Bakara
Ayet: 88Rûpel: 12
Gotin: “Qelbên me (li dijî vegotinên te) nuxamtî/perdekirî ye.” (Na, ne wisan e!) Berevajî, ji ber kufra wan, Allah lanet li wan kiriye. (Ji ber vê yekê) pir kêm îman tînin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 88Rûpel: 12
Gotin: “Qelbên me (li dijî vegotinên te) nuxamtî/perdekirî ye.” (Na, ne wisan e!) Berevajî, ji ber kufra wan, Allah lanet li wan kiriye. (Ji ber vê yekê) pir kêm îman tînin.
Ayet: 93Rûpel: 13
(Bi Bîr Bînin!) Dema ku me soz ji we wergirt û Çiyayê Tûr bi ser we de rakir û me got: “Bi (Kitêb) a me daye we zexim bigirin û gûh bidinê.” Gotin: “Me bihîst lê em guhdarî nakin.” Ji ber înkarkirina wan, hezkirina golikê di qelbê wan de hatibû dagirtin/hezkirina golikê ji dilê wan ve hatibû vexwarin. Bibêje: “Eger hûn mumîn in, îmâna we çi tiştên xerab emrê we dike?”
Ayet: 108Rûpel: 16
Weke ku berê de ji Mûsa (pirsên binaveroka şûbhe û înkarê) hatibû pirsîn, hûn jî dixwazin ji pêxemberê xwe (pirsên wiha) bipirsin? Her kî îmanê bi kufrê biguherîne/kufrê tercîhê îmânê bike, êdî wî rêya rast winda kiriye.
Ayet: 217Rûpel: 33
Der heqê şerkirina di Şehru’l Heramê (Mehên Heram) de ji te dipirsin. Bibêje: “Di wan mehan de şer, gunehekî mezin e. (Lê belê) menkirina însanan ji rêya Allah û înkarkirina wî (Allah) û (bê hurmetîya) Mescîdu’l Heramê û nefiykirina ehlê wê derê, li cem Allah gunehekî (ji şera di mehên heram de) herî mezintir e. Fitne/şirk ji qetlê mezintir e.” Eger ew karibin, heta we ji dînê we vegerînin wê bi we re şer bikin. Ji we kî ji dînê xwe vegere û li ser kufrê bimire; ew, êdî hemû xebata wan li dinya û axîretê pûç û betal dibe. Ew, ehlê agir in û dê li wir ebedî bimînin.
Ayet: 52Rûpel: 55
Çi dema Îsâ hizir kir ku wê bikevin kufrê, got: “(Di vê rêya ku digihîje) Allah de, wê kî ji min re bibe alîkar?” Hewarîyan gotin: “Em alîkarê Allah in. Me îman bi Allah anî û tu jî bibe şahid ku em ji muslîm/ji wan evdên ku berê xwe dane Allah in.”
Ayet: 80Rûpel: 59
(Ew pêxember) fermanê nade we ku hûn melâîket û pêxemberan ji xwe re bikin Rab. (Tiştekî heyirî!) Piştî ku hûn bûne muslîm wê çawa berê we bide kufrê?
Ayet: 90Rûpel: 60
Bêguman ew ên piştî îmanê înkar kirine û paşê di kufra xwe de zêde pê de çûne (di sefên kafiran de cih girtine û neyartî li mumînan kirine an jî li ser îrtîdadê mirine); tobeya wan qebûl nabe. Ew ên rêşaş ew bixwe ne.
Ayet: 167Rûpel: 71
(Meqsedeke wî yên din jî) ji bo ku kesên munafiq jî bi eşkerehî diyar bibin. Dema ji wan re hate gotin: “Werin di rêya Allah de şer bikin an jî mudafea (ya muslîman) bikin” wiha gotin: “Eger me bi şer bizanibana em ê bi we re bihatana.” Ew roj (a ku vê peyvê gotin) ew ji îmanê zêdetir nêzîkî kufrê bûn. Tiştên ku di dilê wan de tunebû (tiştê pê nebawer bûn) bi devê xwe digotin. Allah bi tiştên ku veşartine çêtir dizane.
Ayet: 176Rûpel: 72
Ew ên di kufrê de pêşbazîyê dikin bila te xemgîn nekin. Ew ê qet nikaribin zerarekî bidin Allah. Allah, naxwaze ku li axîretê nesîbekî wan (a xweşik) hebe. Ji wan re ezabekî mezin heye.
Ayet: 177Rûpel: 72
Bêguman ew ên ku îmanê bi kufrê guherandine bi tu awayî nikarin zerarekî bidin Allah û ji bo wan her ezabekî biêş û jan heye.
