Wek Hakem Qebûlkirina Allah (ac)
TEWHÎD Û HEWCETÎYÊN AQÎDA TEWHÎDEAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
(Bibêje:) “Digel ku wî, Kitêb ji bo we bi berfirehî/mufesselbûyî nazil kiriye, ma ez ê ji Allah pê ve li dadwerekî/li hakemekî (ku di navbera min û we de hukim bide) bigerim?” Ew ên me Kitêb daye wan dizanin ku ew (Qur'an) bi rastî ji Rabbê wan nazil bûye. Êdî tu nebe ji gumandaran.
“Eger ji nava we komek tiştê ez pê hatime îmân anîbe û hinekan jî bawer nekiribe, êdî heta Allah di navbera me de hukmê xwe datîne sebir bikin. Bêguman Allah bi xêrtirê hukimdayînan e.”
Bide pey tiştê ku ji te re wehîy bûye û heta Allah (di navbera we de) hukim bide sebir bike. Ew, herî bixêrtirê hakiman e.
Dema ku (ji berdana birayên xwe) bê hêvî man hilkişîyan kevîyekî û bi hev şêwirîn. Mezinê wan got: “Ma Hûn nizanin ku bavê we bi navê Allah sozek zexm ji we girtibû û qey ew qisûra ku we berîya vê der heqê Yûsuf de kiribû jî hûn nizanin? (Vêya jî bizanibin ku) heta bavê min destûr bide an jî Allah der heqê min de hukmê xwe bide ez ji vê derê nalebitim. Bêguman ew herî bixêrtirê hakiman e.”
Allah, li ser mijarên ku we tê de îxtîlaf dikir de wê roja qiyametê hukim bide.
Dibêjin: “Me îman bi Allah û bi Rasûlê wî anî.” Piştî vêya komek ji wan (di pey vê soza xwe de) rû vedigerînin. Evana ne mumîn in.
Dema ji bo ku Allah û Rasûlê wî di navbera wan de hikum bide, bang li wan tê kirin (tu lê dinêrî ku) komek ji wan rû vegerandine.
Eger heq bi dilê wan be, bi lezûbez tên (û ji hukim re) sitûyê xwe ditewînin.
Erê ma di qelbên wan de nexweşî/maraz heye? Nexwe ketin gumanê? An jî ditirsin ku Allah û Rasûlê wî wê neheqîyê li wan bike? (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, evana zalim bixwe ne.
Ji bo ku di navbera wan de hukim bide, dema bi bal hukmê Allah û Rasûlê wî ve bên vêxwendin gotina mumînan ev e: “Me bihîst û em îtaet dikin.” Ha ew ên ku xelas bûne ev bixwe ne.
Bêguman Rabbê te, (Roja qiyametê) di navbera wan de wê bi hukmê xwe peyva dawî bibêje. Ew (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Dema ku Allah û Rasûlê wî li ser tiştekî hukim dan, der heqê wî karî de ji bo mêr û jin ên mumîn re qet tu heqê hilbijartinê tune. Kî jî li dij Allah û Rasûlê wî serî rake, êdî ew bi rêşaşîyeke vikîvekirî xerifîye.
Bibêje: “Rabbê me we em hemû li cem hev bicivîne û paşê wê bi ya heq hukim bide û navbera me bifesilîne. Ew, (yê ku di navbera evdên xwe de hukim dide û fetih û serkeftinê îhsan dike) Fettah û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Baldar bin/Dîqat bikin! Dînê xalis aîdê Allah e. Ew ên ji xeynî wî welîyan/dostan digirin (wiha dibêjin:) “Ji bo ku me nêzî Allah bikin em îbadetê wan dikin.” Allah, di mijarên ku tê de ketine îxtîlafê de, wê di navbera wan de hukim bide. Bêguman Allah, kesê derewker û kafir nagihîne hîdayetê.
Bibêje: “Ya Allahê min ê xaliqê erd û esmanan û xwedîyê agahîyên xeyb û eşkerehîyê! Di navbera evdên xwe de li ser ya ku tê de ketine îxtîlafê de, ew ê ku hukim dide tu yî.
Gelî ew ên îman anîne! Dema jinên mûmîne wek hicretkirî hatin cem we, wan îmtîhan bikin. Allah, bi îmana wan çêtir dizane. Eger hûn serwext bûn ku ew mûmîn in êdî wan li kafiran nevegerînin. Jin (ên mûmîne) ji mêr (ên kafir) re û (zilam) ên kafir jî ji (jin) ên mûmîne re ne helal in. Ew tiştên ku (mêrê wan ên berê ji bo jinên xwe) xerc kirine, bidin wan. Çaxê ku hûn mehra wan bidin, di zewaca we ya bi wan re mehzûr tune. (Jin) ên kafir di bin mehra xwe de nehêlin. Tiştê ku we li wan serf kiriye bixwazin, bila ew jî tiştên ku xerc kirine bixwazin. Evana hukmê Allah in. Di navbera we de hukim dike. Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.