Allah, ji vê tiştê fedî nake ku kelmêşê an jî tiştekî jê serdesttir wek mînak bide. Heçî yên îmân anîne (dema vê mîsâlê dibihîzin) dizanin ku ev heq e û ji Rabbê wan hatîye. Ew ên kafir jî wiha dibêjin: “Gelo Allah bi vê mînakê çi mirad kiriye?” (Allah) bi vê (mînakdanê) pirên wan dixerifîne û pirên wan jî digihîne hîdayetê. (Bi rastî) bi wê bitenê kesên fasiq tên xerifandin.
Pêxemberê wan ji wan re gotibû: “Allah, Talût wek fermandar ji we re pîşandîye/tayîn kiriye.” Gotin: “Çawa dibe ku ew li ser serê me bibe rêveber? (Hal ev e ku) em jê çêtir layiqî rêveberîyê ne. Hem ew di mijara mal de ne yekî destfireh (dewlemendek) e. Got: “Allah ew ji bo we hilbijartîye û ilim û bedenhêzîya wî zêde kiriye. Allah (ew ê bi lutf û îhsana xwe hemû heyînan dorpêç dike) Wasî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ew pêxemberên (ji hêla/alîyê Allah ve hatine şandin) me hinek ji wan di ser hinekên din re girtine. Allah bi hinekan re axivîye û dereceya hinekan jî bilind kiriye. Me delîlên dane Îsayê kurê Meryem û me bi Rûhu’l Qudus (Cibrîl) piştevanîya wî kir. Eger Allah bixwesta ew ên ku piştî (wan rasûlân û) delîlên eşkere ji wan re hatibûn wê şerê hev nekiribana. Lê bi hev ketin. Hinek ji wan bûn mumîn û hinek ji wan jî bûn kafir. Eger Allah bixwesta şerê hev nedikirin. Lê Allah her çi bivê (wê) dike.
Allah... Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh nîn e. Ew (xwedî heyat û yê ku heyatê dide hemû mexluqatan) Hayy û (ji bo hebûnê qet ne muhtacê tu tiştî ye lê hebûna her tiştî girêdayîyê wî) Qayyûm e. Ne dihênije û ne jî xew pê digire. Li erdê û li esmanan her çi hebe yê wî ne. Ma heta îzna wî nebe kî dikare li balê şefaetê bike? Ew bi tiştên ku mirov dikin û (tiştên ku) kirine pê dizane. Ew ji xeynî tiştên wî xwestî- ye, ji îlmê wî tiştekî fêm nakin. Kursîya wî erd û asîmân di xwe de vehewandîye/zeft kiriye. Parastina wan (erd û asîmanan) ji wî re giran nayê. Ew, (bi zat û sifetên xwe pir bilind) Alîy û (bi zat û sifetên xwe pir mezin) Azîm e.
Hîdayeta wan ne li ser te ye. Lê Allah kî bixwaze wî digihîne ser rêya rast. Wek xêr înfaqa ku we kiriye (feydeya wê) ji we re ye. Jixwe hûn bitenê ji bo rizaya Allah bi dest bixin înfaq dikin. Xêrên ku hûn dikin wê li we bên vegerandin û bê kêmasî wê ji we re bên dayîn û zilim jî li we nayê kirin.
Ew e yê ku di malzaroka/rehma (dayîkên we) de li gorî daxwaza xwe şikil dide we. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh nîn e. Ew (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Bêguman ji we re di wan her du komên (roja Bedrê) hatibûn hemberî hev de (ji bo ders girtinê) ayet/îbret heye. Komek di rêya Allah de şer dikir. Yê din jî kafir bûn û (mûmînan) bi çavê tazî du qatê xwe didîtin. Allah, ji kî re bixwaze bi alîkarîya xwe piştgirîya wî dike. Bi rastî di vêya de, ji ew ên xwedî besîret (ew ên Qur’anê pir dixwînin û li ser ayetên Allah yên şer’î û kewnî de serê xwe diêşînin) re îbret hene.
