(Bi bîr bînin ku) me gotibû: “Têkevin vê bajarê. Û hûn ji ku dixwazin ji wê derê bi zêdeyî bixwin. Bi secdebirî di derî de bikevinê û bibêjin: “Hittatun/Gunehên me biweşîne.” Da ku em jî (di muqabilê îtaeta we de) gunehên we efû bikin. (Ev jî heye ku;) em ê bexşandina/qencîya li ser muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin zêde bikin.
Lê ew ên zilimkar peyva ji wan re hatibû gotin, bi yeke din re (Peyva ‘Hittatun’ ku tê ser maneya ‘Gunehên me biweşîne’ bi peyva ‘Hintatun’ ya ku tê ser maneya ‘Genim’ re) guherandin. Ji ber ku fasiqî kiribûn, me jî li ser wan zaliman de ji asîmân ezabek daxistibû.
(Bi bîr bînin!) Dema ku Mûsa ji bo qewmê xwe av xwestibû. Me got: “Gopalê xwe li kevir bide!” (Gopal çawa li kevir ket) di cih de av derket û duwazdeh kanî herikîn. Her nifşek ji wê derê cihê av vexwarina xwe pêzanîbûn. Ji rizqê ku Allah daye we bixwin û vexwin û li ser rûyê erdê fesadê/alozîyê/bêpergalîyê dernexin.
(Bi bîr bînin!) Wê demê we got: “Ya Mûsa! Semaxa me bi xwarineke tenê (bi xwarina gezo û goştê susikê/qarîtkê) nayê. Ji bo me ji Rabbê xwe re dûa bike bila ji me re tiştên ku ji erdê derdikevin/hêşîn dibin baqle û xiyar û sîr û nîsk û pîvaz derîne.” (Mûsa) got: “Ma hûn dixwazin tiştên kêmbiha bi tiştên giranbiha re biguherînin. Nexwe dakevin herin bajêr, li wê derê tiştên hûn dixwazin hene.” (Piştî vê nankorîya kirin) mohra zillet û xîzanîyê li wan ket û xezeba Allah li wan xist. Ev (ceza), ji ber ku li dij ayetên Allah bibûn kafir û bi neheqî pêxemberên xwe kuştibûn hate serê wan. Ev (ceza) ji bo ku îsyan kiribûn û ji hedê xwe derketin/serxwe re çûn hate serê wan.
(Bi bîr bînin!) Wê dema me peymaneke zexim ji we stendibû û çiyayê Tûr li ser serê we rakiribû. (Û me gotibû): “Bi wê (Kitêb) a ku me daye we zexim bigirin û (şîret) ên di navê de bi bîr bînin da ku hûn xwe biparêzin.
Piştî vê (soza xwe) we (dîsa) rû vegerand. Eger li ser we fedl û rehma Allah nebûna, hûn ê bibûna ji ehlê xusranê.
Sond be we dizanîbû me çi anîye serê wan ên di roja sebtê/şemîyê de ji hedê xwe borîbûn/zêdegavî kiribûn. Me ji wan re got: “Bibin meymûnên riswa/sernewq.”
Me ev (ceza), hem ji bo yên pêşîn û hem ji bo yên paşîn re kir cezayeke bi îbret û ji bo Mutteqîyan jî kire şîret.
(Bi bîr bînin!) Wê dema ku Mûsa ji qewmê xwe re got: “Allah, emrê serjêkirina çêlekekê li we dike.” Gotin: “Tu tinazên xwe bi me dikî?” (Mûsa) got: “Ez ji bûyîna ji cahilan xwe bi Allah diparêzim.”
Gotin: “Ji bo me ji Rabbê xwe re dûa bike, de bila ji me re beyan bike ka ew çêlekeke çawa ye.” Wî jî got: “(Allah) dibêje: Ew ne pîr e û ne jî sawa/nûza ye, çêlekeke navsere ye.” (Êdî li ser van îzahan) tîştê ku hûn pê hatine emirkirin bikin.”
Gotin: “Ji bo me ji Rabbê xwe re dûa bike, de bila rengê wê ji me re beyan bike.” Wî jî got: “(Allah) dibêje: ‘Ew çêlekeke wisan e ku ew (dilrihetî dide) lênêrên xwe û rengê wê beriqî û zipîzer e.’ ”
Gotin: “De ji bo me ji Rabbê xwe re dûa bike, da ku ji me re mahîyeta wê çêlekê beyan bike. (Ji ber vegotinên te yên heta niha) çêlek, serê me tevlîhev kir. Eger Allah daxwaz bike (di mijara dîtina wê çêlekê de) helbet em ê ya rast pêk bînin.”