Ayet: 46Rûpel: 85
Hin kes ji Cihûyan, kelîmeyan ji cihê wan diguherînin û (ji xeynî maneyê wan bikar tînin û) texrîf dikin. Dev û lêvên xwe xwaromaro dikin û davêjin dîn û dibêjin: ‘Me bihîst û me îsyan kir!’ û ‘Me bibihîze, ku tu qet nebihîzî!’ û ‘Râîna! (me bajo!). Eger wan bigota: ‘Me seh kir û me îtaet kir.’ û ‘Unzurnâ! (li me gûhdar be û li me binêre!)’ wê ji bo wan herî çêtir û rasttir bûna. Lê belê Allah, ji ber kufra wan lanet li wan kiriye. (Ji ber vê yekê) ew pir kêm îman tînin.
Ayet: 137Rûpel: 99
Bêguman ew ên ku îmân anîn û piştre bûne kafir, paşê dîsa îmân anîn û dawî de dîsa bûne kafir û di kufra xwe de zêde pê de çûne, Allah wan mexfîret nake û rêya rast jî nîşanî wan nade.
Ayet: 155Rûpel: 102
Ji ber ku soza xwe xera kirin û li dij ayetên Allah bûn kafir û bi neheqî pêxemberên xwe kuştibûn û (ji sedema vê gotina xwe ku gotin:) “Qelbên me (li dij heq û heqîqetê) nuxamtî ye!” (me wan ceza kiribû). (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, ji ber kufra wan Allah qelbê wan mohr kiriye. (Ji ber vê) ji hindikî wan pê ve ew îmân naynin.
Ayet: 156Rûpel: 102
Dîsa ji ber kufra wan û bi sebebê bêbextîya li Meryem kirine (jî me wan ceza kiribû).
Ayet: 41Rûpel: 113
Ya Rasûl! Ew ên di kufrê de pêşbazîyê dikin bila te xemgîn nekin! Ew in ku bi devê xwe dibêjin: “Me îmân anîye”. (Hal ev e ku) wan bi qelbê xwe îmân ne anîne. Ji wan Cihûyan hin kes gûh didin derewan. Ew ên nayên cem te (ji bo ku ji Cihûyan re gotinan bigerînin) gûh didin te. Piştî ku Allah kelîmeyan di cihên xwe de bi cih kirine, ew diguherînin û texrîf dikin. Dibêjin: “Eger (tiştên ku we texrîf kiriye û guherandîye) ji we re bê dayîn bistînin, eger neyê dayîn xwe jê biparêzin!” Kesê ku Allah ji bo wî fitne daxwaz bike tu nikarî li hemberî Allah tiştekî jê re bikî. Evana ew kes in ku, Allah paqijîya qelbên wan nexwestîye. Ji wan re di dinyayê de rezîlî û li axîretê jî ezabeke mezin heye.
Ayet: 61Rûpel: 117
Dema tên cem we dibêjin: “Me îmân anîye.” Lê ew bi kafirî hatine (cem we) û bi kafirî (ji cem we) derdikevin. Allah, bi tiştên ku vedişêrin herî çêtir dizane.
Ayet: 64Rûpel: 117
Cihûyan gotin: “Destê Allah girtîye (dest lê nagere).” Ji ber vê (gotina kirêt) destê wan şeht bû û bûn ji lanetîyan. (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, her du destên Allah jî vekirî ne û çawa bixwaze wisa serf dike. Sond be ya ku ji Rabbê te ji te re nazil bûye (ev Qur'an) wê kufr û harîtîya wan zêdetir bike. Me jî hetanî roja qiyametê kîn û neyartîyek bênavber xistîye navbeyna wan. Çi dema ku wan ji bo şer agirek pêxistibin Allah agirê wan vemirandîye. Ew li ser rûyê erdê ji bo tevdanê/ji bo îfsadê dixebitin. Allah ji mufsîdan/ji wan ên tevdanê derdixin hez nake.
Ayet: 68Rûpel: 118
Bibêje: "Gelî Ehlê Kitêb! Heta hûn Tewrat û Încîl û ya ku ji Rabbê we ji we re nazil bûye (bi hukmên di navê de amel nekin û) qayîm nekin hûn qet ne li ser tiştekî ne.” Sond be ya ku ji Rabbê te ji te re nazil bûye (ev Qur'an) wê kufr û harîtîya pirên wan zêdetir bike. Tu ji bo qewmê kafir xemgîn nebe!
Ayet: 12Rûpel: 187
Eger di piştî peymanên xwe de ew sonda xwe bişkênin û zimanê xwe dirêjî dînê we bikin (bi vir de wir de xeber bidin) êdî hûn serokên kufrê bikujin (bi wan re qîtalê bikin). Lewre sond/ehd ji wan re tune. Hêvî heye ku dev jê (ji van fiêlên xwe) berdin.