Bibêje: “Ya Allahê min ê xwedîyê milk! Tu ji kî re bixwazî milk didî wî û ji kî jî bixwazî milk jê distînî. Û kî bixwazî wî (kesî) azîz dikî û kî jî bixwazî wî zelîl dikî. Xêr di destê te de ye. Bi rastî tu li ser her tiştî qadir î.”
Rabbê wê, (nezira wê) bi awayekî xweşik qebûl kir û (weke gihîştina nebatekê) ew bi xweşikahî mezin kir. (Digel wan olnasên ku dixwestin guhpêdana wê bigirin ser xwe pêşbazîyê dikirin jî Allah) Zekerîya jê mesûl kir. Zekerîya çi cara ji bo serlêdanê çûbe mîhraba wê (Ji Zekerîya pê ve tu kes ne diçû cem wê û digel ku Meryem ji cihê tê de bû dernediket jî) xwarin li cem wê didît. Got: “Ya Meryem, ev (xwarin) ji te re ji ku derê tê?” Wê jî got: “Ev, ji îndallah e. Allah, ji kî re bixwaze wî bêhisab/bêsînor dirizqîne.”
(Li ser vê mizgînîyê) got: “Rabbê min! Ez, pîr bûme û jina min jî (êdî) zarokan nayne. (Herwiha) wê çawa zarokên min çêbin?” Got: “Ev wiha ye, Allah çi bivê dike.”
(Û gotin:) “Bitenê bi yên ku dane pey dînê we bawerî bînin û bi wan ewle bin.” Bibêje: “Hîdayeta esil, hîdayeta Allah e.” (Ev tirsa we) gelo ji ber wê ye ku, ya ji we re hatîye dayîn bînanîyeke/menendeke wê ji kesekî din re neyê dayîn an jî ji ber ku li cem Rabbê we dibe ku bi we re nîqaş bikin e?” Bibêje: “Fezîlet di destê Allah de ye û ji kî re bixwaze dide wî. Allah (ew ê bi lutf û îhsana xwe hemû heyînan dorpêç dike) Wasî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ji kî re bixwaze rahmeta xwe tehsîsê wî dike. Allah xwedîyê lutf û îhsaneke mezin e.
Çi tiştên li erd û esmanan hene hemû aîdê Allah in. (Allah) kî bixwaze wî efû dike û kî jî bixwaze ew dide ezabê. Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Gelî ew ên îmân anîne! Girêdayîyê peymanên xwe bimînin (ahdên xwe bi cih bînin). Bi şertê ku hûn di îhramê de nêçîrê li xwe helal nekin, ji xeynî ew ên ku wê ji we re bên xwendin goştê heywanan bi tevahî ji we re hate helalkirin. Bêguman Allah li gorî daxwaza xwe hikum dike.
Me ji te re ji bo ku Kitêba berîya xwe tesdîq bike û li ser wê venihêr e (vê) Kitêbê (Qur'anê) bi heqî nazil kir. Di navbera wan de bi ya ku Allah daxistîye hukim bike. Şûna heqîya ku ji te re hatîye nede dûv hewesên wan (yên ku wê te bixerifînin). Me, ji bo her yek (ummetek) ji we re şerîetek û rêbazek danîye. Eger Allah bixwesta wê hûn bikirana yek ummetek (ku şerîet û rêbaza wan yek e). Lê tiştê daye we ji bo îmtîhanê/ji bo ceribandinê ye. Nexwe di xêran de pêşbazîyê bikin. Vegera we hemûyan bi bal Allah ve ye. (Allah,) xebera ew tiştên ku hûn li ser wan ketibûn îxtîlafê dê bide we.