Got: “Allah wiha dibêje: “Ew çêlekek e ku; ne ketîye binê nîr de û ne cot kiriye û ne jî zevî av daye. Ew bê qisûr e û tê de belekîyek tune. Gotin: “Te niha rast got” û wê çêlekê serjê kirin. Lê hindik mabû ku vêya nekirana.
(Bi bîr bînin!) Dema we mirovek kuşt û we hevdu sûcdar dikir. Lê Allah, ya ku hûn vedişêrin derdixe holê.
Me wiha emir kir: “Bi perçeyekî ji wê heywanê li cesedê bidin.” (Ew jî bi zar û ziman bû û navê kujerê/qatilê xwe got.) Allah bi vê awayê mirîyan vedijîne û ayetên xwe nîşanî we dide da ku hûn aqil bigirin.
Piştî vê bûyerê qelbên we hişk bû. Qelbên we bûye weke kevir û heta ji kevir jî hişktir e. Lê kevirên wisan hene ku çem jê diherikin û yên wisan jî hene ku dibin şeq û av jê der dibe û yên wisan jî hene ku ji tirsa Allah gêr dibin/digindirin. Allah ji karên we ne xafil e.
Digel ku komek ji nav wan gûh didin kelâmullah û qenc fêm dikin û bi zanebûn ew texrîf dikirin, ma hûn hêvî dikin ku wê bawerî bi we bînin?
Dema ku ew leqayî mumînan tên, dibêjin: “Me jî îmân anîye.” Lê dema tenê bi serê xwe dimînin dibêjin: “Ji bo çi ew sirrên ku Allah ji we re vekirîye hûn ji wan re dibêjin? Ji bo ku li cem Rabbê we di aleyha we de bikin delîl (hûn dibêjin)? Hûn aqil nagirin?
(Qey ew) nizanin ku Allah bi tiştên ew vedişêrin û yên ku bi eşkerehî dikin dizane?
Ji nav wan hinek jî ûmmî/nexwende hene. (Der heqê) Kitêbê de di hin emanîyyê/wasewasê/gumreşîyê de ne û hemû jî guman/zen dikin.
Xwelî li serê wan kesan be ku bi destê xwe Kitêb dinivîsin û paşê ji bo ku bi bihayekî erzan bifroşin, dibêjin: “Ev ji cem Allah nazil bûye!” Ji ber (Kitêbên lihev anîne û gotina wan ya ‘Vêya Allah daye nivîsandin’ û) qezenca ku bi dest xwe xistine jî xwelî li serê wan be.
Gotin: “Ji çend rojên bijimar pê ve agir bi me nakeve.” Bibêje: “Ma qey we (li ser vê mijarê) ji Allah peyman sitendîye?” (Eger wisan be) Allah ji ehda xwe nazivire. Nexwe hûn der heqê Allah de tiştên ku hûn pê nizanin dibêjin?”
(Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, kî gunehekî bike û gunehê wî ji her alîyê ve dor lê bipêçe; êdî ew ehlê cehennemê ne û ew di wir de ebedî dimînin.
Ew ên îmân anîne û amelên salih dikin jî; ha ewana ehlê cennetê ne û wê di wir de ebedî bimînin.
(Bi bîr bînin!) Me ji Benî Îsraîl soz sitendibû û me gotibû: “Hûn ji Allah pê ve ji kesî re îbadet nekin û li dê û bavê xwe û merivên xwe û sêwîyan û miskînên/xîzanên hewcedar re qencîyê bikin. Ji însanan re gotinên xweş bibêjin. Nimêja xwe rasterast bikin û zekâta xwe bidin.” Piştre ji xeynî pir hindik kesan (pirên we) ji ehda xwe zivirîn û hê jî rû vedigerînin.
(Bi bîr bînin!) Dema me ji we wiha soz sitendibû: “Hûn ê xwîna hev nerjînin û hûn ê hevdu ji warê hev dernexin.” Paşê we (ew soza dabû) qebûl/îqrar kir û hûn hê jî (li ser soza xwe) şahidîyê dikin.
Piştî vê (digel soza we dabû, dîsa) hûn hevdu dikujin û hin ji we yên din ji warên wan derdixin û hûn li hemberî wan di gunehkarî û di dijminahîyê de alîkarîya hev dikin. Dema (hemdîn ên/hemol ên we) bi êsîrî/bi dîlî werin cem we û digel ku derxistina ji warên wan li ser we hatîye heramkirin jî hûn (di muqabilê azadîya wan de) fidye ji wan distînin. Nexwe hûn bi qismekî Kitêbê îmân tînin û qismekî jî înkar dikin? Ji we her kî wisan bike cezayê wî di heyata dinyayê de rezîlî û riswatî ye û roja qiyametê jî wê bi bal ezabê herî dijwar ve bên vegerandin. Allah, ji amelên we ne xafil e.
