Âl-i İmrân
Ayet: 99Rûpel: 61
Bibêje: “Gelî Ehlê Kitêb! Digel hûn şahid in jî çima hûn dixwazin ku mumînan ji rêya Allah vegerînin û hûn dikin ku rêya wî (Allah) çewt/xelet nîşan bidin. Allah ji tiştên ku hûn dikin ne xafil e.”
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 99Rûpel: 61
Bibêje: “Gelî Ehlê Kitêb! Digel hûn şahid in jî çima hûn dixwazin ku mumînan ji rêya Allah vegerînin û hûn dikin ku rêya wî (Allah) çewt/xelet nîşan bidin. Allah ji tiştên ku hûn dikin ne xafil e.”
Ayet: 167Rûpel: 103
Bêguman ew ên kafir û (însanan) ji rêya Allah men dikin, di nava xerifîyeke dûr (ku vegera wî ya bi heqê ve pir zor) de ne.
Ayet: 45Rûpel: 155
Ew in ku; pêşî li rêya Allah girtine û tê de daxwaza çewtî/xwarîtî dikin/digerin. Ew axîretê jî înkar dikin.
Ayet: 86Rûpel: 160
Bi xwestina (rêya Allah) çewt/xelet bibe û ji bo ew ên îman bi Allah anîne ji rê vegerînin bi gef xwarinê/bi tehdîdê li ser her serê rêyan rûnenin. Bi bîr bînin! Hûn hindik bûn wî hûn zêde kirin. Aqubeta mufsîdan çawa bûye, lê binêrin û bibînin.”
Ayet: 36Rûpel: 180
Bêguman ew ên kafir ji bo ku (însanan) ji rêya Allah vegerînin malên xwe xerc dikin. Wê xerc bikin jî… Paşê wê ev ji wan re bibe poşmanî (yeke ku dilê wan disotîne) û piştre wê mexlûb bibin. Ew ên kafir wê bên civandin û ber bi cehennemê ve bêne ajotin.
Ayet: 9Rûpel: 187
Wan ayetên Allah bi bihayekî erzan firotin û ber (ê însanan) ji rêya Allah girtin. Bi rastî tiştê ku ew dikin çiqas xerab e!
Ayet: 18Rûpel: 222
Ji wî kesê ku li ser Allah derewan lihev tîne û bêbextîya dike zalimtir kî heye? Evana wê ji Rabbê xwe re bên rapêşkirin. Wê şahid jî bibêjin: “Ew ên ku li hemberî Rabbê xwe derew lihev dianîn ha ev in.” (Û dibêjin:) “Baldar bin/Dîqat bikin! Laneta Allah li ser zaliman e.”
Ayet: 19Rûpel: 222
Ew in ku; ji rêya Allah men dikin û di wê de daxwaza çewtîyê dikin. Ew ên ku axîretê înkar dikin ew bixwe ne.
Ayet: 3Rûpel: 254
Ew in ku; jiyana dinyayê di ser axîretê de digirin û ji rêya Allah men dikin û di wê de daxwaza çewtîyê dikin. Evana di nava xerîfîyeke kûr de ne (ku vegera wan a bal bi heqîyê ve pir zor e).
Ayet: 88Rûpel: 276
Ew ên kafir in û (însanan) ji rêya Allah men dikin jî; ji ber fesadîya wan ve em ê li ser ezaba wan, ezabekî din bidin wan.
Ayet: 94Rûpel: 277
Di navbera xwe de sondên xwe nekin sedema hîle û fesadîyê. Nexwe piştî ku pê/ling (li ser îstîqametê) pêlî erdê kiribe wê bişemite û ji bo ku we ji rêya Allah vegerandîye hûn ê xerabîyê (ezabekî biêş û jan) bitamînin. Wê ji we re (li axîretê) bibe ezabekî mezin.
Ayet: 25Rûpel: 334
Bêguman ew ên bûne kafir û ji rêya Allah û ji Mescîdu'l Heram a ku me ji hemû mirovên binkî/niştecih û yên ji derve tên re wekhev (pîroz) kiriye, xelkê men dikin (helak bûne). Kî jî averêkirinê û zilimkarîyê daxwaz bike em ê ezabekî biêş û jan pê bitamînin.
Ayet: 18Rûpel: 419
Muheqeq Allah ji nav we bi wan ên ku astengker in û ji birayên xwe re dibêjin: “Werin cem me.” dizane. Jixwe ew ên wisan kêm caran (enceq bi sebebên rîyayê û navdarîyê) beşdarî şer dibin.”
Ayet: 1Rûpel: 506
(Allah,) amelê wan kesên ku bûne kafir û rêya Allah ji ber însanan digirin pûç dike.
Ayet: 32Rûpel: 509
Bêguman ew ên bûne kafir û ji rêya Allah men dikin û piştî ku hîdayet ji wan re vikîvekirî diyar bûye û dijraberîya pêxember kirine/di nav sefa dij de cih girtine, qet nikarin zerar bidin Allah. (Allah) amelên wan pûç/betal dike.
Ayet: 33Rûpel: 509
Gelî ew ên îman anîne! Îtaetî Allah bikin. Îtaetî Rasûlê wî bikin û amelên xwe pûç/betal dernexin.
Ayet: 34Rûpel: 509
Bêguman ew ên bûne kafir û ji rêya Allah men dikin û paşê jî li ser kufrê mirine; Allah, wan mexfîret nake.
Ayet: 16Rûpel: 543
Ewana sondên xwe ji xwe re dikin mertal û ji rêya Allah dixerifînin. Ji bo wan ezabekî riswaker heye.