Gelî ew ên îmân anîne! Ji we kî ji dînê xwe vegere, Allah (di şûna we de) wê civakeke wisan derxîne ku ew (Allah) ji wan hez dike û ew jî jê (ji Allah) hez dikin. Ji mumînan re dilnerm/dilnizm in û li hemberî kafiran jî bi îzzet in/qewî ne. Fîsebîlillâh/di rêya Allah de cîhadê dikin û ji lomeyên lomedaran jî natirsin. Ev, lutfa Allah e. Allah ji kî re bixwaze dide wî. Allah (ew ê bi lutf û îhsana xwe hemû heyînan dorpêç dike) Wasî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
“Min ji wan re, ji tiştên ku te li min emir kiribû pê ve tiştekî din negotîye. (Ew jî ev ferman e): “Ji wî îlâhê ku Rabbê min e û Rabbê we ye re îbadet bikin. Heta ku ez di nava wan de bûm, li ser (kirinên) wan şahid bûm. Dema te ez rakirim cem xwe/ez teweffa kirim (êdî ne mimkûn e ku ez bi gotin û amelên wan bizanibim.) Li ser wan raqîb/çavnêr tu yî. Tu li ser her tiştî şahid î.”
“Eger tu li wan ezab bikî bêşik ew, evdên te ne. Eger wan efû bikî bêguman tu (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm î.”
Eger Allah zerarekî bide te, jê (ji Allah) pê ve tu kes nikare wê biborîne. Eger xêrekî bigihîjîne te, ew li ser her tiştî Qadir e.
Ew, li ser evdên xwe (yê ku sitû ji her tiştî re dide tewandin) Qahir e. Ew (xwedî hikum û hikmet) Hakîm û (agahdarê her tiştî) Xabîr e.
Eger rûvegerandina (ji daweta te) li ser te giran hatibe, ji bo ku ji wan re delîlekî/mûcîzeyekî bînî di erdê de li qulekî an jî li asîmanan derenceyekê bikaribî (bîne). Eger Allah daxwaz bikira wê ew li ser hîdayetê bicivandiba. (Nexwe) nebe ji cahilan.
Ew ên ayetên me derewandine, ker û lal ên di nava tarîtîyê de ne. Allah kî bixwaze dixerifîne û kî jî bixwaze digihîne ser rêya rasterast.
Ha ev delîlên/huccetên me ne ku me ew li hember qewmê wî dane Îbrahîm. Em ji kî re bivên, dereceyên wî bilind dikin. Bêguman Rabbê te, (xwedî hikum û hikmet) Hakîm û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ev, hîdayeta Allah e. Ji evdên xwe kîjanê bixwaze, wî bi vêya hîdayet dike. Eger ji Allah re şirîk çêbikirana muheqeq wê hemû tiştên ku kiribûn pûç bibûna.
Tu bibe tabiê ya ku Rabbê te ji te re wehîy kiriye! Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tunin. Berê xwe ji muşrîkan vegerîne.
Eger Allah bixwesta wan şirîk çênedikirin. Me tu li ser wan nekiriye (yekî) çavnêr û parêzvan. Û tu li ser wan ne wekîlî jî.
Eger me melâiketan ji wan re daxistana û mirî jî bi wan re biaxivîyana û me hemû tişt pêşberî wan bicivanda, heta ku Allah daxwaz neke dîsa jî îmân nedianîn. Lê belê pirên wan cahiltî dikin.
Her wiha me ji her pêxemberî re şeytanên ji cin û însanan kirine dijmin. Ji bo ku hev bixapînin gotinên xemilandî telqîn dikin/pistepistê dikin. Eger Rabbê te bixwesta nikaribûn ev bikirana. (Nexwe) tu wan û bêbextîyên ji ber xwe lihev anîne bi serê xwe bihêle.
Rabbê te (ew e ku her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xaniy û xwedî rahmet e. Eger bixwaze dê we tune bike û -wekî ku hûn ji zurîyeta qewmekî anîbûn- wê di şûna we de qewmekî din bîne.
Weke vê, şirîkên wan ji pirên muşrîkan re kuştina zarokên wan da xemilandin. Ji bo ku hem wan helak bike û hem jî dînê wan di aleyha wan de têr guman/tevlîhev bike. Eger Allah bixwesta nikaribûn vêya bikin. Tu wan û bêbextîyên ji ber xwe lihev anîne bi serê xwe bihêle.
Ew ên ji Allah re şirîkan çêdikin wê bibêjin: “Eger Allah bixwesta ne me û ne jî bav û kalên me (jê re) şirîk çêdikir. Û me tiştek jî heram nedikir. Ew (muşrîk) ên berî wan (jiyîbûn) jî heta ezabê me tehm kirin bi vê awayê derewandin. Bibêje: “Li cem we ilmekî ku hûn ji me re têxin holê heye? Hûn bitenê didin pey zenê û hûn tenê bi texmîn kar/îş dikin.”