Ewana kesên wisan in ku axîreta xwe di muqabilê heyata dinyayê de firotine. Ezab li ser wan sivik nabe û alîkarî jî li wan nayê kirin.
Sond be me Kitêb dabû Mûsa û me di pey wî re pêxemberan li pey hevdu şand. Me mûcîze dan Îsayê kurê Meryem û me bi Rûhu’l Qudûs (Cibrîl) jî piştgirîya wî kir. Êdî pêxember çi dema bi tiştên ku qîma we pê nayê ji we re hatibe; hûn ê li hemberî wî quretîyê bikin û hûn ê qismek ji wan (pêxemberan) biderewînin û hinekan jî bikûjin?
Gotin: “Qelbên me (li dijî vegotinên te) nuxamtî/perdekirî ye.” (Na, ne wisan e!) Berevajî, ji ber kufra wan, Allah lanet li wan kiriye. (Ji ber vê yekê) pir kêm îman tînin.
Çi dema ji wan re, ji îndallah Kitêbeke ya li cem wan (Tewrat) tesdîq dike tê -Hal ev e ku wan demên borî de li dijî kafiran (bi vê Kitêbê) ji Allah serkeftinê hêvî dikirin- ew înkar kirin. Laneta Allah li ser wan kafiran be.
Ji ber ku Allah ji fezl (û kerem) a xwe Kitêb ji evdê xwe ya ku jê re daxwaz kiribe daxistîye bi hesûdî/bi zêdepêdeçûn înkar kirina wan, ji bo wan sitendineke çiqas xerab e! (Bi vê karên xwe) xezeb li ser xezebê ketin. (Li axîretê jî) ji bo kafiran ezabekî riswaker heye.
Dema ji wan re tê gotin: “Îman bi wê ya ku Allah nazil kiriye bînin.” Wiha dibêjin: “Em tenê bi tiştê ji me re nazil bûye îmân tînin.” Digel ku ya li cem wan tesdîq dike û heq e jî ya di pey wê re hatîye (Qur'an) înkar dikin. Bibêje: “Madem hûn mumîn bûn, nexwe çima berî niha we pêxemberên Allah dikuştin?”
Sond be Mûsa bi delîlên eşkere ji we re hatibû. Lê we piştî ew golik ji xwe re (wek îlâh) girt. Ha hûn zilimkarên wisan in.
(Bi Bîr Bînin!) Dema ku me soz ji we wergirt û Çiyayê Tûr bi ser we de rakir û me got: “Bi (Kitêb) a me daye we zexim bigirin û gûh bidinê.” Gotin: “Me bihîst lê em guhdarî nakin.” Ji ber înkarkirina wan, hezkirina golikê di qelbê wan de hatibû dagirtin/hezkirina golikê ji dilê wan ve hatibû vexwarin. Bibêje: “Eger hûn mumîn in, îmâna we çi tiştên xerab emrê we dike?”
Bibêje: “Eger li îndallah/li cem Allah, heyata axîretê ne ji însanan re ji bo we tenê be û hûn jî di vê îdîaya xwe de rast bin, de ka mirinê daxwaz bikin (em binêrin).”
Ew ji ber (kirinên) ku teqdîm kirine, tu carî mirinê daxwaz nakin. Allah bi zaliman dizane.
Sond be; tu yê wan bibînî ku ji hemû însanan pirtir azwerê/dilxwazê hayata dinyayê ne. (Wisan ku) ji muşrîkan jî hê zêdetir dildayîyê heyata dinyayê ne. Ji wan her yek dixwaze ku hezar salî bijî. Dayîna jiyana ew qas jê re, wî ji ezabê rizgar nake. Allah, tiştên ku ew dikin dibîne.
Bibêje: “Kî ji Cibrîl re dijmintî bike; (bila bizanibe ku) wî, ew (Qur’an) a ku (Kitêbên) berî xwe tesdîq dike û ji bo mumînan hîdayet û mizgîn e biîznîllah nazilê ser qelbê te kiriye.”
Kî jî dijminê Allah û melaîketên wî û pêxemberên wî û Cebraîl û Mîkaîl be (bila bizanibe ku) bêguman Allah, dijminê kafiran e.
Bi sond me ji te re ayetên eşkere nazil kiriye. Ji fasiqan pê ve tu kes (wan ayetan) înkar nake.
Çi dema ku ahd/soz dabin, qey komek ji wan ehda xwe xera nekirin? (Nexêr, ne wisan e!) Jixwe pirên wan îmân naynin.
Dema ji cem Allah ji wan re pêxemberek ku Kitêba li cem wan tesdîq dike hatibe, komek ji Ehlê Kitêb, her wekî ku qet pê nizanin, Kitêba Allah diavêjin pişt guhên xwe.
