Xezeba Allah (ac)
ALLAH (AC) Û SIFETÊN WÎAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
(Bi bîr bînin!) Wê demê we got: “Ya Mûsa! Semaxa me bi xwarineke tenê (bi xwarina gezo û goştê susikê/qarîtkê) nayê. Ji bo me ji Rabbê xwe re dûa bike bila ji me re tiştên ku ji erdê derdikevin/hêşîn dibin baqle û xiyar û sîr û nîsk û pîvaz derîne.” (Mûsa) got: “Ma hûn dixwazin tiştên kêmbiha bi tiştên giranbiha re biguherînin. Nexwe dakevin herin bajêr, li wê derê tiştên hûn dixwazin hene.” (Piştî vê nankorîya kirin) mohra zillet û xîzanîyê li wan ket û xezeba Allah li wan xist. Ev (ceza), ji ber ku li dij ayetên Allah bibûn kafir û bi neheqî pêxemberên xwe kuştibûn hate serê wan. Ev (ceza) ji bo ku îsyan kiribûn û ji hedê xwe derketin/serxwe re çûn hate serê wan.
Ji ber ku Allah ji fezl (û kerem) a xwe Kitêb ji evdê xwe ya ku jê re daxwaz kiribe daxistîye bi hesûdî/bi zêdepêdeçûn înkar kirina wan, ji bo wan sitendineke çiqas xerab e! (Bi vê karên xwe) xezeb li ser xezebê ketin. (Li axîretê jî) ji bo kafiran ezabekî riswaker heye.
Ew ên xwe sipartine ehda Allah û ji însanan eman sitendine ne tê de, ew li ku derê dibin (bila bibin, mohra) kindê/zîletê li wan ketîye. Ew li ber xezeba Allah ketin û mohra xîzantîyê li wan ketîye. Ev (ceza), ji ber vê ye ku ew li dij ayetên Allah bibûn kafir û bi neheqî pêxemberên xwe kuştibûn. Ev (ceza), ji ber vê ye ku wan îsyan kiribûn û ji heddê xwe borîbûn.
Ma ew ê ku li razîbûna Allah digere, qet dibe weke wî kesî sitargeha wî cehennem e? Ew der, çiqas cihlêvegerekî xerab e.
Kî bi qestî/muteammîden mumînekî bikuje, cezayê wî cehennem e ku tê de bêdawî dimîne. Allah li kesê wiha hatîye xezebê û lanet lê kiriye û ji bo wî ezabekî mezin amade kiriye.
Bibêje: “Ez agahîya wî kesê bidim we ku cezayê wî li cem Allah ji vê xerabtir e? Ew kes in ku Allah lanetê li wan kiriye û li wan hatîye xezebê û ji wan meymûn û beraz û taxûtperest derxistîye. Ha evana (li îndallah) cihê wan herî xerab û ji rêya rast xerifî ne.
Tu pirên wan dibînî ku ew kafiran ji xwe re kirine dost. Nefsa wan (ji bo roja qiyametê) çi tiştekî xerab teqdîmê wan kiriye. Allah li wan hate xezebê û wê di ezabê de bêdawî bimînin.
Bêguman ew ê golik ji xwe re (bi îlâhtî) hebandine hene, wê ji Rabbê wan xezebek û di jiyana dinyayê de jî zilletek bigihîje wan. Em (ew ên bi şirîk çêkirinê ji Allah re) bêbextîyê dikin ha wiha didin ezabê!
Ew kesê ku di rojeke wiha de ji xeynî ku ji bo fendeki şerê xwe vekişîne an ji bo xwe bigihîne refekî din ne tê de, kî paş de vegere (ji qada şer bireve), bi rastî ew ber bi xezeba Allah ketîye. Sitargeha wî jî cehennem e. Ew cihlêvegerekî çiqas xerab e.
Ew ên qelbê wan bi îmanê mutmeîn in (lê bi bal kufrê ve) zor li wan hatîye kirin ne tê de, piştî îmanê her kî bibe kafir (bi daxwaza xwe bi bal kufrê ve bixerife) û dilê xwe ji kufrê re veke, xezeba Allah li ser wan e û ji bo wan ezabekî mezin heye.
Di cara pêncemîn de jî wiha dibêje: “Eger ew ji rastbêjan be xezeba Allah li ser min be.”
Li kafiran jî wiha tê gazîkirin: “Xezeba Allah (ya li ser we, ji ber ku hûn bûne musteheqê cehennemê) ji wê hêrsa we ya ku hûn li nefsên xwe dikin pirzêde mezintir e. Lewre dema ku ji bo îman anînê hûn dihatin vexwendin we înkar dikir.”
Ev, ji ber vê ye ku, wan da pey tiştê ku Allah lê hatîye xezebê û razî bûna wî xweş nedîtin e. (Allah jî) amelên wan pûç/betal derxist.
(Wekî din) ji bo ku (Allah) mêr û jinên munafiq û mêr û jinên muşrîk bide ber ezabê. (Ew in ku,) der heqê Allah de zena xerab dikin. Çerxa xerabîyê bi ser wan de bê/xerabî ji ser wan kêm nebe. Allah li wan hatîye xezebê û lanet li wan kiriye û ji bo wan cehennem amade kiriye. Ew, çi cihlêvegereke xerab e.
Ma te ew ên wê civaka ku Allah li wan buxz kiriye ji xwe re wek dost girtine nedît? Ew, ne ji we ne, ne jî ji wan in. Ew, digel ku dizanin jî dîsa bi derewan sond dixwin.