Bibêje: “Delîlên nekêm/eşkere/herî serdest/herî bi bandor aîdê Allah e. Eger (Allah) daxwaz bikira wê hûn hemû hîdayet bikira.”
“Eger ji nava we komek tiştê ez pê hatime îmân anîbe û hinekan jî bawer nekiribe, êdî heta Allah di navbera me de hukmê xwe datîne sebir bikin. Bêguman Allah bi xêrtirê hukimdayînan e.”
Giregirên ji qewmê wî, ew ên mustekbîr wiha gotibûn: “Ya Şuayb! Em ê te û ew ên ku îman bi te anîne teqez ji welatê xwe derêxin. An jî muheqeq hûn ê vegerin ser dînê me.” (Şuayb) got: “Em nexwazin jî?”
“Pîştî ku Allah em jê xelas kiriye eger em dîsa vegerin ser dînê we, wê demê dibe ku li ser navê Allah me neweyî/bêbextî kiriye. Daxwaza/meşîeta Allahê Rabbê me ne tê de, teqez ne mimkûn e ku em carekî din vegerin ser wê (dînê) we. Rabbê me bi ilmê xwe her tiştî dorpêç kiriye. Me bitenê ji Allah re tewekkul kiriye. Rabbê me! Tu di navbera me û qewmê me de bi heqî hukmê xwe bide. Tu bi xêrtirê hikumdaran î.”
Ji bo ew ên ku bûne warisê ser rûyê erdê, qey hê jî ew heqîqet (ku bi serê wanên borî de hatibû) diyar nebûye? Eger em bixwazin em ê ji ber gunehên wan mûsîbetên cur bi cur bînin serê wan û me yê qelbê wan mohr bikira. Her wiha êdî seh nedikirin.
Mûsa ji qewmê xwe re (wiha) got: “Ji Allah alîkarîyê bixwazin û sebir bikin. Bêguman ser rûyê erdê/dinya aîdê Allah e. Ew ji evdên xwe ji bo kî bixwaze dide wî/dike waris. Aqûbet/dawîya xweş yê Mutteqîyan e.”
Ji bo wexta ku me danîbû Mûsa ji qewmê xwe heftê zilam hilbijartibû. (Ji bo vê gotina wan “Heta em Allah bi eşkerehî nebînin em îmân bi te naynin” wek ceza) erdhêja dijwar bi wan girt, (Mûsa) got: “Rabbê min! Eger te bixwesta tu yê min û wan hêj berê de helak bikirana. Ma tu yê a niha ji ber çend heb sefîhên/kêmaqilên di nava me de, tu yê me helak bikî? Lê ev bûyer/hadîse ji îmtîhana te pê ve ne tiştekî din e. Bi vê tu kî bixwazî dixerifînî û kî jî bixwazî digihînî hîdayetê. Dostê me/Welîyê me tu yî. Êdî me efû bike û rahme li me bike. Tu bixêrtirê Xafûran/Efûkaran î.”
“Ji me re li vê dinyayê jî û li axîretê jî hasenatê/qencîyê binivîse. Bêguman (bi tobê û bi hêvîya hîdayetê) me berê xwe daye te.” (Allah) got: “Ez ezabê xwe ji kî re daxwaz bikim tînim serê wî. Lê rahmeta min her tiştî dorpêç kiriye. Ez ê wê (rahmetê) ji ew ên xwe diparêzin û zekâtê didin û bi ayetên me îmân tînin re binivîsim.”
Ji wan re, behsa wî kesê bike ku me ayetên xwe dabûyê. Wî xwe ji ayetên me xeritand/aritand û şeytan wî kiribû peyrevê xwe û (di encamê de) bibû ji yên har (û bitir) bûyî.