Tu, ji Benî Îsraîl bipirse, ka me çi qas ayetên eşkere dane wan. Kî piştî ku nîmetê Allah bigihîje wî û paşê ew wê (nîmetê) biguherîne bêguman Allah, yê ku cezayê wî pir dijwar e.
Ew ên xwe sipartine ehda Allah û ji însanan eman sitendine ne tê de, ew li ku derê dibin (bila bibin, mohra) kindê/zîletê li wan ketîye. Ew li ber xezeba Allah ketin û mohra xîzantîyê li wan ketîye. Ev (ceza), ji ber vê ye ku ew li dij ayetên Allah bibûn kafir û bi neheqî pêxemberên xwe kuştibûn. Ev (ceza), ji ber vê ye ku wan îsyan kiribûn û ji heddê xwe borîbûn.
Allah bi neyarên we herî çêtir dizane. (Li hember dijminên we ji we re) wek dost jî Allah bes e. Wek alîkar jî Allah bes e.
Hin kes ji Cihûyan, kelîmeyan ji cihê wan diguherînin û (ji xeynî maneyê wan bikar tînin û) texrîf dikin. Dev û lêvên xwe xwaromaro dikin û davêjin dîn û dibêjin: ‘Me bihîst û me îsyan kir!’ û ‘Me bibihîze, ku tu qet nebihîzî!’ û ‘Râîna! (me bajo!). Eger wan bigota: ‘Me seh kir û me îtaet kir.’ û ‘Unzurnâ! (li me gûhdar be û li me binêre!)’ wê ji bo wan herî çêtir û rasttir bûna. Lê belê Allah, ji ber kufra wan lanet li wan kiriye. (Ji ber vê yekê) ew pir kêm îman tînin.
(Ew ên) Ehlê Kitêb ji te dixwazin ku tu ji asîmanan Kitêbekê bi ser wan ve daxînî. (Ji ber vê daxwaza wan heyirî nemîne!) Bêguman ji Mûsa jî ya ji vêya mezintir xwestibûn. Gotin: “Allah bi eşkerehî (bi awayê ku em bi çavê tazî bibînin) nîşanî me bide.” Bi vî awayî ji ber zilimkarîya wan, birûsk li wan ketibû. Axir piştî ku delîlên eşkere ji wan re hatin, golik ji xwe re (wek îlâh) girtin. Me dîsa ew (gunehên wan jî) mexfîret kir. Û me delîleke eşkere da Mûsa.
Me çiyayê Tûr (ji bo ku soz dabûn Allah), di ser serê wan de rakir. Me got: “Di derî de secde bikin û bikevinê.” Me ji wan re got: “Roja şemîyê/roja sebtê qedexeya (masîgirtinê) binpê nekin.” Û me sozeke zexm ji wan girtibû.
Ji ber ku soza xwe xera kirin û li dij ayetên Allah bûn kafir û bi neheqî pêxemberên xwe kuştibûn û (ji sedema vê gotina xwe ku gotin:) “Qelbên me (li dij heq û heqîqetê) nuxamtî ye!” (me wan ceza kiribû). (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, ji ber kufra wan Allah qelbê wan mohr kiriye. (Ji ber vê) ji hindikî wan pê ve ew îmân naynin.
Dîsa ji ber kufra wan û bi sebebê bêbextîya li Meryem kirine (jî me wan ceza kiribû).
Bi sedema ku digotin “Me pêxemberê Allah, Îsa Mesîhê kurê Meryem kuştîye” (me ji bo vê jî wan ceza kiribû). (Hal ev e ku) wan ew ne kuştîye û ne jî wan ew li çarmixê daye, (ew ê ku daleqandin ji wan re weke Îsa) hate şibandin. Bi rastî ew ên (der heqê Îsa de) nîqaş dikin, ji ber wê di gumanê de ne. Ji zenne pê ve ne xwedî agahîyekî ne. Qethîyen ew nekuştine.
(Ne li gor zenna wan e!) Bilakîs, Allah ew (Îsa) hildaye cem xwe. Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Hemû kesên Ehlê Kitêb, berîya mirina xwe muheqeq wê bi wî îmân bînin. (Îsa jî) wê roja qiyametê di aleyha wan de şahidîyê bike.
Bi sedema zilma ku Cihûyan kiribû û bi sedema ku wan pir kes ji rêya Allah vegerandibûn, hin nîmetên paqij û (ên ku berê de) ji wan re helal bûn, me ji wan re heram kirin.
Digel ku nehîya wan jê hatibû kirin jî (wan) ribayê û malên însanan bi rêyên batil dixwarin... Me ji bo kafirên ji wan re ezabekî biêş û jan amade kiriye.
