İsrâ
Ayet: 13Rûpel: 282
Me (sahîfeya nivîsandî ya) amelên însan bi sitûyê wî ve daleqandîye. Em ê roja qîyametê jê re Kitêbekê derêxin. Ew jî wê (Kitêbê) li ber xwe vekirî dibîne.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 13Rûpel: 282
Me (sahîfeya nivîsandî ya) amelên însan bi sitûyê wî ve daleqandîye. Em ê roja qîyametê jê re Kitêbekê derêxin. Ew jî wê (Kitêbê) li ber xwe vekirî dibîne.
Ayet: 14Rûpel: 282
“Kitêba xwe bixwîne! Îro ji hisab pirskirinê re nefsa te besî te ye.”
Ayet: 71Rûpel: 288
Wê rojê, bi îmamên wan/bi serokên wan em gazî her civaka însanan dikin. Êdî Kitêba kî ji milê rastê ve bê dayîn ewana (di nav kêf û mizgînîyê de) Kitêba xwe dixwînin û bi qasî mûyekî be jî neheqî li wan nayê kirin.
Ayet: 49Rûpel: 298
Kitêb (a ku qencî û xerabî tê de nivîsandî ne) hatîye danîn. Tu dibînî ku gunehkarên mucrîm ji ber tiştê ku tê (di Kitêbê) de ne bitirs û bifikare ne. Dibêjin: “Hey wax li me! Çi bûye bi vê Kitêbê ku ne tiştekî biçûk û ne jî tiştekî mezin nehiştîye û her tiştî jimartîye?” Amelên ku kiribûn hemû li ber xwe amade/hazir dibînin. Rabbê te li tu kesî zilim nake.”
Ayet: 47Rûpel: 325
Em roja qiyametê mêzênên/terazîyên edaletê datînin. Li tu kesî neheqî nayê kirin. Eger bi qasî giranîya heba xerdelê (tiştekî bê qîmet) be jî em ê wê bînin. Ji hisab dîtine re em bes in.
Ayet: 16Rûpel: 452
Gotin: “Rabbê Me! Berîya roja hisabê, para me ya ji ezabê zû bide me.”
Ayet: 69Rûpel: 465
Erd, bi nûra Rabbê te ronahî dibe. Kitêb (a ku amel tê de nivîsandî ne di nîverastê de) tê danîn. Pêxember û şahid têne anîn û di navbera wan de bi heq tê hukimkirin. Neheqî jî li wan nayê kirin.
Ayet: 28Rûpel: 500
Wê rojê tu her ummetî dibînî ku çokdayî ne. Her ummet bi bal Kitêba xwe ve tê vexwendin (û ji wan re wiha tê gotin:) “Hûn ê îro berdêla amelên xwe bistînin.”
Ayet: 29Rûpel: 500
(Wiha tê gotin:) “Ev, kitêba me ye ku li dij we heqîyê dibêje. Bêguman me, kirinên we dinivîsand.”
Ayet: 30Rûpel: 500
Heçî ew ên îman anîne û amelên salih kirine jî Rabbê wan ewana daxilê rahmeta xwe dike. Ev, rizgarîyeke vikîvekirî bixwe ye.
Ayet: 52Rûpel: 530
Hemû amelên wan di Kitêban de (qeydkirî ne).
Ayet: 19Rûpel: 566
Heçî yê kitêba wî ji milê rastê ve tê dayîn, dibêje: “Va kitêba min! Bigirin û bixwînin.”
Ayet: 52Rûpel: 576
(Nexêr, ne wisan e!) Berevajî her yekî ji wan, dixwazin ku suhûfên/rûpelên vekirî (weke Kitêba ku ji pêxember re daxistî ye) jê re jî bê dayîn.
Ayet: 29Rûpel: 581
Me, her tişt bi nivîsandinê qeyd kiriye.
Ayet: 40Rûpel: 582
Qet tu guman tune, me hûn bi ezabekî nêz hişyar kir. Ew roja ku mirov (amel) ên xwe yê di pêş de teqdîm kiriye dibîne yê kafir (wiha) dibêje: “Xwezî ez bibûma ax û xwelî.”
Ayet: 10Rûpel: 585
Dema ku sahîfe/rûpel belavbûn û vebûn,
Ayet: 7Rûpel: 587
Qet/Tu car (ne wekî zen dikin e)! Qet tu guman tune ku kitêba faciran di “Siccîn” de ye.
Ayet: 8Rûpel: 587
Ma tu yê ji ku bizanibî “Siccîn” çi ye?
Ayet: 9Rûpel: 587
Kitêbeke nivîsandî ye.
Ayet: 18Rûpel: 587
Qet/Tu car (ne wekî zen dikin e)! Qet tu guman tune ku kitêba Ebraran (ên pirzêde qencî dikin), di “Îlliyîn” de ye.
Ayet: 19Rûpel: 587
Ma tu yê ji ku bizanibî “Îlliyîn” çi ye?
Ayet: 20Rûpel: 587
Kitêbeke nivîsandî ye.