Eger me bixwesta (bi ilim û delîlên ku me danê) me yê ew herî bilind bikira. Lê wî meylî dinyayê kir û da pey hewayê/hewesê xwe. Mîsala wî, wekî mesela wî kuçikî ye ku, tu bi ser de herî zimanê xwe derdixe û dihelike û dev jê berdî jî dîsa zimanê xwe derdixîne û dihelike. Ha rewşa civaka ku ayetên me tekzîb kirine a wiha ye. Ji bo ku baş bifikirin ji wan re behsa qiseyan bike.
Bibêje: “Ji daxwaza Allah pê ve ez ji xwe re jî ne hêza feyde û zerarê me. Eger min bi xeybê zanîbûya, min ê ji xwe re pir xêr bikira û ji ya bizerar jî min ê xwe bida paş. Ez ji bo qewmekî bawermend bi tenê hişyarker û mizgînvan im.”
Bibêje: “Amel bikin! Allah û Rasûlê wî û mumînan dê kar û kirinên we bibînin. (Paşê) hûn ê bal bi agahîyên xeyb û eşkerehîyê ve bên vegerandin. Ew ê jî wê agahîya kar û kirinên we bide we.”
Hinekên din jî hene ku ew (ji bo der heqê wan de hukim bide) li hêvîya emrê Allah hatine sekinandin. An wê ezab li wan bike yan jî tobeyên wan qebûl bike. Ew (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Hakimîyeta/serwerîya erd û esmanan bêşik aîdê Allah e. Dimirîne û vedijîne. Ji Allah pê ve ne dostekî we û ne alîkarekî we heye.
Bêguman Rabbê we, ew Allah e ku; erd û esman di şeş rojan de xuliqandîye û paşê îstîwayî erşê kiriye û hemû karan îdare dike. Heta ew destûrê nede tu şefaetwan nikare şefaetê bike. Ha, Rabbê we Allah ev e. (Nexwe) ji wî re îbadet bikin. Hûn şîret nagirin?
Allah, gazî darûs’selamê (cennetê) dike û ew kî daxwaz bike digihîjînê ser rêya rast.
Eger Rabbê te daxwaz bikira wê hemû kesên li ser rûyê erdê îmân bianîna. (Digel ku Allah wiha nekiriye) qey tu yê li însanan zorê bikî heta ku îmân bînin?
Heta ku destûra Allah tune be, tu kes nikare îmân bîne. (Allah) ew ên ku aqil nakin wan mehkûmê ricsê/pîsîtîyê/ezabê dike. (An jî ricsê/pîsîtîyê li ser wan ên ku aqil nagirin re dike lod.)
Eger Allah zerarekê bîne serê te, ji wî pê ve kes tune ku wê zerarê ji ser te rake. Ji bo te xêrek daxwaz bike, kes tune ku rê li ber lutfa wî bigire. Ew ji kîjan evdê xwe re bixwaze (lutf û kerema xwe) digihîjînê wî. Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Bi vî awayî me li ser rûyê erdê temkîn/îmkan/desthilatî da Yûsuf. Li wê derê li gor daxwaza xwe dima/tevdigerîya. Em kî bixwazin, rahmeta xwe digihînin wî. Û em xelata muhsînan/qencîkaran (ew ên ku evdîtîya xwe herî xweşik teqdîm dikin) zayî nakin.
Berî barê birayê xwe dest bi lêgerîna barê wan kir. Paşê (tasa avê) di nava barê birayê xwe de derxist. Me ji Yûsuf re tedbîreke bi vî awayî amade kiribû. Daxwaza Allah ne tê de, li gor dînê Hikumdar (li gor qanûnên rewacdar) nikarîbû birayê xwe li cem xwe bigirta. Em ji kî re bixwazin dereceyên wî bilind dikin. Teqez di ser her zanayekî re yekî jê zanatir heye.
Dê û bavê xwe deranî ser text/runiştand. (Hemûyan) li ber wî secde kirin/bi rêzdarî silav kirin. Yûsuf got: “Bavê min! Ha ev tewîla/pêkhatina xewna min ya berê ye. Rabbê min ew anî cih. Bêguman dema ku ez ji zîndanê deranî û piştî ku şeytan navbera min û birayên min xera kir hûn ji çolê anîn Rabbê min pir qencî bi min kir. Bêguman Rabbê min çi tiştê daxwaz bike (bi ilmê xwe yê dorpêçker û bi lutfa xwe sebeban amade dike û) digihîne encamê. Bêguman ew (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm bixwe ye.”