Lê ji wan ên di ilmê de pêş de çûne û îmân anîne, îman bi ya ku ji te re nazil bûye û bi yên berî te nazil bûne re îmân tînin. Ew ên nimêja xwe îqame/rasterast dikin û zekâta xwe didin û bi Allah û bi roja axîretê îmân tînin… Em ê ecirekî mezin bidin wan.
Sond be, Allah ji Benî Îsraîl peyman girtibû û me ji wan radiwazde nûner/temsîlkar tayîn kiribû. Allah ji wan re wiha gotibû: “Bêguman ez bi we re me. Eger hûn nimêja xwe rasterast bikin û zekâtê bidin û bi pêxemberên min îmân bînin û piştgirîya wan bikin û qerzê hesen bidin Allah (di rewşa hewcetîyê de bê faîz, ji bo rizaya Allah deyn bidin kesên di tengezarîyê de) ez ê gunehên we binixûmînim û ez ê we têxim cennetên ku di binî de çem diherikin. Piştî vêya ji we kî înkar bike êdî ew ji rêya heq xerifîye/averê bûye.
Ji bo ku peymana xwe xera kiribûn, me lanet li wan kir û qelbê wan hişk kir. Wan cihê kelîmeyan diguherînin û texrîf dikin. (Wekî din) para xwe ya ji (amel) ên ku pê hatibûn emirkirin terk kirin. (Digel vê) wan efû bike û xweş bibîne. (Lewre) Allah, ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin hez dike.
Ji wan ên ku digotin: “Bêşik em Fille ne” jî me ehdeke qethî sitendibû. Wan para xwe ya ji (amel) ên ku pê hatibûn emirkirin terk kirin. Ji ber vêya me jî (wek ceza) kîn û neyartîyekî heta qiyametê di navbera wan de bidome (me ew bi hevdu xistin). Wê Allah wan ji kar û kirinên wan haydar bike.
(Bi bîr bînin!) Dema Mûsa ji qewmê xwe re gotibû: “Gelî qewmê min! Nîmetên ku Allah daye we bînin bîra xwe. Wî ji nav we pêxemberan şandîye û we kiribû hikumdar û ji aleman tiştên (xêr û xweşîyên) ku nedabû tu kesî dabû we.”
“Gelî qewmê min! Têkevin wî erdê pîroz ku Allah ji we re nivîsandibû, (ji tirsa dijmin) li paş xwe nezivirin. (Nexwe) hûn ê bi xusran (destevala) vegerin.”
Gotin: “Ya Mûsa! Qewmekî pir bi hêz li wir heye. Hetanî ew dernekevin em tu carî nakevin wê derê. Eger derkevin helbet em ê jî têkevin wê derê.”
Du zilamên (ku ji Allah) ditirsîyan ên ku Allah nîmet dabû wan gotin: “Di derî de biavêjin ser wan. Eger hûn bikevin hundir, êdî hûn ê serkeftî bin. Eger hûn mumîn in tewekkulê Allah bikin.”
Gotin: “Ya Mûsa! Hetanî ew (qewmê bi hêz) li wir bin em tu carî nakevin wê derê. Tu û Rabbê xwe herin û şer bikin. Em ê li vê derê li hêvîya we bimînin.”
Got: “Ya Rabbî! Ez ji xwe û birayê xwe pê ve bi tu kesî nikarim/ji me herduyan mesûl im. Êdî tu navbera me û qewmê fasiq veqetîne.”
Got: “Bêguman ji wan re ew (erd) çil sal hatîye heramkirin. Ew ê li ser rûyê erdê wê şaşbûyî bigerin. Tu ji bo qewmê fasiq xemgîn nebe!”
Ji ber vê yekê me li ser Benî Îsraîl (wiha) nivîsand: Kî mirovekî ne berdêla/ne bi qisasa mirovekî din de an jî li ser erdê fesadî/berhevdanî kiribe, wî bi neheqî bikuje; wekî ku hemû însanan kuştibe. Kî jî mirovekî îhyâ bike (bê sebebekî meşrû destê xwe ji kuştina mirovekî bikşîne) her wekî ku wî hemû însanan îhyâ (xelas) kiribe. Sond be, Rasûlên me bi delîlên eşkere ji wan re hatin. Lê piştî vê jî dîsa pirên wan li ser rûyê erdê pîrole ne/aşirî ne.
Digel Tewrata ku hukmê Allah di nav de ye li cem wan e jî çawa te wek hakem tayîn dikin? (Piştî ku te hakem tayîn dikin,) paşê (ji ber ku hukmê te dayî ne li xweşa wan e) rû vedigerînin û diçin. Ew ên ha teqez ne mumîn in.
