Îmana Bi Allah (ac)
ALLAH (AC) Û SIFETÊN WÎAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Dema ku evdên min, pirsa min ji te bikin, bêguman ez nêzî wan im. Ez îcabetî dûaya kesê dûaxwaz dikim. (Herwiha) bila ew jî îcabetî daweta/vexwendina min bikin û îmân bi min bînin û bibin ji ehle rûşdê ku ( aqil û rastî û kemâlê ne).
Allah, hetanî xebîsîyê û paqijîyê ji hevdu neveqetîne, mumînan di wê rewşa ku hûn li ser in de nahêle. Allah we ji xeybê agahdar nake. Lê Allah (ji bo agahdarîya xeybê) ji pêxemberên xwe kîjanî bixwaze, wî hildibijêre. Bi Allah û bi pexemberên wî îman bînin. Eger hûn îmân bînin û bitirsin û xwe biparêzin ji we re ecirekî mezin heye.
“Rabbê me! Me, gazîkerê/bangvanê îmanê ku digot: “Îman bi Allah bînin!” seh kir û me hema pê îmân anî. Rabbê me! Tu gunehê me efû bike, neqencîyên me binixumîne û me digel Ebraran (ew ên ku pir qencîyê dikin) re bimirîne.”
Gelî ew ên îmân anîne! Îtaetî Allah bikin û îtaetî Rasûl bikin. Û (îtaetî) ulu’emrên ji xwe/rêveberên ji xwe (yên muslîm ku şirkê terk kirine û berê xwe bi tewhîdê dane Allah) bikin. Li ser mijarekî ku hûn li hev nakin de, eger hûn bi Allah û bi roja axîretê îmân tînin (ji bo wê meseleyê çareser bikin) wê bibin cem Allah û Rasûlê wî. Ev, herî bixêrtir e û ji hêla encamê ve jî herî xweşiktir e.
Na! Sond be bi Rabbê te ku, hetanî ew di lihevnekirinên di nav xwe de te nekin hakem û paşê di hukmên ku te dayî de dilê wan bê tengezarî be û wê qerara ku te dayî bi teslîmîyetê tam nepejirînin/neqebilînin, wan îmân neanîye.
Gelî însanan! Bêguman pêxember ji we re ji Rabbê we bi heq hatîye. Îmân (pê) bînin. (Ev) ji bo we ya herî bi xêrtir e. Eger hûn înkar bikin, bêguman li erd û esmanan çi hebe hemû aîdê Allah in. Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Gelî Ehlê Kitêb! Di dînê xwe de pîroletî/aşirîtî nekin û ji gotina rast pê ve der heqê Allah de tiştekî nebêjin. Bêguman Îsâ Mesîhê kurê Meryem pêxemberê Allah û (ji bo ku ew bê sebeba bav biwelide bi gotina “Bibe!”) kelîmeya li Meryem îlqa kiriye û rûhekî jê ye. Bi Allah û bi pêxemberên wî îmân bînin. Nebêjin: “(Îlâh) sisê ne.” Dev jê (ji vê batilê) berdin. (Ev) ji bo we bi xêrtir e. Allah yek Îlâhek bi tenê ye. Ew ji zarokgirtinê munezzeh e. Li erd û esmanan çi hebe aîdê Allah in. Ji wekîlîyê re Allah bes e.
Heçî ew ên îmân anîne û amelên salih kirine; wê (Allah) ecirên wan bê kêmasî bide û wê lutf û îhsana xwe li ser wan re (pir pir) zêdetir bike. Heçî ew ên ku ji evdîtîya Allah xwe didin paş û quretîyê dikin jî (Allah) wê ezabekî dijwar bide wan û (ew) wê ji xwe re ji Allah pê ve qet tu dost û alîkarekî jî nebînin.
Ew ên îmân bi Allah anîne û xwe pê ve girtine wê (Allah) wan bêxe rahmetek û lutf û îhsaneke ji bal xwe û wê wan li ser hîdayetê rasterê bike (ku bi vê rêyê wê bigihîjin Allah).
Bi bîr bîne, min ji Hewarîyan re wehîy kiribû: “Hûn bi min û bi pêxemberê min îmân bînin.” Gotibûn: “Me îmân anî. Tu jî şahidî bike ku em muslîm in/ew evdên ku şirkê terk kirine û li ser tewhîdê berê xwe dane Allah in.”
Bibêje: “Gelî însanan! Bêguman ez Rasûlê Allah im ku ji we hemûyan re hatime (şandin). Ew (Allahê ku) serwerîya/hakimîyeta erd û esmanan aîdê wî ye. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Ew vedijîne/sax dike û dimirîne. Werin, bi Allah û bi Nebîyê ummî ku Rasûlê wî ye îmân bînin. Ew (Nebî) îmân bi Allah û bi kelîmeyên wî anîye. Bidin pey wî/tabiê wî bibin ku hûn bigihîjin hîdayetê.”
Ji xeynî Allah dûa/lavayî ji wan heyînên ku kar û zerara wan nagihîje te neke. Eger tu wisa bikî bêguman tu yê bibî ji zaliman/ji muşrîkan.
Jinê zinakar û zilamê zinakar her yekî ji wan sed darî li wan bixin. Eger hûn bi Allah û bi roja axîretê bawer in, dema hûn li ser wan hukmê/qanûna Allah tetbîq dikin li ber wan herduyan nekevin. Bila komek ji mumînan li ser cezayê wan bibin şahid.
“Gelî qewmê me! Îcabetî dawetvanê Allah bikin û îman pê bînin da ku gunehên we bibexşîne û we ji ezabê biêş û jan biparêze.”
Ji bo ku îman bi Allah û bi pêxemberê wî bînin û piştgirîya wî bikin û rêzdarî/hurmet nîşanî wî bidin û hûn sibeh û êvar (Allah) tesbîh bikin.
Îman bi Allah û bi rasûlê wî bînin. Ji (mal) ên ku we li ser wan kiriye xwedî raye înfaq bikin. Ji we, yên ku îman anîne û înfaq dikin re xelateke mezin heye.
Çi dibe ji we; digel ku pêxember hûn gazî bawerîya bi Rabbê we ve dike lê hûn îman bi Allah naynin? Jixwe (li ser îman anîna we) peymaneke asê ji we stendibû. Eger hûn mûmîn bin (pêwistîya vê vexwendinê û ehda xwe pêk bînin).
Gelî ew ên îman anîne! Ez bazirganîya/tîcareta ku dê we ji ezabekî biêş û jan xelas bike nîşanî we bidim?
Hûn îman bi Allah û bi pêxemberê wî bînin û bi malên xwe û bi canên xwe fîsebîlillah cîhad bikin. Eger hûn bizanibin ev ji bo we ya herî bixêrtir e.
Heta ku destûra Allah nebe qet tu musîbet nayê ser/naqewime. Kî îman bi Allah bîne, (Allah) qelbê wî hîdayet dike. Allah, zanayê her tiştî ye.