Gurîna ewrê bi hamd û melâîket jî ji xofa/ji tirsa xwe wî tesbîh dikin. Birûskan dişîne û bi wana ji kîjanê der heqê Allah de nîqaşê dikin re bixwaze li wî dixe. Ew (Allah,) ê ku zeftkirina wî ya bi ezabê pir dijwar e.
Allah ji kî re bixwaze rizqê wî fireh dike û ji kî re jî bixwaze rizqê wî teng dike. Ew bi heyata dinyayê dilxweş bûn (û bi ser xwe de çûn). (Hal ev e ku) heyata dinyayê li ber axîretê ji feydeyekî (besîd/bêqedir) pê ve ne tiştekî din e.
Ew ên kafir dibêjin: “Ma ne hewce bû ku ji Rabbê wî ayetek/mucîzeyek jê re bihata daxistin?” Bibêje: “Allah, her kî bivê dixerifîne û ew ê ku bifetile heqîyê jî digihîne hîdayetê.”
Eger (bi kitêbeke ku tê xwendin re) çiya bihata meşandin an bi wê erd bihata parçekirin an jî pê bi mirîyan re bihata peyivandin (bêguman dê ev Qur'an bûya) (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, hemû emir/raye aîdê Allah e. Ma qey mumînan hêj jî fêm nekirine ku, eger Allah bixwesta wê hemû însanan bigihanda hîdayetê. Ji ber kar û kirinên wan ve heta weada Allah tê wê ji nîşka ve belayek bê serê kafiran ku wan serûbin bike an jî wê li nêzî malên wan de biqewime. Bêguman Allah ji weada xwe navegere.
Sond be me berîya te jî pêxember şandine û me jin û zarok dane wan. Beyî destûra Allah qet tu pêxember nikare ayetekî bîne. Ji bo her Kitêb (a ku Allah nazil kiriye) re demeke diyarkirî heye.
Allah (ji hukmên ku di Kitêban de daxistîye) kîjanê bixwaze jê dibe û kîjanê jî bixwaze dihêle. Ummu’l Kîtab (eslê Kitêban ku her tişt tê de nivîsandî ye) li cem wî ye.
Ma qey ew nabînin ku em tên ser rûyê erdê (em fethê didin mumînan) û ji hawîrdor ve wê kêm dikin. Allah hikum dide. Kesê ku bibe astengê (pêkanîna) hukmê wî tune. Ew, pir zû hisab dibîne.
Me her pêxemberî bi zimanê qewmê wî şand da ku bi zimanê wan teblîx/beyan bike. Allah, kî bixwaze dixerifîne û kî jî bixwaze digihîne hîdayetê. Ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Pêxemberên wan gotin: “Ma hûn der heqê wî Allah ê ku erd û esmanan xuliqandîye de gumanê dikin? (Hal ev e ku ew,) ji bo ku gunehên we efû bike gazî we dike û heta demeke diyarkirî we texîr dike.” Gotin: “Hûn jî wekî me ji beşerek pê ve ne tiştek in. Hûn dixwazin me ji wan tiştên ku bav û kalên me ji wan re îbadet dikirin vegerînin. Ji me re delîleke vikîvekirî/zexm bînin.”
Pêxemberên wan ji wan re gotin: “(Belê,) bi rastî em jî yekî wekî we beşer in. Lê Allah ji evdên xwe ji kîjanî re bixwaze (bi dayîna nubûwetê) qencîyê lê dike. Hetanî destûra Allah tune be qet ne mimkûn e ku em ji we re delîlekî/mûcîzeyekî bînin. Bila mumîn bi tenê tewekkûlê Allah bikin.”
Allah, mumînan di jiyana dinyayê de jî û di axîretê de jî bi gotineke zexm (Lâilâheillallah) payidar dike. Allah zaliman dixerifîne û Allah çi daxwaz bike wê dike.