Di navbera wan de bi tiştên ku Allah nazil kiriye hikum bike. Nede pey hewesên wan. Xwe ji wan biparêze da ku ew ji hinek wehîya ku Allah ji te re nazil kiriye te jê nexin fitnê/te jê nevegerînin. Eger ew berê xwe ji (hukmê) te biguherînin, tu bizanibe ku Allah dixwaze ji ber gunehên ku kirine wan ceza bike. Bêguman pirên însanan fasiq in.
Nexwe ew li hukmê cahilîyeyê digerin? Ma ji bo civateke li ser yeqînê îmân anîbe, ji hukmê Allah xweşiktir/rindtir hukmê kî heye?
Sond be, me ji Benî Îsraîl soz sitend û me ji wan re gelek pêxember şandin. Her çi dema pêxemberekî ku bi tiştên ne li gorî hewayên/hewesên wan re hatibe, qismekî ji wan derewandin û qismekî jî kuştin.
(Piştî ku pêxemberan derewandin û kuştin) zen kirin ku (bi mûsîbetên dînî û dinyewî) wê fitne neyê serê wan. Ker û kor bûn. Paşê Allah (pêxemberekî nû şand û îmkana tobeyê da wan û) tobeya wan (tobedaran) qebûl kir. Dûv re ji wan pir kes (dîsa) kor û ker bûn. Allah li ser tiştên ku ew dikin (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.
Ji Benî Îsraîl ew ên bibûn kafir, bi zimanê Dawûd û Îsâyê kurê Meryem, hatin lanetkirin. Ev ji ber îsyankarî û ji hed borandina wan bû.
Eger wan bi Allah û bi pêxemberê wî û (Kitêb) a ji wan re nazil bûye pêbawer bûna, wan ji xwe re nedikirin dost. Lê pirên wan fasiq in.
Me ji wan ên cihû re hemû (heywan) ên bi simûçk (dewarên mîna ga, gamêş, çêlek ên bi neynûk) heram kiribûn. Ji xeynî bezê ku bi pişta wan ve girtîye an jî yên bi rodîyê wan ve ye û yên tevlî hestîyan bûye, me hemû bezên pez û dewaran jî heram kir. Ji ber piroletîya/aşirîtîya wan me ew bi vî awayî ceza kir. Bêguman em, her rastbêj in.
Eger ew te biderewînin/tekzîb bikin ji wan re bibêje: “Rabbê we xwedî rahmeteke fireh e. Lê ezabê wî, ji civakeke gunehkar nayê vegerandin.”
Bêguman ew ê golik ji xwe re (bi îlâhtî) hebandine hene, wê ji Rabbê wan xezebek û di jiyana dinyayê de jî zilletek bigihîje wan. Em (ew ên bi şirîk çêkirinê ji Allah re) bêbextîyê dikin ha wiha didin ezabê!
Ji bo wexta ku me danîbû Mûsa ji qewmê xwe heftê zilam hilbijartibû. (Ji bo vê gotina wan “Heta em Allah bi eşkerehî nebînin em îmân bi te naynin” wek ceza) erdhêja dijwar bi wan girt, (Mûsa) got: “Rabbê min! Eger te bixwesta tu yê min û wan hêj berê de helak bikirana. Ma tu yê a niha ji ber çend heb sefîhên/kêmaqilên di nava me de, tu yê me helak bikî? Lê ev bûyer/hadîse ji îmtîhana te pê ve ne tiştekî din e. Bi vê tu kî bixwazî dixerifînî û kî jî bixwazî digihînî hîdayetê. Dostê me/Welîyê me tu yî. Êdî me efû bike û rahme li me bike. Tu bixêrtirê Xafûran/Efûkaran î.”
Ji wan (Benî Îsraîl) re hate gotin: “Di vî bajarî de bi cih bibin û hûn ji ku derê dixwazin ji wê derê bixwin û bibêjin: ‘Hittatun/gunehên me bibexşîne.’ Dema hûn di derî de derbas dibin bi secdekirin derbas bibin ku em jî xetayên we efû bikin. Em ê xelata muhsînan/ew kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin zêde bikin.
Lê di nav wan de ew ên zilimkar, kelîmeya ku ji wan re hatîye gotin (ew kelîmeya ‘Hittatun’ ku tê ser maneya ‘gunehên me bibexşîne’ bi kelîmeya ku tê ser maneya ‘genim’ yanê bi ‘Hintatun’ re) guherandin. Me jî di muqabilê zilma wan de ji asîmanan ezabek şandibû ser wan.
Ji wan rewşa wî bajarê ku li perava/li kevîya behrê bû bipirse. Bi bîr bîne ku ewana di roja şemîyê/sebtê de (qedexekirina masîgirtinê binpê kiribûn û) ji hedê xwe borîbûn. Dema ku dibûn tabiê qedexeya roja şemîyê (ne diçûn masîya) masî ji wan re ji her alî ve dihatin. Lê dema qedexeya roja şemîyê binpê dikirin (masî ji wan re) nedihatin. Ji ber ku ji rê derketibûn; me ew a wiha îmtîhan dikirin.
