Dostên Şeytan
MÛMÎN, MUSLÎM, KAFIR, MUŞRÎK, MUNAFIQAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Û wan (girtin) derheqê hikumdarîya Suleyman de dane pey lihevanîn (derewên batil) ên şeytanan. Suleyman nebû kafir, lê şeytan bixwe bûne kafir. Wan tiştên li Babîlê ji her du melaîketan re, ji Harût û ji Marût re hatibû daxistin û sêhrê hînî însanan dikirin. Hetanî ku nedigotin: “Em, enceq îmtîhan in/ji dînê te re fitne ne. Nebe tu bikevî kufrê de” van tiştan hînî tu kesî nedikirin. Ji wan (herduyan) tiştên (sêhra) ku navbera mêr û jin xera dike hîn dibûn. Lê heta destûra Allah nebe, ew nikarin zerarê bidin tu kesî. Sond be wan baş dizanîbû ku ew kesên wê (sêhrê) bistîne û pê amel bike ji axîretê qet nesîbê wî tune. Tiştê ku nefsa xwe di muqabilê wê de firotinê çiqas xerab e. Xwezî bizanîbûna!
Allah welîyê/dostê mumînan e. (Wek tecellîya vê welîtîyê/dostanîyê) wan ji tarîtîya (kufr û şirkê) bal bi nûra/bi ronahîya (tewhîd û îmanê) ve derdixîne. Welîyên/dostên kafiran jî taxût e. Wan ji ronahîya (tewhîd û îmanê) bal bi tarîtîya (kufr û şirkê) ve derdixîne. Evana ehlê agir in û wê di wir de bêdawî bimînin.
Ew ên îmân anîne di rêya Allah de û ew ên kafir jî di rêya taxût de qîtal/şer dikin. (Nexwe) bi dostên şeytan re qîtal/şer bikin. Bêguman hîleyên (kemînên) şeytan herî qels e.
“Ez ê wan bixerifînim û di nava wasewasên (pûç) de wan egle/eware bikim û ez ê jêkirina guhê dewaran û guherandina tiştê (fitreta) ku Allah xuliqandîye li wan emir bikim.” Kî dev ji Allah berde û wî şeytanê asî ji xwe re bike dost, bêguman ew ketîye nava zîyaneke eşkere.
Ji (goştê heywan) ên ku navê Allah li ser wan ne hatîye zikirkirin nexwin. (Çimkî) ew fisq bixwe ye. Bêguman şeytan, ji bo ku bi we re mucadele bikin (bi gumanên wisan) pistepistê/telqînê li dostên xwe dikin. Eger hûn îtaetî wan bikin (û hûn jî bawer bin ku heywanên mirar helal in û tên xwarin) bêguman hûn ê jî bibin ji muşrîkan.
Gelî zaroyên Âdem! Şeytan çawa ebeweyn (dê û bav) ê we ji cennetê derxist û ji bo ku awretên wan nîşanî hevdu bide libasên wan dabû derxistin, bila we jî nexe fitneyê/we jî nexapîne. (Lewre) ew (şeytan) û êla xwe, we ji cihê ku hûn wan nabînin dibînin. Bêguman me şeytan ji wan ên ku îmân neanîne re kiriye dost/heval.
(Ew ên bi şeytanan re dost û) bira ne jî (şeytan) wan dikişine xerifîtîyê û (xerifandina wan ji bo xwe wek wacib dibîne û vê wezîfeya) xwe qet li paş nahêle.
Hakimîyeta wî enceq li ser wan kesên (îtaeta wî dikin û) wî ji xwe re dikin dost û li ser wan ên (bi kirina emrê wî ya kufrê û amelên şirkê û) wî (ji Allah re) şirîk çêdikin re ye.
(Lewre) kesên ku vir de wir de direşînin/îsraf dikin, birayên şeytan in. Lê şeytan bixwe li dij Rabbê xwe pir nankor e.
Sond bi Rabbê te ku em ê wan û şeytanan li hev bicivînin û muheqeq em ê wan li ser çokên xwe li dora cehennemê bidin amadekirin.
“Sond be, piştî ku ew zikir/Qur'an ji min re hat, wî ez ji wê averê kirim. Şeytan (pêşî weadan dike û piştre) însanan di nîvê rê de bêalîkarî dihêle.”
Ji bo wan hevalên xerab çêkirin (ku bênavber bihevre ne). Tiştê li pêşîya wan (Bawerîya tunebûna axîretê) û ya li pişt wan (ramana ji heyata dinyayê pê ve tiştekî din tune) ji wan re xemilandî nîşan dan. Çawa ku (hukmê ezabê) li ser cin û însanên ji qewmên berê heq bibû, li ser van jî heq bû. Lewre ew, bûne ji wan ên li ber xusranê ketine.
Kî jî ji zikra Rahmân rû vegerîne, em şeytanek pê ve girê didin (û ew şeytan tim) ligel wî ye.
Qet tu guman tune ew (şeytan), wan ji rê digire, lê ew zen dikin ku li ser rêya rast in.
Axir dema ku têne cem me (ji şeytan re wiha) dibêjin: “Xwezî di navbera min û te de bi qasî rojhilat û rojava mesafe hebûya. Tu çi hevalekî xerab î.”
Şeytan, wan xistîye bin hakimîyeta xwe û zikra Allah bi wan daye ji bîrkirin. Evana alîgirên şeytan in. Baldar bin/Dîqat bikin! Bêguman alîgirên şeytan yên ku bi xûsranê ketine bixwe ne.