Xuliqandina Âdem
PÊXEMBER (ASS) Û QEWMÊN WAN ÊN BORÎNEAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Bi bîr bîne, dema ku Rabbê te ji melaîketan re got: “Ez ê li ser rûyê erdê xelîfeyekî bixuliqînim.” Gotin: “Ma tu yê yekî wisan ku li wê derê xwînê birjîne û fesadîyê derêxe bixuliqînî (bikî xelîfe)?” Hal ev e ku em te ji her sifetên kêmasîyê tenzîh dikin û ji te re hemd dikin û te teqdîs dikin. (Allah) got: “Bêguman tiştê ku hûn pê nizanin, ez dizanim.”
Bêguman li îndallah/li cem Allah rewşa Îsâ, weke rewşa Âdem e. (Allah) ew ji axê xuliqand. Paşê jê re got: “Çêbe!” Ew jî hema çêbibû.
Gelî însanan! Xwe ji (bêemrîya) wî Rabbê xwe ku hûn (hemû) ji yek nefsekê xuliqandîyê û ji wî jî hevjîna wî xuliqandîye û ji her duyan gelek mêr û jin (li ser rûyê erdê) belav kiriye bitirsin û xwe biparêzin. Ji wî Allahê ku hûn bi qedrê navê wî daxwazê ji hevdu dikin û ji qetandina têkilîya di navbera mirovatîyê xwe biparêzin. Bêguman Allah li ser we reqîb e/çavnêr e.
Ew e, yê ku hûn ji yek nefsekî (ji Âdem) xuliqandîye û ji bo bigihîje sekînetê ji wî jî hevjîna wî çêkiriye ew e. Dema xwe lê rapêçand/nuxamt (çû balê) hevala wî barekî sivik hilgirt (bi hemil bû û demekî) pê re gerîya. Dema hemla wê giran bû her duyan ji Allahê Rabbê xwe re wiha dûa kirin: “Eger tu (ewladekî) qenc/salih bidî me sond be em ê bibin ji şikurdaran.”
Sond be, me însan ji herîyeke sefandî/darivandî xuliqand.
Ew ê ku ji avê însan xuliqandîye û ew kiriye xwedî neseb/nîjad û bi sixrîyetê/bi rêya nîkahê (pêwendîya eqrebatîyê) pêk anîye ew e. Rabbê te (yê ku hêza wî digihîje her tiştî û xwedî qudreta mutleq) Qadîr e.
Ew (Allah) ku; çi tiştê xuliqandîye herî xweşik û herî zexim çêdike û di serê pêşîn de ji herîyê dest bi xuliqandina însan kiriye.
Allah, we ji axê û paşê ji dilopek av xuliqand. Piştre hûn kirin cot/jin û mêr. Beyî zanîna wî ne tu mê/jin avis/bi heml dimîne û ne jî dizê/diwelidîne. Umirdirêjîya candarekî û umirkurtîya wî jî muheqeq di Kitêbekî de nivîsandî ye. Bêguman ev, ji Allah re hêsan e.
Ka ji wan bipirse (em binêrin)! Ma qey ya herî zortir xuliqandina wan e an (weke erd û esman û çiya) mexluqatên me yên din in? Bêguman me ew ji herîyeke zeliqandî xuliqand.
Bi bîr bîne, dema ku Rabbê te ji melaîketan re wiha gotibû: “Muheqeq ez ê ji herîyê însanekî bixuliqînim.”
“Dema ku min ew temam kir û ji rûhê xwe pifkirê, hûn ji bo wî herin secdê.”
Wî; hûn ji axê û paşê ji dilopek av û piştre ji xwînpareyekê (alaqê) xuliqandîye. Paşê hûn wek bebek (ji zikê dêya we) derdixe û paşê ji bo ku hûn bigihîjin çaxa gihandinê û piştre hûn ixtîyar bibin (umir/temen dibexşîne). Hinek ji we hêj berê de canê wan tên sitendin. (Allah, teqdîra jiyanê wiha kiriye da ku) ji bo hûn aqil bigirin û bigihîjin demeke diyarkirî.
Ew in ku; ji qisûr û gunehên biçûk pê ve xwe ji gunehên mezin (wekî araqvexwarî û zina û mêrkujî ku di îslâmê de cezayên wan hene) û ji fuhşîyatê diparêzin. Bêguman Rabbê te ew e ku mexfîreta wî fireh e. Dema ku hûn ji axê xuliqandin û hûn di zikê dêya xwe de cenîn bûn jî yê ku çêtir bi we dizane ew e. Nefsên xwe paqij/tezkîye nekin. Ew bi yên ditirsin û xwe diparêzin (bi yên xwedî teqwa) herî çêtir dizane.