Dema ku ji wan komekî gotin: “Hûn ji bo çi ji qewmekî wisa re şîretan dikin ku Allah dê wan helak bike an jî wê bi ezabekî dijwar wan bide ezabkirin? (Şîretkaran) gotibûn: “Ji bo ku li cem Rabbê we bibe mazeret û hêvî dibe ku xwe biparêzin”.
Çi wextê şîretên li wan hatine kirin ji bîr kirin, me jî ew ên nehîya ji munkerê/mena ji xerabîyê dikirin, xelas kirin û ji ber fasiqbûna wan me bi ezabekî dijwar bi wan girtibû.
Dema dev ji tiştên jê hatibûn menkirin bernedabûn; me jî ji wan re gotibû: “Bibin meymûnên çepel/rezîl!”
Wê gavê Rabbê te (vê heqîqetê) ragihande wan ku heta roja qiyametê hinek kesên ku îşkenceya/tehdehîya herî xerab li wan dike di ser wan de bişîne/muselletê wan bike. Bi rastî cezadayîna Rabbê te pir lezgîn e. Bêguman ew (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Me ewana li ser rûyê erdê bi rewşa civakan ji hev cihê kirin. Di nav wan de çawa ku kesên qenc hene yên ne wisa ne jî hene. Ji bo (hêvîya ku) vegerin (teqwa û qencîyê) me wan bi qencîyan û bi xerabîyan îmtîhan kirin.
Di pey wan de hin kesên (ne qenc) ji Kitêbê re bûne waris. Ewana malê dinyayê yên bêqîmet distendin/digirtin û wiha digotin: “Ji xwe (çawa be jî) wê gunehên me bên bexişandin!” (Qaşo/goya digel toba xwe) dema ku malê dinyayê yên bêqîmet ji wan re dihat, dîsa digirtin/distendin. Erê ma di Kitêbê de peyman ji wan nehatibû sitendin ku ew li ser (navê) Allah ji rastîyê pê ve tiştekî din nebêjin? Halbûkî ewana ew kes bûn ku tiştên di Kitêbê de bênavber dixwendin. Ji bo Mutteqîyan warê axîretê bixêrtir e. Ma hûn aqil nagirin?
(Bi bîr bînin!) Demekî me çiya (yê Tûr) weke sîwanekî di ser wan de rakiribû û wan guman dikir ku wê di ser wan de bikeve. (Me ji wan re wiha şîret kir:) “Tiştên min daye we bi bîr bînin û zexm bigirin ku hûn xwe biparêzin.”
Ji wan re, behsa wî kesê bike ku me ayetên xwe dabûyê. Wî xwe ji ayetên me xeritand/aritand û şeytan wî kiribû peyrevê xwe û (di encamê de) bibû ji yên har (û bitir) bûyî.
Eger me bixwesta (bi ilim û delîlên ku me danê) me yê ew herî bilind bikira. Lê wî meylî dinyayê kir û da pey hewayê/hewesê xwe. Mîsala wî, wekî mesela wî kuçikî ye ku, tu bi ser de herî zimanê xwe derdixe û dihelike û dev jê berdî jî dîsa zimanê xwe derdixîne û dihelike. Ha rewşa civaka ku ayetên me tekzîb kirine a wiha ye. Ji bo ku baş bifikirin ji wan re behsa qiseyan bike.
Mîsala ew ên ayetên me tekzîb kirine û bi tenê li xwe zilim kirine çi qas xerab e.
Allah, her kî hîdayet kiribe wî, hîdayet dîtîye. Kî jî bixerifîne êdî ew ên bi xusranê ketine ew bixwe ne.
Ew tiştên ku me berê ji te re behs kir, me ji cihûyan re heram kiribûn. Me zilim li wan nekiriye. Lê belê wan zilim li xwe dikir.
Me di Kitêbê de ji bo Benî Îsraîl ev hikum jî dabû/diyar kiribû: Bêşik hûn ê li ser rûyê erdê du caran fesadîyê derxînin û hûn ê zêdegavîyeke bi quretî bikin.
Dema ku ji wan her du weadan yek (wextê fesada yekem) hat, me di ser we de evdên xwe yên zordar şand. Hetanî dikevin qûl û qûlerên we û venêrîna/lêpirsîna we dikin. Ev, tiştekî wisan bû ku wê teqez pêk bihata.
Paşê li hemberî wan (evdên xwe) dîsa me serkeftin da we û bi serwet û zarokan piştgirêya we kir û hejmara we zêde kir.
