Cûreyên Şirkê
MÛMÎN, MUSLÎM, KAFIR, MUŞRÎK, MUNAFIQAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
(Digel van heqîqeta dizanin jî) ji însanan hin kes hene ku ji xeynî Allah hin heyînên din ji Allah re hinkûf/şirîk çêdikin û bi qasî ji Allah hez dikin, ji wan jî hez dikin. Lê ew ên îmân anîne ji her tiştî zêdetir ji Allah hez dikin. Ew ên zilimkar dema ku ezabê dibînin wê fêm bikin ku hemû hêz/quwwet aîdê Allah e û Allah xwedî ezabeke şedîd e.
Bêguman Allah, qet tu carî şirk çêkirina ji xwe re efû nake. Ji xeynî vê (şirîk çêkirinê) ji kî re bixwaze wî efû dike. Kî ji Allah re şirîk çêke, bi rastî wî bêbextîyeke giran û gunehekî mezin kiriye.
Sond be ew ên dibêjin “Allah, Mesîhê kurê Meryem bixwe ye” bûne kafir. (Hal ev e ku) Mesîh gotibû: “Gelî Benî Îsraîl! Ji Allah re evdîtî bikin ku ew hem Rabbê min û hem Rabbê we ye.” Bêguman kî ji Allah re şirîk çêke, Allah cennet jê re heram dike. Sitargeha wî agir e. Ji bo zilimkaran tu alîkar jî tune.
Ji çandinî û heywanên ku Allah xuliqandîye parek ji Allah re veqetandin û (li gorî zena xwe) wiha gotin: “Ev ji Allah re, ev jî ji şirîkên (ji pûtên) me re ye”. Para ji şirîkên wan re ye nagihîje Allah. Lê para ku ji bo Allah e digihîje şirîkên (pûtên) wan. Çi hikmekî xerab didin.
Ma ji wî kesê ku bi lihevanîna derewan bêbextî li Allah dike an jî ayetên wî diderewîne zalimtir kî heye? Nesîbê wan ê di Kitêbê de (xêr û şer a ji bo wan hatîye teqdîr kirin) digihîje wan. Dema ji bo can stendinê qasidên me tên cem wan dibêjin: “Kanê ew ên we ji Allah pê ve ji wan re dûa/lavahî dikirin?” Dibêjin: “Wan em (terk kirin û) winda bûn, çûn.” Û di aleyha nefsa xwe de şahidî dan ku kafir bixwe ne.
Wan dev ji Allah berdane û hahamê xwe û keşeyên xwe û Mesîhê kurê Meryem ji xwe re kirin Rab. (Lê belê) ew bi îbadeta yek îlâhekî bitenê re hatibûn emirkirin. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. Ew (Allah) ji tiştên ku pê şirîkatîyê dikin berî ye/munezzeh e.
Ji xeynî Allah dûa/lavayî ji wan heyînên ku kar û zerara wan nagihîje te neke. Eger tu wisa bikî bêguman tu yê bibî ji zaliman/ji muşrîkan.
Bibêje: “Allah dema mayîna wan herî çêtir dizane. Xeyba (agahîya) erd û esmanan aîdê wî ye. Ew, çi xweşik dibîne û çi xweşik dibihîze. Ji wan re ji xeynî wî dost tune. (Û ew) di hukmê xwe de qet tu şirîkatî napejirîne/qebûl nake (serwera yekane û qanûnçêker û diyarkera rastî û xeletî ew ê.)”
Got: “We dev ji Allah berda û ji bo ku dilê we ji hev re germ bike/di navbera we de hezkirinê pêk bîne, we di heyata dinyayê de pûtan ji xwe re (îlâh) girt. Paşê roja qiyametê (hezkirin li alîyekî) hin ji we dê hinên din înkar bikin û hin ji we jî wê qedal/lanet li hinên din bikin. Hêwîrgeha we agir e. Qet tu alîkarê we jî tune.”
Dema ku Luqman şîret dida kurê xwe wiha gotibû: “Kurê min! Ji Allah re şirîkan çêneke! Bêguman şirk, zilmeke mezin e.”
Sond be ji te re û ji (pêxember) ên berîya te re wiha hatîye wehîykirin: “Eger tu şirîk çêkî wê hemû amelên te pûç bibin û tu yê bibî wan ên xesirî.”
Nexwe, hinek şirîkên wan hene ku tiştên Allah destûr nedaye ji xwe re kirine şerîet/qanûn? Eger (li ser paşvexistina/texîrkirina ezaba wan heta qiyametê) ehdeke qethî nebûya, helbet wê di navbera wan de hukim bihata vebirîn. Bêguman ji zilimkaran re ezabekî biêş û jan heye.