Ayet: 74Rûpel: 198
Ew sond dixwin ku wan (ew peyva kufrê) negotine. Lê bi sond wan ew peyva kufrê gotibûn û piştî îslâma xwe kafir bûn. Û qesda karekî kirin ku biserneketin. Ma ew ji bo ku bi lutf û îhsana Allah û Rasûlê wî ew dewlemend kiribûn, rabûn mirazê heyfgirtinê kirin? Eger tobe bikin ew ji bo wan bixêrtir e. Eger ew rûvegerînin kufrê wê Allah li dinya û axîretê wan bi ezabekî biêş û jan bide ber ezabê û li ser rûyê erdê ne alîkarê wan û ne jî dostê wan hene.
Ayet: 97Rûpel: 201
Di kufr û nîfaqê de ew ên bedewî herî xerabtir in. Di nezanîna sînorên/tixûbên ku Allah û Rasûlê wî danîne de yên herî kêrhatî/musaîd jî ew in. Bêguman Allah (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 107Rûpel: 203
Ew ên ku ji bo zerar dayînê û (zêdekirina) kufrê û bi parvekerîya di nav mumînan de û ji bo bibe qerargeha wan ên ku berê de li dij Allah û Rasûlê wî şer kiribûn re mizgeftek (Mescîdu’d Dirar) ava kirin û li ser navê Allah sond dixwarin û digotin: “Ji qencîyê/ji xêrê pê ve qesta me ne tiştekî din e” (hene)! Allah şahidî dide ku ew derewkar/viroker bixwe ne.
Ayet: 28Rûpel: 258
Ma te ew ên ku nîmetên Allah bi kufrê/bi nankorîyê guherandin û qewmê xwe di warê helakê bi cih kirine nedîtin?
Ayet: 106Rûpel: 278
Ew ên qelbê wan bi îmanê mutmeîn in (lê bi bal kufrê ve) zor li wan hatîye kirin ne tê de, piştî îmanê her kî bibe kafir (bi daxwaza xwe bi bal kufrê ve bixerife) û dilê xwe ji kufrê re veke, xezeba Allah li ser wan e û ji bo wan ezabekî mezin heye.
Ayet: 7Rûpel: 458
Eger hûn beralîyê kufrê bibin, bêşik hewcedarîya Allah bi we tune û ew ji bo evdên xwe bi kufrê qayîl nabe. Hûn şikur bikin wê jê (ji şukra we) razî bibe. Qet tu gunehkarek, gunehê kesekî din nakişîne. Paşê vegera we bal bi Rabbê we ve ye. Ew, hûn ji karûkirinên we agahdar dike. Lewre ew, tiştê di dilan de veşartî ye dizane.
Ayet: 8Rûpel: 458
Dema tengezarîyek digihîje însan, berê xwe dide Rabbê xwe û dûa dike. Paşê (di şûna wê tengasîyê de) dema ji cem xwe nîmetekî didê, ew wê lavahîya ku berê de dikir ji bîr dike û ji bo ku mirovan ji rêya wî bixerifîne ji Allah re şirîkan çêdike. Bibêje: “Bi kufra xwe hinekî din xweş bijî. Lewre tu ji ehlê agir î.”
Ayet: 44Rûpel: 408
Her kî berê xwe bide kufrê, di aleyha wî de ye. Kî jî amelê salih bike, êdî ew xwe ji bo (cihên xwe yê cennetê) amade dikin.
Ayet: 23Rûpel: 412
Kî jî bibe kafir bila kufra wî te xemgîn neke. Vegera wan bi bal me ve ye û em ê ya ku wan dikirin em ê wan pê agahdar bikin. Bêguman Allah ya ku di singan de ye dizane.
Ayet: 39Rûpel: 438
Ew ê ku hûn li ser rûyê erdê kirine xelîfe ew e. Kî jî bikeve kufrê di aleyha xwe de noqî kufrê dibe. Kufra kafiran li cem Rabbê wan ji xezeba (Allah) pê ve tiştekî li wan zêdetir nake. Kufra kafiran (ji bo wan) ji zîyanê pê ve tiştekî li wan zêdetir nake.
Ayet: 7Rûpel: 515
Û bizanibin ku di navbera we de Rasûlullah heye. Eger ew, di gelek karan de îtaetî we bikira, (pêwistîya her agahîya ku hûn didin wî pêk bianîya) hûn ê biketina tengasîyê. Lê belê Allah îman bi we daye hezkirin û ew di qelbên we de xemilandîye. Kufr û fisq û îsyan jî ji we re kirêt/nebaş nîşan daye. Ew ên ku rêya rûşdê/kemilînê dîtine jî ha ev in.