Eger hûn (vê hêz û îmkanê li xêrê serf bikin û) qencîyê bikin hûn ji bo xwe qencî dikin. Eger hûn xerabîyê jî bikin hûn ê zerar bidin xwe. Dema weada dawîyê (ya duyem) were, (em ê evdên xwe yên xwedîhêz bi ser we de bişînin) ku bila rûyê we reş bikin û wekî berê bikevin mescîdê û çi bi destê wan bikeve serûbinî hev bikin.
Hêvî heye ku Rabbê we li we rehmê bike. Eger hûn vegerin (fesadê) em ê jî (bi şandina evdên xwe yên xwedîhêz bi ser we de) vegerin. Me, cehennem ji bo kafiran kiriye girtîgeh/zindan.
“Ya Mûsa! Çi tiştî tu bi zûka/bi lezûbez ji qewmê te veqetand (û hatî cem me)?
Got: “Ew li pey min in (min ew çawa hiştibe li ser wê halê ne). Rabbê min! Ji bo ku tu ji min razî bibî ez bi bal te ve bi lez hatim.”
Got: “Bêguman me di pey te de qewmê te (di dînê wan de) ceriband û Samirî wan ji rê derxist.”
Li ser vê yekê Mûsa bi hêrs û xemgînî vegerîya cem qewmê xwe û got: “Gelî qewmê min! Erê ma Rabbê we weadeke xweşik nedabû we? Erê ma ew dem ji we re pir dirêj hat? Ya na we xwest ku xezeba Rabbê we li ser we bibara, ji bo vê hûn ji soza ku we dabû min vegerîyan?
Gotin: “Em ne bi vîna/bi îradeya xwe ji soza ku me dabû te vegerîyane. Lê ji eşyayê (Firewn û qewmê wî) me hinek zînet bar kiribû. Me ew avêtin (nav agir) û Samirî jî avêt.”
Ji wan re di sûreta golikê de peykerekî ku diorîya çêkir û (Samirî û yên pê re) gotin: “Ha ev îlâhê we û Mûsa ye. Lê wî (Mûsa) Ji bîr kir.”
Erê ma ew nabînin ku ew (dema ku tiştekî dibêjin) nikare bersiv bide wan û ji bo wan nikare feydeyekî pêk bîne û zerarekî jî ji wan dûr bike/bide paş?
Sond be, hêj berê de Hârûn ji wan re got: “Gelî qewmê min! Hûn bi vê (golikê) bitenê ketin fitnê/hatin ceribandin. Bêguman Rabbê we Rahmân e. Nexwe bidine pey min û îtaeta emrê min bikin.”
Gotin: “Hetanî Mûsa vegere nav me, em ê rawestina xwe ya li ber serê wî bidomînin.”
(Mûsa) got: “Ya Hârûn! Di rewşa ku te dît ew xerifîne, (ji bo ku tu tiştekî bikî) çi ji te re bû manî?”
“Te çima neda pey min? Nexwe tu li ber emrê min rabûyî?”
(Hârûn) got: “Hê kurê dêya min! Rih (ê min) û pora min nekişkişîne! Ez ji vê tirsîyam ku tu ji min re bibêjî: ‘Te dubendî xistîye nava Benî Îsraîl û te bi gotina min nekir.”
Got: “Rewşa te çibû/te çima tiştekî wisa kir, ya Samirî?”
Got: “Tiştên ku wan nedîtibûn min dît. Min ji şopa qasid/melâîket çengek girt û ew avêt. Nefsa min ev wisa ji min re xemiland.”
Got: “Here/biqeşite! Êdî di dirêjahîya heyata xwe de tu yê bibêjî: ‘La misâs! (Bila tu kes destê xwe nede min û ez jî destê xwe nadim tu kesî).’ Û ji te re demeke (ku tu yê helak bibî) şaşnebar heye. Niha li îlâhê xwe, ya ku bênavber li ber serê wî lihêvîyê dimînî binêre! Sond be em ê wî bişewitînin û paşê jî (xwelîya wî) ber bayê behrê bikin.”
Eger te biderewînin bêşik berîya wan qewmê Nûh û Âdem û Semûd jî derewandibûn.
Qewmê Îbrahîm û qewmê Lût jî...
Xelkê Medyenê jî... Mûsa jî hatibû derewandin. Min jî muhletekî dabû ber kafiran û paşê wan (bi ezab) girtibû. Gelo çawa bû (li dij derewandina wan) înkara/neqayîlîya min?
(Bi bîr bînin!) dema ku Mûsa ji qewmê xwe re gotibû: “Gelî qewmê min! Hûn dizanin ku ez pêxemberekî ji alî Allah ve ji we re (şandî) me, digel vê hûn çima min diêşînin?” Dema ku ew xerifîn, Allah jî qelbên wan averê kir. Allah, qewmê fasiqan hîdayet nake.