet: 73Rûpel: 327
Me ew bi emrê xwe kirin îmamên ku digihînin hîdayetê. Me ji wan re wehîy kir ku karên qenc/amelên bixêr bikin û nimêja xwe îqame/rasterast bikin û zekâtê bidin. Wan her ji me re îbadet/evdîtî dikirin.
Ayet: 74Rûpel: 327
Me hikum/hikmet û ilim da Lût. Me ew ji bajarekî (û ji ehlê wê derê) ku fiêlên kirêt/xebîs dikirin xelas kir. Bêguman ew, qewmekî ji fasiqan (pêkhatî) û xerab bûn.
Ayet: 43Rûpel: 336
Qewmê Îbrahîm û qewmê Lût jî...
Ayet: 160Rûpel: 373
Qewmê Lût, pêxemberên şandî înkar kirin.
Ayet: 161Rûpel: 373
Wê demê birayê wan Lût ji wan re got: “Hûn (ji Allah) natirsin û xwe naparêzin.”
Ayet: 162Rûpel: 373
“Bêguman ez ji bo we pêxemberekî ewledar/emîn im.”
Ayet: 163Rûpel: 373
“(Nexwe) ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û îtaeta min bikin.”
Ayet: 164Rûpel: 373
“(Di muqabilê vê dawet û teblîxa xwe de) ez ji we tu heqekî naxwazim. Heqê min li ser (Allah e ku ew) Rabbê aleman e.
Ayet: 165Rûpel: 373
“Ma hûn ji nav însanan nêzî zilaman dibin?”
Ayet: 166Rûpel: 373
“Û hûn dev ji jinên xwe berdidin ku Rabbê we ew ji bo we xuliqandîye. (Nexêr, ne wisan e!) Bi rastî hûn qewmekî jirêderketî ne.”
Ayet: 167Rûpel: 373
Gotin: “Ya Lût! Eger tu dev ji vê karê xwe bernedî, bêguman tu yê bibî ji wan ên ku (ji vê derê) tên derxistin û qewirandin.”
Ayet: 168Rûpel: 373
Got: “Ez bixwe ji vê karê ku hûn dikin dikerixim.”
Ayet: 169Rûpel: 373
“Rabbê min! Min û malbata min, ji vê amelê ku ew dikin xelas bike.”
Ayet: 170Rûpel: 373
Me ew û hemû ehlê wî xelas kir.
Ayet: 171Rûpel: 373
Lê di nav wan ên paşvemayî de pîrejinek (jina Lût) ne tê de.
Ayet: 172Rûpel: 373
Paşê me ew ên din serûbinî hev kirin.
Ayet: 173Rûpel: 373
Me baran (a keviran) di ser wan de barand. Barana yên hişyarkirî çi qas xerab e.
Ayet: 174Rûpel: 373
Bêguman di vê de (li ser mijara ku wê Allah alîkarîya dostên xwe bike û dijminên xwe jî helak bike) ayetek heye. Jixwe pirên wan ne mumîn in.
Ayet: 175Rûpel: 373
Rabbê te bêguman (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 54Rûpel: 380
Me Lût jî (ji qewmê wî re şand). Dema ku wî ji qewmê xwe re wiha gotibû: “Ma hûn hê jî li ber çavan vê fuhşîyatê dikin?”
Ayet: 55Rûpel: 380
“Hûn dev ji jinan berdidin û bi şehwetê nêzî zilaman dibin? (Nexêr, ne wisan e!) Hûn civakeke cahil in.”
Ayet: 56Rûpel: 381
Bersiva qewmê wî her ev bû: “Malbata Lût ji warê xwe nefîy bikin û derxînin. Lewre ew merivên paqij in.”
Ayet: 57Rûpel: 381
Ji xeynî jina wî me ew û malbata wî xelas kirin. Me mayîna wê li paş (ligel ên helakbûyî de) teqdîr kir.
Ayet: 58Rûpel: 381
Me baran (a keviran) di ser wan de barand. Barana yên hişyarkirî çi qas xerab e.
Ayet: 133Rûpel: 450
Muheqeq Lût jî ji pêxemberên mursel e/şandî ye.
Ayet: 134Rûpel: 450
Wê demê me Lût û malbata wî bi tevahî xelas kiribû.
Ayet: 135Rûpel: 450
Lê di nav wan ên paşmayî de pîrejinek (jina Lût) ne tê de.
Ayet: 136Rûpel: 450
Paşê me ew ên din serûbinî hev kirin.
Ayet: 137Rûpel: 450
Hûn dema sibehê di ber wan re/bi serdana wan diborin.
Ayet: 138Rûpel: 450
Dema şevê jî. Ma hûn aqil nagirin?
Ayet: 13Rûpel: 452
Qewmê Semûd û qewmê Lût û xelkê Eykê jî (derewandin). Evana komên (helakbûyî ne).
Ayet: 13Rûpel: 517
Ad û Fîrewn û birayên Lût jî.